Koriyon

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Koriyon korpeleyê û perdeyên din ên derveyî embriyoyê dipêçe, dibe beşek ji plasentayê.

Perdeya koriyoni an ji koriyon (bi inglîzî: chorion) perdeya herî derveyî ya perdeyên derveyî embriyoyê ye.

Korpele û perdeyên embriyonî yên xişok, balînde û memikdaran bi koriyonê pêçayî ne.[1]

Di embriyoyên memikdaran de xaneyên trofoblast ên blastoçikildanê bi navpoşê malzarokê tên girêdan û perdeya koriyonî peyda dibe.[2]

Perdeya koriyonî ji du çînan pêk tê; cotek çîna xaneyên trofoblast li aliyê derve, çîna naverast (mezoderm) jî li aliyê navî de cih digire. [3]Beşek koriyonê ya bi navpoşê malzarokê ve girêdayî, di çêbûna plasentayê de cih digire.

Koriyon beşa alûgorkirinê ya plasentayê pêk tînê.[4] Plasenta ji koriyon û şaneya navpoşê malzarokê pêk tê.[2]

Du erkên serekî yê koriyonê heye, parastin û xwedîkirina embriyo û korpeleyê.

Koriyon şileya bi navê şileya koryonî berhem dike û der dide nav valahiya navbera koriyon û seravê. Şileya koriyonî embriyoyê ji darbeyan diparêze.

Ji bo xwedîkirina embriyoyê, koriyon pêkhateyên bi şeweyî tilî ber bi navpoşê malzarokê dirêj dike. Ji van pêkhateyan re tê gotin memîleyên koriyonî (bi înglîzî: chorionic villi).Memîleyên koriyonî heta lûleyên xwînê yên dayikê dirêj dibin.[5]Beşek zêde yê plasentayê ji memîleyên koriyonî pêk tê. Memîle rûberê plasentayê zêde dike û alûgorkirina xurek û madeyan ji xwîna dayikê hêsantir dike.[6]

Perdeya koriyoni berpirsiyar e bo berhemkirina hormona hCG ye. Hormona koryanî ya handerê gonadên mirov (bi înglîzî: human chorionic gonadotropin (hCG)) ji bo berdewamiya ducaniyê kar dike. ji koriyonê derdana hCG bi çeqîna embriyoyê dest pê dike heta dawiya qonaxa sêyeka yekem a ducaniyê didome.[7] hCG rê li ber hilweşîna tenê zer digire, ta ko heta plasenta bi têra xwe biperise.[4] Piştî sê meha ducaniyê, hCG ji aliyê plasentayê ve tê derdan.[8]

Di xwînê de hebûna hCG, tenê zer han dide bo domandina derdana procesteron û êstrocenê. Hormonên tenê zer rê li ber hilweşîna navpoşê malzarokê digirin navpoşê malzarokê bi lûle û mûlûleyên xwînê dewlemntir dikin. Bi vî awayî xwedîkirina embriyoyê û berdewamiya ducaniyê hêsan dikin.[4]

Heta dawiya sê mehî ya ducaniyê, geşebûn û peresîna plasentayê didome, ji vê gavê şûnve êstrocen û procesteron êdî ji aliyê plasentayê ve tê berhemkirin û derdan.[9]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  2. ^ a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  3. ^ Biologydictionary.net Editors. "Chorion." Biology Dictionary, Biologydictionary.net, 08 Jun. 2017, [1]/
  4. ^ a b c Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  5. ^ Biologydictionary.net Editors. "Chorion." Biology Dictionary, Biologydictionary.net, 08 Jun. 2017, [2]
  6. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "villus". Encyclopedia Britannica, 3 Aug. 2020, [3]. Accessed 26 August 2022
  7. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  8. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  9. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill