Gotûbêja bikarhêner:Bikarhêner
Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî!
[çavkaniyê biguhêre]Wîkîpediya, ensîklopediya azad a bi kurdî,
- Wîkîpediyaya kurdî projeyeke navneteweyî û azad e. Armanca wê komkirina zanyariyan a bi alîkariya çavkanî û jêderan û bi şêweyê ensîklopediyê ye. Hewleke hevbeş e ku ensîklopediyeke azad derkeve holê. Her kes dikare tevlî nivîsandina vê berhemê bibe. TU nivîskarê/a vê ensîklopediyê yî! Gavên pêşî gelek hêsan in.
- Berî ku tu dest bi karê xwe bikî, ji kerema xwe re li vir binêre. Heke te alîkariya bikarhênerên din hewce be û tu bixwazî ji bikarhênerên Wîkîpediyayê re binivîsî, here rûpela gotûbêja mijarê û dû re li jor « Mijarekê lê zêde bike » bitikîne.
- Ji ber sedema mafên telîfê em li Wîkîpediyayê nivîsên di çavkaniyeke din de li vir nanivîsin, lê bikarhêner dikarin bi gotinên xwe û bi nîşandana çavkaniyê ji çavkaniyên din sûd werbigrin. Ji kerema xwe re agahiyên peyv bi peyv ji malper, pirtûk an jî kovaran li ser Wîkîpediyayê kopî neke. Tu nivîskar î û divê tu gotarên xwe bi peyvên xwe binivîsî!
- Heke alîkarî ji te re hewce be tu dikarî rûpela Alîkariyê bixwînî û pirsên xwe li Dîwana Wîkîpediyayê an jî Kurdîgehê binivîsî.
- Dema ku tu di gotarekê de tiştekî biguherînî, divê tu bi nêrîneke bêalî û bi zimanekî ensîklopedîk binivîsî. Çavkaniya agahiyê jî ji bir neke!
- Îmzeya xwe li nava gotarê nexe û di gotaran de reklamê neke an jî e-mail û hejmara telefona xwe nenivîse. Ji bo danasîna xwe tu dikarî di rûpela xwe ya bikarhêneriyê de bi bikaranîna şablona Babîlê agahiyan bidî.
- Dema te ji bikarhênerên din re peyam nivîsand, ji kerema xwe li gorî hîmên rêzgirtinê tevbigere û wisa bifikire ku her kesê li vir weke te dixwaze ji bo pêşvexistina Wîkîpediyayê beşdar dibe û wan weke kesên niyetbaş bihesibîne. Pênc hîmên sereke yên Wîkîpediyayê jî bixwîne.
- Divê mirov xwediyê/a tenê yek hesabî be! Hinga çend hesabên heman kesî an jî çend hesabên mirovên cuda yên ku di gotûbêjan de ji bo bidestxistina avantajê bi hevre tevdigerin, di Wîkîpediyayê de weke kuklabaziyê tê binavkirin û ev dibe sedema astengbûnê.
- Heke te rê û rêbazên Wîkîpediyayê xwendibî, êdî tu dizanî bikarhêner çi dikin û bi çi awayî gotaran diguherînin. Wîkîpediyaya kurdî her roj di nava pêşketinê de ye. Niha 90.443 gotarên bi zaravayên dimilî, kelhûrî, kurmancî û soranî yên bi tîpên latînî hene.
Kurterêbera rastnivîsînê ya Wîkîpediyaya kurdî
|
|
Klavyeya kurdî: Kurdî-h • Kurdî-tr (metod ji bo klavyeya tirkî)
--MikaelF (gotûbêj) 16:45, 14 reşemî 2015 (UTC)
Guhertinên peyvan û sernavan
[çavkaniyê biguhêre]Silav! @MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Mehk63: @Gomada: @Penaber49: @Bablekan: Belkî hûn dizanin ku hevalê @Bikarhêner: roj bi roj min rexne kir ji ber ku min çend peyv û sernav guherand. Carînan min xwe sûcdar kir . Lê ez niha dibînim ku ew hevalê Bikarhêner him derewkar e him jî bi du rû ye . Yaw tu ji me re henek dikî ? Te min zor rexne kir ku min peyvan guherand. Aniha tu eynî kar xwe dikî ? De do serî de sernavê gotara pirtûk wek kitêb guherand. Paşê te bi wê berdewam kir û sernavên hevalê @MikaelF: guherand. Yaw tu xwe çi dihesibînî ? Peyva pirtûk ji aliyê Celadet Alî Bedirxan hatibû bikaranîn .Nûsazî û reformên wî ji aliyê gelek rewşenbîran hate berdewam kirin . Ma tu niha karê wan mezinan paşguh dikî? Avestaboy (gotûbêj) 20:20, 4 tîrmeh 2022 (UTC)
- @Avestaboy: Islûba te ya xeberdanê nexweş e. Ez jî dikarim sifatên nexweş li te bikim, min heya vêga ji te re wekî sifat tenê "cahil" û "nezan" bi kar anî. Lewma biedeb xeber bide. Tu ne mixatabê min î. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:39, 4 tîrmeh 2022 (UTC)
- @Bikarhêner: tu çawan î? Li vir hindek li ser rêz û rêzikên edebê li Wîkîpediyê bisekine: [1] / [2]. Xwezîka ev rûpêl bi kurdî (latînî) jî hebûna. Silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 12:49, 5 tîrmeh 2022 (UTC)
- @MikaelF , @Penaber49 , @Ghybu ew ne tenê cara yekem e ku Bikarhêner ji bo zimanê xwe yê tûj hat rexne kirin . Li ser kontoya min jî ew ji aliyê hevalê @Gomada û çend bikarhênerên din ji bo zimanê xwe yê tûj jî hatibû rexne kirin. Ew dersê hê hîn ne bûye . Min li ser gotara Mekteba şevînî dengdanek li dar xist . Temam ew dikare dengê xwe normal bide. Lê ew berdewam dike ku nîqaşê bi kar bîn e da ku bi tiştê çewt li ser min belav bike . Mixabin, ne hemî bikarhêner û nivîskar her gav çalak in. Lewma ew jî her tim bi şans bû. Ew ji başbûna nivîskar û bikarhêneran bi kar tîn e da ku daxwaza xwe tade bike .Dema ku ez tiştek normal pêşniyar dikim ew bi êrişkarî reaksiyon dike. Bikarhêner ne Jimmy Wales e. Ew ne xwediyê Wîkîpediyayê ye, ne xwedê ye û ne jî xwediyê zimanê kurdî ye. Gotûbêj ji bo me normal e, lê êdî ez nahêlim ew êriş min bike û devê min qedexe bike. Ew êrişkar dipeyve û paşê xwe wekî bêguneh nîşan dide. Êvar baş Avestaboy (gotûbêj) 20:52, 13 kanûna pêşîn 2023 (UTC)
- @Bikarhêner: tu çawan î? Li vir hindek li ser rêz û rêzikên edebê li Wîkîpediyê bisekine: [1] / [2]. Xwezîka ev rûpêl bi kurdî (latînî) jî hebûna. Silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 12:49, 5 tîrmeh 2022 (UTC)
Question from Mehmet Yakut21 on Gotûbêj:Friedrich II yê Mezin (19:08, 4 kanûna paşîn 2023)
[çavkaniyê biguhêre]Silav ji we û hezkirîyên we re. Ez dixwazim çavkanîya nivîsê pê ve bikim lê mixabin ez nizanim çawa? Navê Çavkanîyê : Friedrich der Große Werke und Schriften Albert Ritter (Hg.) Ausgabe Weltbild Verlag GmbH, Augsburg 1998 --Mehmet Yakut21 (gotûbêj) 19:08, 4 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Silav Mehmet Yakut21 Min sererast kir [3]. Gelo rast bû? Herwiha bnr wêneyê li aliyê rastê. Tu dikarî ISBNya kitêbekê jî lê zêde bikî da ku çavkanî lê zêde bikî. Niha divê rûpelê binivîsî bi vî şiklî: {{Sfn|Ritter|1998|p=105}}
nimûne--Balyozxane (gotûbêj). 15:53, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Wêneyê Adem Geverî
[çavkaniyê biguhêre]Silav @Bikarhêner û @Balyozxane Ez dixwazim wêneyê Adem Geverî ji malpera Voice of America (Dengê Amerîka) bar bikim . Li ser wêneyê logaya Voice of Amerika ye .Gelo etîket rast e û wêne derbasdar e ? https://www.dengeamerika.com/a/1812225.html Avestaboy (gotûbêj) 22:52, 16 nîsan 2023 (UTC)
Çalakbûna te
[çavkaniyê biguhêre]Silav @Bikarhêner, çalakbûna te li ser Wîkîpediyayê pir kêm e. Gorî min rasta atengkirina bikarhêner bila kesekî çalak be. 2001:871:210:85B3:2051:54DF:D4E5:C527 10:54, 23 kanûna paşîn 2024 (UTC)
Arşîvkirin
[çavkaniyê biguhêre]Silav bira. Dixwazî gotûbêja te otomatîk were arşîvkirin? --Balyozxane (gotûbêj). 21:52, 8 sibat 2024 (UTC)
- @Balyozxane: Merheba, belê. Wê baş be. -- Bikarhêner (gotûbêj) 23:01, 8 sibat 2024 (UTC)