Êzdîtî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Êzîdîtî hat beralîkirin)
Êzdîtî
Gelhe tevahî
750.000 - 1 milyon[1]
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
 Iraq500.000[1]
 Almanya80.000 - 150.000[1]
Rojavaya Kurdistanê35.000
bêr Şerê navxweyî yê Sûriyê[1]
 Ermenistan30.000[1]
 Rûsya27.000[1]
 Gurcistan8.000[1]
 Swêd7.000[1]
 Ûkrayna2.000[1]
Ziman
Kurdî
Baweriya dînî
Êzdîtî
Tirba Şêx Adî li Lalişê
Deriye Şixadi, li Lalişa Nûranî
Portreya merivekî êzdî

Êzdîtî yan êzidîtî, navê ku êzdî ji dînê xwe re dibêjin, ol û dînekî Rojhilata Navîn e û li gor gelek çavkaniyan yek ji ayînên berê yên Mezobotamiya ye û yek ji dînên yekxwedayî. Mijara ku peyva êzidî li kû zayiye, ciyawaz e. Hin lêkoleran diyar dikin ku wateya wê di zimanên hind û ewropî ya kevn de "Xweda" ye.[1][2][3][4][5]

Bi gelemperî wateya êzidî li gor neteweyên misilman an jî cînarên wan û kêmzêde gelên di bandora îslamê de mane ne erênî ye. Di derbarê wan de pênîsên wekî "şeytanperest" lê ti têkîliya dînê êzîdî bi baweriyên îslamê nînin, "gawir", "dijminên elî", "zindîq", "kurdên bi porr", "bi heşt simbêlan" bikartînin.[6] Pirtûkên pîroz ên êzdîtiyê Mishefa Reş û Cilwe ne. Li gor çavkaniyan herdu pirtûk bi zimanê kurdî ne.[çavkanî hewce ye] Lê heta roja îro dînê êzdiyan bê nivîsar û bi awayekî devkî nifş bi nifş ji hêla dê û bavan ve dihate veguhastin bo zarokan. Wekî din, di ayîna êzdîtiyê de, qewl û beyt jî giring in.

Baweriya êzdiyên[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Baweriya êzdiyên bi hebûna yek xwedêyî tê. Ew monoteyîst in. Rehkûrbûn û koka dînê wan dighîje heya 2000 salî berî çêbûna pêxember Îsa. Di dest pêkê de êzîdiyên her çar tuxima jiyanê, ax, av, ba û agir diparastin. Dîn wisa pêşket, heya parastina rojê (Şêşims mefer e mêrê Êzdî ye) derkete holê. Ew jî di dîrokê de bi navê mitrayîzmê tê naskirin. Dînê êzdiyên dînekî êkane ye li hemû cîhanê. Baweriya êzdiyên bi melekê Tawis heye. Perestgeha pîroz Lalişa Nûranî, li Başûrê Kurdistanê ye, Mîrê wan beriya niha Tehsîn Beg bû lê niha bê mîrin û serokê dînî Bavê Şêx-Extiyarê Mergehê ye, li Baedreyê û Lalişê dimîne[çavkanî hewce ye].

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tê diyarkirinê ku bingehê dînê êzdatiyê divê di nav dînê civaka hind û îranî (hindo-îranî) de bê lêkolînkirinê. Ji ber ku di êzdatiyê de tomeriya fikirên hind û îranî yên kevin esas in, ku bi fikrên hind û arî ve nêzîkê hev in.[7]

Ji ber sedemên tarîxî, êzdatiyê de hinek guhertin çêbin jî, ev guhertin bingehîn nîne û êzdatiyê heta niha kariye taybetiyên eslî biparêze û ferzên ku bi dînê mezin mexsûs in, xweyî bike: dogma, rê û rism, edet û qaîde, hîyerarşî ya rûhanî û hwd. Xisûsiyetên vî dînî, wisa jî zerdeştî û dînê hindî ew e, ku êzdî gere tenê ji bûyîna xwe êzdî be, kesê ne êzdî nikare êzdî be.

Carina bi êzdiyatî dibêjin "dînê polîteyistîk" (pirxwedêtî), lê sebeb nîne, wekî êzdatiyê wisa bê navkirinê. Êzdiyatî yek ji dînên monotêîzmî ye.

Sîstêma ola êzdiyan de, cihekî gelek girîng Tawusî Melek digire, ku bi şikilê tawûs nîşan dikin. Wextê berê çend nivîskaran Tawusî Melek wek „nîşanê xirabî“ bi nav dikirin û êzdî jî wek "xirabîperest" hesab dikirin. Gore fikirên dînî yên êzdiya bi xwe, Tawusî Melek yek ji heft melekan bû, ku Xwedê ew afirandin. Xwedê Tawusî Melek roja yekşemê, ewilê afirand. Ew ciyê here mezin di gerdûnnasiya êzdiyan de digire.

Bona êzdiyatîyê di dîrokê de faktorek gelek ferz û giring Şêx Adî û ulmê wî bû, ku navbera salên 1073 û 1162an dijiya. Di wextê wî de êzdiyatî ji gelek aliyan ve hatiye rêformkirinê. Bi fikrên êzdiyan Şêx Adî ne tenê merivêk dîrokî bû ku di êzdatiyê de rêform çê kiribû, lê belê ew heman wext de wek merivek bi keremat, gelek xwedênas û merîyê biçîrok bû jî.

Heta heyama me, tenê du pirtûkên muqedes gihîştine, ku navê wan Mishefa Reş û Cilwe ne. Ew pirtûk bi herfên mexsûs bi zimanê kurdî hatine nivîsînê. Nivîsandin li gorî fikrê êzdîya û wisa jî qaîdê fikrên zerdeştî, aqilbendîya (zandarîya) mexfî ye. Lema divê qedir li dogmayên dînî û fikrên xwedênasan bê girtinê û ew, ji merîyên ku dînê din dihebînin bêne parastinê. Carina jî wisa vedişartin, ku îzin nedidan wekî mirid jî, ji şêx û pîran ulmê dîn bizanbin.

Destûra xwendinê û şirovekirina pirtûkên pîroz tenê ya ruhaniyan bû. Dibe, bi vî sebebî jî belabûîna tevavîyê pirtûkên pîroz nebû û wan li ser jîyana dînî yê her rojê êzdîyan tesîra mezin nekirin. Dînê êzdîyan bê nivîsar û devkî ji nifşekî heta nifşa dinê ji aliyê dê û bavan ve bi zarokan dihate veguhastinê.

Koka ulmê ayînê êzdiyan, ne ewqas di du pirtûkên muqedes de hatiye beyankirinê, lê ferzî û qîmetî bona lêkolîn û şirovekirina êzdîyatî qewil û beyt û çîrokên êzdîya ne. Bê wan bi ulmê dînî yê êzdîya û duakirina wan guman nabe. Bi qaîdê qewl û beyt disitirên bi dûçûyîna def û şibab.

Hemû civata êzdiyan û praktîka dînî ya wan li ser qesd-têokratîk tê parvekirinê. Êzdî tên parevekirinê li ser rûhanî (dunav) û mirîdan. Rûhanî, li sirîya xwe de, têne parevekirinê li ser şêx û pîran. Wezîfe û borcên şêx, pîr û mirîda her ber bo ber (wirase) ye. Zewac orta van sê qesda qedexbûyî ye.

Tekiliyên dîn bi zerdeştiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heta îro jî derheqê pêşdaçuyîna êzdatiyê de fikrekî hevbeş nîne. Bi texmîna merîyên ulimdar hebandina Roj û Agir wek nîşaneya wekhevbûna êzdîyatî û zerdeştiyê dihate dîtin. Bi rastî jî, êlêmêntên notila (mîna) hev hin zêdetir û kûrtir in. Ji her aliyan ve eyankirina her du dînan destûr dide wekî em bêjin, ku êzdiyatî û zerdeştî ne tenê gelek nêzîkê hev in, lê belê koka wan jî yek e.

Taybetiyên mîna hev, ji aliyê baweriyan de gelek in û her wisa dogmayên mîna hev jî herdu dînan de gelek in. Bo nimûne; duayên her rojê pênc cara, ku di îslamê de heye, ji zerdeştîyê hatiye. Edetê înîtîatîon û nîşanê firqekirinê jî di herdu sîstêmê dînan de anagorî hev in: kirasê sipî yê binî di herdu dînan de û cem êzdîya pêsîra gulover ser kirasê de, ku dibêjinê "girêban" û cem zerdeştiyan jî ser kirasê de cêbek, ku dibêjinê "girêvan".

Objeyên eslî yên hebandinê di êzdîyatî û zerdeştiyê de ev in: agir û av. Êzdiyatîyê de ji wextê qedîm ve û heta niha jî hebandina agir hatiye xwedîkirinê. Kêmtir be jî eyan e ku av tê hebandinê.

Demografîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piranîya Êzdîyên li Iraq li deverên Şengal û Şêxan dijîn, lê li beşên din ên Kurdistanê jî li cihên cûr be cûr weke li Mêrdînê, Êlihê, Rihayê, Efrînê û Serhedê û herwiha Êzdîyên ku li welatên Qefqasan, Sovyeta Berê û Îranê dijîn jî hene. Hejmara wan ji ber dijwara Kurdên Misilman û Misilmankirîna wan di sedsalên bihurdî de êdî kêm buye. Hejmara Êzdîyên di navbera 800 hezar û derûdora milyonekê tê texmînkirin. Dîsa di serî de li Almanya (60.000) [8] li welatên Rojavayê Ewropa jî êdî diyasporayeke Millete Êzdî heye.

Diyaspora[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piraniya Êzdîyên Bakurê Kurdistanê di salên 90î û şûn de ji ber pevçûnên di navbera dewleta tirk û PKK'ê cîh û warên xwe berdan û koçber bûn. Ew bi taybetî li Almanya û Belçîkayê bi cîh bûn. Êzdiyên welatên Sovyeta Berê terqiyan welatên din, hindek ji wan li Ermenistanê dimînin, hindek li Gurcistanê û yên din rewîyên Ûkrayna, Rûsya û welatên din li Ewropayê. Di dema dawî de, piştî kû rejîma Sedam Huseyîn têk çû û dijminahîya di navbera ol û komên etnîkî li Îraqê mezintir bû, êdî gelêk Êzdî ji Iraq jî koçberî Ewropayê dikin.

Navdarên êzîdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d e f g h i j K. Himly (1863), Das persische Wort "Yezdan" in den verwandten Sprachen, p 371 (almanî)
  2. ^ http://www.kurdistanica.com/?q=book/export/html/104
  3. ^ http://orvillejenkins.com/peoples/yazidi.html
  4. ^ Philip G. Kreyenbroek (2009), Yezidism in Europe: Different Generations Speak about their Religion
  5. ^ R. Leviton (2005), Encyclopedia of Earth Myths
  6. ^ T. Menzel (1911-2), Ein Bitrag zur Kenntnis der Jeziden, p 89-211 (almanî)
  7. ^ Rodziewicz, Artur, edîtor (30 çiriya paşîn 2022). Eros and the Pearl: The Yezidi Cosmogonic Myth at the Crossroads of Mystical Traditions. Peter Lang Verlag. doi:10.3726/b19936. ISBN 978-3-631-88106-4.
  8. ^ Li gor agahiyên televizyona almanî n-tv, ji orîjînalê di 3 tebax 2008 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 1 tîrmeh 2008