Tarîxa edebiyata kurdî (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Tarîxa Edebiyata Kurdî
Nivîskar Prof. Dr. Qanatê Kurdo
Welat Swêd
Ziman Kurdî
Dîrok Cilda yekem: 1983, cilda duyem: 1985
Weşanxane Weşanên Roja Nû


Tarîxa edebiyata kurdî, berhemek ji berhemên hêjatirîn ên Prof. Dr. Qanadê Kurdo ye. Qanatê Kurdo ev berhema xwe bi navê Gulçîna Gulistana Helbestkarên Kurdan bi nav kiriye. Berhem ji du cild pêk hatine. Cilda yekem (1983) û cilda duyem (1985) çap bûne.

Pêşgotin[biguherîne]

Nivîskar di pêşgotina Tarîxa Edebiyata Kurdî de sebeba vî navî wiha aniye ziman:

“Ev nav nîşan dike ku ji gulistana helbeskarên kurdan gul hatine çinîn, gulên herî geş, ku her helbestkarek guleke geş î navdar e, giş bi tevayî ji bax û gulistanê ne. Bi rastî gotî min hemû gul ji wî baxî çinîne; di vî baxî de bi sedan gulên bêhnxweş, gulgeş hene, min nikaribû di derheqa wan gişan de binivîsiya, nav û nîşanên wan û nimûneyên afirandinên wan binivîsiya û bianiya ber çavên xwendekar û xwenedvanên delal. Ez lava ji wan dikim vê kêmasiya min bibexşîne min. Ez hêvîdar im li paşî vê xebata min, zanyar û hozanên kurdan ê rabin û bi şarezatiya xwe gulistana hemû helbestkarên kurd binivîsin û xezîneya helbestkarên me nîşan bidin” [1]

Beşên pirtûkê[biguherîne]

Qanadê Kurdo edebiyata kurdî dike du beş: edebiyata bi zaravayê kurmancî û edebiyata bi zaravayê soranî.

Nivîskar tesbît kiriye ku pirraniya pirtûkên li ser dîroka edebiyata kurdî bi zaravayê soranî hatine nivîsandin. Nivîskar derbarê vê mijarê de wiha dibêje:

“Heta nuha bi kurmancî qed xebatek der heqa dîroka edebiyata Kkurdî de çap nebûye, ku pirtûkên çapkirî yên derheqa wê de bi tîpên erebî bi soranî çapkirî ne. Ew pirtûk ev in: Eladîn Secadî, Mêjûy Edebî Kurd, Refîk Hîlmî, Edebî Kurd, Kerem Sareza, Koyî û Şarekanî û çend pirtûkên din…” Di pirtûkê de 6 partên bingehîn hene:

  • Dîroka Lêgerîna Edebiyata Kurdî Li Nava Kurdan û Li Ûris
  • Rola Kovar û Rojnameyên Kurdî Di Dîroka Edebiyata Kurdî de
  • Zanyariyên Şerefxanê Bedlîsî û Evliya Çelebî Der Heqa Helbestkar û Zanyarên Kurdan de
  • Lêgerîna Dîroka Edebiyata Kurdî li Îraqê
  • Helbestkarên Kurmanc
  • Helbestkarên Soran


Dîroka Lêgerîna Edebiyata Kurdî Li Nava Kurdan û Li Ûris Qanadê Kurdo bi helbestek Ehmedê Xanî dest bi vî beşî kiriye. Gotinên wî yên berî helbestê jî hêjayî helsegandinê ne: “Berê pêşîn, sertacê edebiyata kurdî, binyat û binaxedarê bîr û baweriya Kurdewarî, kurdperwerî û welatparêziya serxwebûna Kurd û Kurdistanê, helbestkarê Kurd ê mezin û bi nav û deng, Ehmedê Xanî, di Mem û Zîna xwe de nivîsiye ku beriya wî helbestkar û nivîskarên Kurdan hebûne, lê navên wan hatine jibîrkirin, çimkî kesek tunebûye navê wan bi bîr bîne û binivîse, ku kurd jî xudanên helbestkar û nivîskaran bûne, ku helbestkarên wan jî hebûne.”

Çapên pirtûkê[biguherîne]

Berga pêşîn a Tarîxa Edebiyata Kurdî sala 1983an li Swêdê di nav weşanên Roja Nû da weşiyaye. Berga duduyan piştî du salan, di 1983an da di nav weşanên heman weşanxanê da li Swêdê weşiyaye. Çapa duduyan di 1992an da li Enqerê ji aliyê weşanxana Öz-Ge ve hatiye weşandin. Çapa Sisiyan di Kewçêra 2009an da, di nav weşanên Lîs de li Amedê weşiyaye. Pêşgotina wê ji aliyê amadekarê pirtûkê Kawa Nemir ve hatiye nivîsandin.[2]

Çavkanî[biguherîne]