Here naverokê

Omer: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina Drüfft (gotûbêj) hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya MikaelF
Etîket: Vegerandin
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Min du peyven biyani yê negerek ( qîz , qebûlkirin ) û ji bo wan peyvên kurdî nivîsand.
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 43: Rêz 43:
Omer 13 sal di pey [[cenga Fîl]], li [[Meke|Mekeyê]] hatiye dinyayê. Bi angorî gotina wî, ew çar sal di pey [[cenga Fîcar a mezin]] ji dayîka xwe bûye. (1)
Omer 13 sal di pey [[cenga Fîl]], li [[Meke|Mekeyê]] hatiye dinyayê. Bi angorî gotina wî, ew çar sal di pey [[cenga Fîcar a mezin]] ji dayîka xwe bûye. (1)


Bavê wî [[Xetabê kurê Nufeyl]] e, neseba wî di Ke'b de digihîje Pêxember, ji [[qebîla Qureyş]], ji mala Edî ye. Diya wî qîza birayê [[Ebû Cehl]] (an jî qîza apê wî) [[Henteme]] ye. (2)
Bavê wî [[Xetabê kurê Nufeyl]] e, neseba wî di Ke'b de digihîje Pêxember, ji [[qebîla Qureyş]], ji mala Edî ye. Diya wî keça birayê [[Ebû Cehl]] (an jî keça apê wî) [[Henteme]] ye. (2)


Dîrok ji dema beriya mislimantiya wî pirr behsê nakin. Lê di piçûktiya xwe de ji keriyê bavê xwe re şivanî kiriye, dû re jî dest bi tîcaretê kiriye. Bi piranî bi tev karwanên ku diçûn [[Sûrî|Suriyê]] re hevaltî dikir. (3)
Dîrok ji dema beriya mislimantiya wî pirr behsê nakin. Lê di piçûktiya xwe de ji keriyê bavê xwe re şivanî kiriye, dû re jî dest bi tîcaretê kiriye. Bi piranî bi tev karwanên ku diçûn [[Sûrî|Suriyê]] re hevaltî dikir. (3)


Di [[Nezantî|dewra cahiliyeyê]] de yek ji eşrefên Mekeyê bû û sefareta dewleta Mekeyê jî di dest wî de bû. Dema cengekî di navbera wan û hinekên din de çêba, Omer balyozê di navbera her du terefa bû; Omer çi raporê bida mekiyan bi angorî wê raporê hereket dikirin. Ger pirsgirêkekî di navbera du heb qebîleyên Mekeyê de derketa, Omer di vê pirsgirêkê de rolekî mezin dilîst û gotin û biryara wî, di vê pirsgirêkê de dihat qebûlkirin. (4)
Di [[Nezantî|dewra cahiliyeyê]] de yek ji eşrefên Mekeyê bû û sefareta dewleta Mekeyê jî di dest wî de bû. Dema cengekî di navbera wan û hinekên din de çêba, Omer balyozê di navbera her du terefa bû; Omer çi raporê bida mekiyan bi angorî wê raporê hereket dikirin. Ger pirsgirêkekî di navbera du heb qebîleyên Mekeyê de derketa, Omer di vê pirsgirêkê de rolekî mezin dilîst û gotin û biryara wî, di vê pirsgirêkê de dihat pejirandin. (4)


Omer, xwedî mîzacekî sert û girêdayê bi baweriyên kevn va bû. Di destpêka Îslamê de, wî jî li hember mislimanan cephe girtibû. Wisan li urf û edetên xwe xwedî derdiket ku ji herkesî pirtir wî dixwest ji Îslamê re astengiyê derxe. Heta rojekî [[şûr]]ê xwe girt û çu ku Hz. Muhemmed bikuje. Lewra bi angorî wî; [[Muhemmed]] pêxember dînê bav û kalê wan înkar dikir û tu hurmetekî Wî ji [[put]]ên wan re tunebû. Di civînekî de mekeyiyan biryara kuştina Hz. Muhemmed dan, Omer jî di nava wê biryarê da bû. Ji hemiyan Omer şûrê xwe girt û bi rê ket ku biçe ji boy kuştina Hz. Muhemmed. Lê çuyîna wi, bû sedemê [[Îslam|mislimantiya]] wî.
Omer, xwedî mîzacekî sert û girêdayê bi baweriyên kevn va bû. Di destpêka Îslamê de, wî jî li hember mislimanan cephe girtibû. Wisan li urf û edetên xwe xwedî derdiket ku ji herkesî pirtir wî dixwest ji Îslamê re astengiyê derxe. Heta rojekî [[şûr]]ê xwe girt û çu ku Hz. Muhemmed bikuje. Lewra bi angorî wî; [[Muhemmed]] pêxember dînê bav û kalê wan înkar dikir û tu hurmetekî Wî ji [[put]]ên wan re tunebû. Di civînekî de mekeyiyan biryara kuştina Hz. Muhemmed dan, Omer jî di nava wê biryarê da bû. Ji hemiyan Omer şûrê xwe girt û bi rê ket ku biçe ji boy kuştina Hz. Muhemmed. Lê çuyîna wi, bû sedemê [[Îslam|mislimantiya]] wî.

Guhartoya 10:09, 28 çiriya pêşîn 2018

Omer - عُمر
Navê Omer
Navê Omer
PîşeXelîfeyê Îslamê yê 2'emîn (Serdem 634-644)
HevjînZeynep bintî Maz'ûn
Zarok8 Law 4 Qîz
Dê û bav
  • Xetab îbn Nufeyl (bav)
biguhêreBelge

Omer, Emer, Omerê kurê Xetab (bi erebî: Umar ibn Khattab) di navbera salên 634-644'an de duyem xelîfeyê ayîna Îslamê ye. Di 591'ê de li Mekeyê hatiye dinê û di 644'an de hatiye kuştin.[1]

Kurtnasî

Navê bavê wî Xetabê kurê Nufêl, navê diya wî Hanteme bû û ji êla Qureyşiyan bûn.

Duyem Xelîfeye ola Îslamê ye (634-644). Piştî Ebûbekir ew dibe Xelîfe û nav oldarên Îslamên da wek Xelîfeye herî bidad tê nasîn.

Cara yekem di dema wî da walî û qadî ji hev cûda tê ve guhêztin. Salnameya Hîcrî wek salnameyek fermî tê pejirandin.

Dîsa dema wî da di pêvajokî kurt de welatên mîna Îraq, Îran, Kurdistan, Xorasan, Sûrî, Filistîn û Misir Misilmantiyê dipejirîne û dikeve bin ala Îslamê.

Bûyîna Omer ibn Xetab

Omer 13 sal di pey cenga Fîl, li Mekeyê hatiye dinyayê. Bi angorî gotina wî, ew çar sal di pey cenga Fîcar a mezin ji dayîka xwe bûye. (1)

Bavê wî Xetabê kurê Nufeyl e, neseba wî di Ke'b de digihîje Pêxember, ji qebîla Qureyş, ji mala Edî ye. Diya wî keça birayê Ebû Cehl (an jî keça apê wî) Henteme ye. (2)

Dîrok ji dema beriya mislimantiya wî pirr behsê nakin. Lê di piçûktiya xwe de ji keriyê bavê xwe re şivanî kiriye, dû re jî dest bi tîcaretê kiriye. Bi piranî bi tev karwanên ku diçûn Suriyê re hevaltî dikir. (3)

Di dewra cahiliyeyê de yek ji eşrefên Mekeyê bû û sefareta dewleta Mekeyê jî di dest wî de bû. Dema cengekî di navbera wan û hinekên din de çêba, Omer balyozê di navbera her du terefa bû; Omer çi raporê bida mekiyan bi angorî wê raporê hereket dikirin. Ger pirsgirêkekî di navbera du heb qebîleyên Mekeyê de derketa, Omer di vê pirsgirêkê de rolekî mezin dilîst û gotin û biryara wî, di vê pirsgirêkê de dihat pejirandin. (4)

Omer, xwedî mîzacekî sert û girêdayê bi baweriyên kevn va bû. Di destpêka Îslamê de, wî jî li hember mislimanan cephe girtibû. Wisan li urf û edetên xwe xwedî derdiket ku ji herkesî pirtir wî dixwest ji Îslamê re astengiyê derxe. Heta rojekî şûrê xwe girt û çu ku Hz. Muhemmed bikuje. Lewra bi angorî wî; Muhemmed pêxember dînê bav û kalê wan înkar dikir û tu hurmetekî Wî ji putên wan re tunebû. Di civînekî de mekeyiyan biryara kuştina Hz. Muhemmed dan, Omer jî di nava wê biryarê da bû. Ji hemiyan Omer şûrê xwe girt û bi rê ket ku biçe ji boy kuştina Hz. Muhemmed. Lê çuyîna wi, bû sedemê mislimantiya wî.

Mislimantiya wî

Omer di şeş saliya rîsaletê de bûbû misilman, dema ku ew bû misilman hejmara misilmanan bi qasî heftê-heyştê kesî hebû. (5)

Bi angorî ku Teberî ji Îbnî Ebbas riwayet dike, yê yekem ku misilmantîya xwe bi eşkerayî ji her kesî re îlan kiriye, Omer e. (6)

Omer beşdarî hemî cenga (wekî Bedir, Uhûd, Xendek, Xeyber) bû. Di hinekan de jî serleşkerî kiriye.

Bi hilbijartina Ebû Bekr ku bû xelîfe, Omer roleka pirr mezin lîst.

Piştî wefatkirina Ebû Bekr, Omer di sala 634'an de bû xelîfe. Xelîfeyê duyemin.

Hinek nûzayiyên di dewra Omer de

  • Dezgeha dîwanî hate saz kirin û qeydê leşkeran û meaş û hatiniyên wan ên cengê hatin nivîsandin.
  • Heya Hz. Omer erk qazîtiyê di dest parêzgar de bû. Lê Hz. Omer dezgehek dadwerxane serbixwe saz kir û ji serê dezgehê rê qazî ve guhêztin kir. Hz. Omer rêwerz dida qaziyan da ku di bîryarên xwe de ji zagona Îslamê dernekevin. Dadwerxane raste rast girêdayê bi Xîlafetê ve bû. Bi vê dezgehayê, wekheviya hemî hemwelatiyan zêdetir kete rewacê.
  • Di alîkariya bêçaran da ferqa navbera Misilman û ne Misilmanan rakir, hemwelatiyên bêçar ji kîjan dînî ba jî, ji dewleta Îslamê alîkariyê distendin.
  • Girîngiyek pir mezin da ser perwerdêhi. Di hemî herêmên ve girtin kir de mizgeft û pê ve girêdayî xwendegeh avakir. Ji bo xwendegehan ferzende ve guhêztin kir û meaşek zêde da wan, da ku gelê perwerdehiya bikin, kesek nezan nemîne. Wek tê gotin ku di dema Hz. Omer de çar hezar mizgeft hatine avakirin (7)
  • Rojmêr di dema Hz. Omer de hate pêk anîn. Hz. Omer hicreta Pêxember bingeh girt û di karên dewletê de rojmêr bikar anîn.
  • Ta heyama Hz. Omer de, perên biyaniyan di rayîcê da bûn, li alî Iraq û Îranê dîrhemên Farisan, li alî Sûriyê û Misrê jî dînarên Bîzansa dihat bikar anîn. Her çiqas Xalidê kurê Welîd di sala 15 hicrî de, li herêma Taberiyeyê dînarê Îslamî çê kirî bûn jî ewqas di rewacê de nebû. Hz. Omer di sala 17 hicrî de perê Îslamê kir rayîcê[çavkanî hewce ye].
  • Hz. Omer guhartina kizwet dikir û di nava gel de digeriya. Her wiha halên gel baştir fêhm dikir û pirsgirêkên wan çareser dikir.
  • Ji fermanberên xwe re gelek bi rêzkarî bû.

Di sala 644'an de ji aliyê xulamê Xiristiyan ê Farisî Ebū Lu'lu'a Feroz ve hat kuştin[çavkanî hewce ye].

Çavkanî

http://www.serhed.org/modules.php?name=News&file=article&sid=577

http://www.yehhu.com/biyografi.asp?islem=yolla&id=1602

1) Îbnul-Esîr, Usdul-xâbe, Qahire 1970, IV/146

2) Îbnul-Esîr, Usdul-xâbe, Qahire 1970, IV/146

3) H. Îbrahîm Hesen, Tarîxul-Îslâm, Misir 1979, I/ 210

4) Suyûtî, Tarihul-Hulefâ, Beyrut 1986, 123; Üsdül-gâbe, IV, 146

5) Îbn Sa'd / Tebeqetu'l Kubra / II/ 268-269

6) Suyûtî: Tarîxul-Xulefa / Beyrût 1986 /129

7) Ehmed en-Nedwî, Esrî-s-Seadet

  1. ^ http://www.unitedamericanmuslim.org/hzomer.php