Teşîrêşkê biçûk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Teşîrêşkê biçûk
Dabeşandina zanistî

Teşîrêşkê biçûk, teşîreşkê biçûk an bangovik (Falco naumanni)[1], cureyekî şimqaran (Falco) e.

Şayes[biguherîne]

Dirêjiya teşîrêşkê biçûk qasî 27–33 cm û dirêjiya baskan 63–72 cm. Teşîrêşkê biçûk nola teşîlok xuya dike lê dûvika wî kin e. Rengê pişta teşîrêşkê biçûk qehweyî û beşa binî gewrê xêzxêzokî ye. Ser û dûvika teşîrêşkê biçûk gewr in wekî teşîlokê, lê deqên tarî ser pişta wî hindiktir in, gupa wî bi xêzên reş in û pîneyên gewr ser baskan xuya dikin.

Reftar[biguherîne]

Teşîrêşkê biçûk hêlînên xwe ser avahiyan, kendalan û di kunên daran çêdike ji bo ji 3-6 hêkan bike. Teşîrêşkê biçûk şimqarekî koçer e di havînê de û werzê zivistanê li Afrîkayê bakur, Pakistan û carinan li Hindistan û Îraqê derbas dike

Parêzî[biguherîne]

Teşîrêşkê biçûk mêş û mûr pir caran dixwe, lê balindeyên biçûk, xijende û kojeran bi taybetî mişk jî dixwe.[2]

Belavbûn[biguherîne]

Belavbûna teşîrêşkê biçûk ji Deryayê Spîyê Navîn li Spanya û Morokê destpê dike û di Asyayê navîn bi alî başûrê ta Çîn û Mongolya diqede. Teşîrêşkê biçûk li welatên Afrîkayê navîn û başûr dijî ye.

Pêşangeh[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. wek li Kurdaxê li Rojavayê Kurdistanê navkirin
  2. "Falco_naumanni". Animal Diversity Web. University of Michigan. Standin: 2008-12-01. 

Girêdanên derve[biguherîne]