Teşîreşkê biçûk
Teşîrêşkê biçûk | |
---|---|
Nêr (li rastê) û mêyên teşîrêşkên biçûk | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Falconiformes |
Famîle: | Falconidae |
Cins: | Falco |
Cure: | F. naumanni |
Navê zanistî yê latînî | |
Falco naumanni Fleischer, 1818 | |
Belavbûna teşîrêşkê biçûk di Havîn û zivistanê. |
Tu dikarî vê gotarê ji gotara wekhev a almanî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Teşîrêşkê biçûk, teşîreşkê biçûk an bangovik (Falco naumanni)[2], cureyekî şimqaran (Falco) e.
Şayes
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dirêjiya teşîrêşkê biçûk qasî 27–33 cm û dirêjiya baskan 63–72 cm. Teşîrêşkê biçûk nola teşîlok xuya dike lê dûvika wî kin e. Rengê pişta teşîrêşkê biçûk qehweyî û beşa binî gewrê xêzxêzokî ye. Ser û dûvika teşîrêşkê biçûk gewr in wekî teşîlokê, lê deqên tarî ser pişta wî hindiktir in, gupa wî bi xêzên reş in û pîneyên gewr ser baskan xuya dikin.
Reftar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Teşîrêşkê biçûk hêlînên xwe ser avahiyan, kendalan û di kunên daran çêdike ji bo ji 3-6 hêkan bike. Teşîrêşkê biçûk şimqarekî koçer e di havînê de û werzê zivistanê li Afrîkayê bakur, Pakistan û carinan li Hindistan û Îraqê derbas dike
Parêzî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Teşîrêşkê biçûk mêş û mûr pir caran dixwe, lê balindeyên biçûk, xijende û kojeran bi taybetî mişk jî dixwe.[3]
Belavbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Belavbûna teşîrêşkê biçûk ji Deryayê Spîyê Navîn li Spanya û Morokê destpê dike û di Asyayê navîn bi alî başûrê ta Çîn û Mongolya diqede. Teşîrêşkê biçûk li welatên Afrîkayê navîn û başûr dijî ye.
Pêşangeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Museum specimen
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ BirdLife International (2012). "Falco naumanni". IUCN Red List of Threatened Species. Version 2012.1. International Union for Conservation of Nature. Roja gihiştinê 16 tîrmeh 2012.
- ^ wek li Kurdaxê li Rojavayê Kurdistanê navkirin
- ^ "Falco_naumanni". Animal Diversity Web. University of Michigan. Roja gihiştinê 1 kanûna pêşîn 2008.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Wikimedia Commons medyayên di warê Teşîreşkê biçûk de hene
- http://www.youtube.com/watch?v=VFi6M0Zg2Mk%7C Vîdiyo
- Species text in The Atlas of Southern African Birds.
- Lesser Kestrel breeding in a village in the south of France Girêdana arşîvê 2013-06-03 li ser Wayback Machine
- Ageing and sexing (PDF; 3.5 MB) by Javier Blasco-Zumeta & Gerd-Michael Heinze Girêdana arşîvê 2013-11-12 li ser Wayback Machine