Dijepeydaker

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Li ser rûyê dijepeydakeran molekulên epîtop he ye.

Hemû tiştên ku dibin sedema çalakbûna sîstema bergiriyê, wekî dijepeydaker an jî dijpeydaker[1][2] bi nav dibin[3][4]. Dijepeydaker bi îngilîzî wekî antigen tê binavkirin. Peyva antigen ji pêşgira -anti ya antibody (dijeten) û paşgira -gen pêk tê. Paşgira -gen ji boy peydakirin, berhemkirin, çekirin tê bikaranîn. Ango di zimanê îngilîzî de wateya antigen “tişta ku dijeten (antibody) peyda dike” ye [5]. Dijepeydaker bi taybetî lîmfexaneyan çalak dike. Lîmfexane jî dijeten der didin. Bi gelemperî, du beşên serekî yên dijepeydaker ji aliyê lîmfexaneyan ve tê nasîn. Dijepeydakerên bîyanî û dijepeydakerên xwemalî.

Dijepeydakerên biyanî[biguherîne]

Bi kutanê(vakslêdan) dijepeydakerên neçalak an jî yên lawaz tûşî laş dibe.
Mêşhingiv ji kulîlkên riwekan tozkulilk(polen) berhev dike. Ev giloka zer a li ser lingê mêşhingivê, tozkulîlk e. Herwisa li gel jehra mêşhingivê tozkulîlk jî madeyek dijepeydaker e.

Çavkaniya dijepeydakerên biyanî (bi îngilîzî: foreign antigens, heteroantigens) derveyî laş e[6], ji hawirdorê peyda dibin. Wekî mînak pirtikên bakterî û vîrusan an jî bermahiyên bakterî û hokarên nexweşiyê dijepeydakerên biyani ne. Herwiha jehra maran, jehra mêşhingivan, hin cureyên proteînên nav xurekan, an jî xwîn û plazmaya mirovekî din jî ji boy laşê me dijepeydakerên biyanî ne. Hin cureyên dijepeydaker dibin sedema hestiyariyê(alerjî) wekî mînak tozkulîlk (polen) ên riwekan an jî hin proteînên nav xurekan dijepeydakerên ji hawirdor in[4] . Kutan(vaksîn) ji boy çalakkirina sistema bergiriyê tê bikaranîn, bi kutanê (vakslêdan ) dijepeydakerên lawazkirî tûşî laş dibe, ango kutan jî dijepeydaker e[3].

Dijepeydakerên xwemalî[biguherîne]

Dijepeydakerên xwemalî (bi îngilîzî: self-antigens, autoantigens)[6] di laşê mirov de çê dibin. Laşê mirov dijepeydakera xwemalî û ya biyanî ji hev derdixe û li dij dijepeydakera xwemalî sîstema bergiriyê çalak nake.

Pêkhateya dijepeydakeran[biguherîne]

Ji bo her cureyek dijepeydaker, plazmaxane cureyek dijeten berhem dike û der dide[4]. Dijepeydaker bi gelemperî ji proteînan, peptîdan (zincîra asîden amînî) û polîsakkarîdan(zincîra monosakkarîdan/şekirên basît) çêbûyî ne. Lê hin dijepeydaker ji yekgirtina çewrî û polîsakkarîdan çê dibin, ev dijepeydaker wekî dijepeydakerên ji lîpopolîsakkarîd çêbûyî tê bi navkirin[7]. Hin caran jî dibe ku dijepeydaker ji asidên nukleî çêbûyî be.[8]Li ser rûyê dijepeydakeran hin beşên taybet hene, van beşan wekî diyarkerên dijepeydakerî (bi îngilîzî: antigenic determinants ) bi nav dibe[6] . Li ser rûyê dijepeydaker de ne yek lê zêdetir beşên diyarkerên dijapeydakerî hene. Navê van beşan wekî epîtop (bi înglîzî: epitope ) jî tên bi navkirin[7]. Bi kurtasî em dikarin bêjin ku epîtop nexşên taybet ên li ser rûyê dijepeydaker in. Beşa guherbara dijeten a bi epîtopa dijepeydaker ve tê girêdan jî wekî paratop bi nav dibe. Ji boy her epîtopek, ji plazmaxaneyan cureyek paratop tê berhemkirin û derdan. Rûyê epîtop û paratop temamkerên hevdu ne.

Hevbandoriya dijepeydaker û dijetanan[biguherîne]

Gava dijeten rastê dijepeydaker tê, yek ji van karên li jêr pêk tê.

Qusîn(aglutînasyon)[biguherîne]

Dijeten xwe bi rûyê dijepeydakeran ve girê didin û kom dibin. Çawa kî dema proteînên nav şîrê tov dibin û şîr diquse, koma dijeten û dijepeydaker jî wisa di nav xwînê de an jî di nav şileya navbera şaneyan de diqusin. Xaneyên hellûşêner, bi hesanî ji ev qusînê agahdar dibin û koma dijepeydaker û dijetenan têkdişikestin[7].

Opsonîzasyon[biguherîne]

Di zimanê yewnanî de wateya opsōneîn (opsonin) “ji boy xwarinê amede kirin” e. Dijeten li ser rûyê dijepeydaker de kom dibin, ji bo qûtdana dijepeydaker xaneyên hellûşêner hander dikin. Bi taybetî dijetena IgG xwe li ser epîtopên dijepeydakeran ve girê dide, beşa Fc (bi îngilîzî FC=fragment of crystallization) ya dijeten jî vala dimîne, li ser rûyê xaneyên hellûşêner û kujerexaneyên sirûştî de wergirên FC hene, ev xaneyan bi navbeynkariya van wergiran bi hesanî xwe bi beşa FC ya dijetenê ve girê didin û dijepeydakera bi dijeten ve girêdayî têk dibin[7].

Nêtarkirin[biguherîne]

Dijeten xwe li ser rûyên dijepeydakeran ve girê dide.

Nêtarkirin (bi îngilîzî: neutralisation) ango bêbandorkirin. Dijeten xwe li ser rûyê dijepeydakeran ve girê didin, nahêlin ku dijepeydaker tûşê xaneyên sax bibin. Bi vî awayê êrîşên hokarên nexweşiyê bêbandor dikin[7].

Çalakirina sîstema temamker[biguherîne]

Dijeten xwe li ser rûyê dijepeydakeran ve girê didin û proteînên sîstema tememker hander dikin. Bi handera dijetenan sîstema temamker çalak dibe û parzûna xaneya hokara nexweşiyê (dijepeydaker) kun dike û hokara nexweşiyê dikuje. Bi taybetî, dijetenên ImG û IgM xwe li ser rûyê dijepeydakeran ve girê didin û sîstema temamker a riya klasikî didin destpêkirin[7].

Çavkanî[biguherîne]

  1. http://ferheng.info/alfba/25956/
  2. http://ku.m.wiktionary.nom.rs/wiki/dijpeydaker
  3. a b OpenStax Biology. 2013.[1]
  4. a b c Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  5. https://www.merriam-webster.com/dictionary/antigen
  6. a b c ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA,Antigen [2]
  7. a b c d e f OpenStax, Microbiology, openstax, 2016 p774-785 [3]
  8. "Antigens - Boundless Anatomy and Physiology". courses.lumenlearning.com.