Here naverokê

Tebkê

Tepkê
Tepkê li ser nexşeya Sûrî nîşan dide
Tepkê
Tepkê
Koordînat: 37°2′45″Bk 42°7′47″Rh / 37.04583°Bk 42.12972°Rh / 37.04583; 42.12972
WelatBaşûrê Rojavaya Kurdistanê
DewletSûrî
ParêzgehHesîçe
NavçeDêrik
Bilindahî
540 m (1770 ft)
Nifûs
6.200
Map
biguhêreBelge

Tebkê an Tepkê (el-Tabqa [çavkanî hewce ye]) gundekî bi ser Dêrika Hemko Hesîçeyê , li hêla Koçeran e.

Ew hêl hatiye naskirin bi hêla Koçeran, ji ber ku piraniya gundên wê, yê Koçerane û ev gund bi xwe ne ji zûde hatine avakirin, ji ber ku Koçeran di dema berê de gund ava nedikirin ew koçerbûn, havînê diçûn zozana û zivistanê dihatin germiyanê, ew xwediyê sewêl bûn.

Dema ku çêra sewalê wa li beriyê nedima û diniya gerim dibû, konê xwe datanîn û berê xwe didan zozanê fereşîna. Sînor tunebûn, Kurdistan hemî dibin destê Osmaniyan dibû, û berya ku berfa potik li zozana dest pê bikê koçera berê xwe didane beriyê, beriya wa jî, ji çiyayê Qereçoxê dest pê dikir ta bi çiya yê Şingalê, ev berî hemî li pêşiya koçera fekirîbû, lê piştî ku sînor ketin nava Kurdistanê, ser xet û bi xet çêbûn, koçera jî dev ji koçiriya xwe berda û gund ji xwe re ava kirn.

Der dora gundê Tebkê di buharêde pir xweş dibê, ji ber ku hemî qelaç in, ew qelaç bi gul kulîlkê rengî têne xemilandin. Gundê Tebkê 278 mal in û 6200 mirov in. Mirov dikarê bêjê ji seda heft yan heşt[çavkanî hewce ye] ji wan xwedî nasname ne û yê dî tev bê nasname ne.

Gundê Tebkê hemî koçerên Mîran in.

Li derdorê Tebkê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li hêla bakûr, Gundê Mêrga Mîran e, tê gotin ku, ev gund kevn e ji ber nêzîkbûna wî ji bajarê Kurik re, ew bajar bi xwe îro nemaye lê dema ku mirov diçê ciyê bajêr mirov dizanê ku ev der barê bajar bû û hin dibêjin ku ev bajar beriya sed û pêncî salî avabû, û ew derev hemî li ser wî bajarîbûn, lê pirsek tê bîra mirov? Çima û çawe ew bajar xirabûye û xelkê wî kîbûn, gelo ew bajarê kurdan bû, kurdan avakir û biyaniya xirakir, yan biyaniya avakir û kurdan xirakir!? Mixabin kes tiştekî li ser vî bajarî nizanê, wekî dî di dar di ser şûnwarê bajêre hene yek jê re dibêjin Dara Keçikê û ya dî jê re dibêjin Dara Kurik, dibê ku çîroka keçikê û kurik girêdayî bê bi xirakirina bajêr ve.[çavkanî hewce ye]

Li hêla rojhilat, gundê Besta Sîs e, ew jî gundê koçera ye û herdû gund pir nêzîkê hev in; li hêla rojava gundê Girê Reş e, ev gund ne koçer in; li hêla başûr gundê Sêgiran ye, ew jî koçer in. Lê li başûr û rojhilatê gundê Girzîro ye, ev gund hin koçer in û hin ne koçer in, yê ne koçer bê koçer ji warê dibêjin Dê Manî.

Dora gund hemî hêrik û newal in, ciyê gund yê kevin ew newale lê îro gund ji hev bela bûye, bi serê wa hêra ketine wek bajarekî piçûk lê hatiye, ne xasim dema ku mirov ji hêla başûr ve lê binêrê.

Li başûrî gund Berîka Vale ye, lê li rojhilat û rojava û bakur hemî hêrik û newal in û bi seda bîrê petrolê li wa qelaça hatine kolan û petrol tê derxistin.

Di navbera gundê Tebkê û gundê Besta Sos de newalek heye, dema ku melayê Besta Sîs bang didê dengê wî digihê Tebkê û bi vî rengî jî gundê Girê Reş ew jî wesa nêzîkî Tebkê ye li hêla bakur Gundê Mêrga Mîran jî nêzîkî Tebkê ye.

  • Enes Xelîl (Kurdek ji gundê tepkê ye)