Tengezarê Marînî
Tengezarê Marînî | |
---|---|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Tengezarê Marînî helbestvanê kurd e ku di 4ê îlona 1959an de li Tirbespiyê, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê.[1]
Perwerde û pisporî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Marînî du salan edebiyata erebî li zanîngeha Helebê xwendiye. Pisporiya karmendiya medya nû (Communication, Relation and Presentation) xwendiye. Di gel Prof. Dr. Hartmut Griese, li zanîngeha Hannoverê û Duhokê kar kiriye. Pisporiya wergerandina derûnasî û nojdariyê xwendiye, kar kiriye û rahêner e, li nik EMZ (Navenda nojdariya regezan) û bajarê Hannover. Di bîr û raya giştî de, bi helbestên xwe û nivîsên xwe yên li ser rexneya toreyî û wergerandina helbestvanên almanînivîs tê naskirin.
Şarezayî di zimanên kurdî (kurmancî-soranî), erebî, îngilîzî, almanî û suryanî de heye.
Karê wî li Almanyayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Marînî di kovarên Stêr, Pirs û Pêl de berpirsê destpêşkeriya navenda çanda cîhanî li Hannover, Almaniyayê bû. Dûre, di rojnameya Azadiya Welat de qunciknivîs bû û di gelek rojname, kovar û malperên kurdî de li cih û welatên cuda de dinivîse. Ew berpirsê komîta kurdên Hannoverê, navenda rewşebîrî û ragihandinê û berpirsê yekîtiya nivîskarên Kurdistana Rojava li Almaniya ye.
Tengezarê Marînî îro li Almanyayê dijî.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pirtûkên çapkirî bi kurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kilît, helbest, 1992, Beyrût
- Çirûska xewneke bazdayî, helbest, 1993, Şam
- Evîna Leylan û Mijê, helbest, 1998, Hannover
- Şevnema şînê, helbest, 2001, Hannover
- Nesrîna qedexe ji bêcirriya te, 2005, Amed
- Kalo: bêdengî nepara te ye, helbest, 2006, Hannover
- Helbestên rengîn, amadekirin û werger ji almanî, Erich Fried, lêkolîn û helbest, 2006, Dihok
- Pantelonê şeytanî, Italo Calvino, ji almanî, 2008, Dihok
- Zanista rexneyî di navbera tiyorî û praktîkê de, rexne, 2014, Dihok
- Çend berhevokên tenduristiyê, mîna sîstema tenduristiyê li Almanya, mamografî û penceşêra singê û trawma xemnakî û derûnnasî.
Pirtûk ên bi almanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Der Baum der Freiheit ("Dara azadiyê"), dokumentasyon, 1998, Hannover
- Funken des Nebel ("Tîrêjên mijê"), helbest, 2000/1 û 2002/2, Hannover
- Was hast du gesagt? ("Te çi got?"), helbest, 2010, Hannover
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Nivîsên Tengezarê Marînî Girêdana arşîvê 2004-09-20 li ser Wayback Machine
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Salih Kevirbirî (2011). "Hevpeyvînek li gel helbestvan Tengezarê Marînî: Helbest mîna sîberê ye, di gel mirov bi rê dikeve!", r. 1 û 16-18. Dilname, 4:2011, Kobanî.
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |