Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/6ê kanûna pêşîn
Xuyakirin
Bûyer
- 1790 – Kongreya Amerîkayê ji New Yorkê barkirin bajarê Fîladelfiya.
- 1865 – Xala qedexekirina bendîtiyê li makezagona Amerîkayê hate zêdekirin.
- 1877 – Thomas Edison cara pêşîn dengê xwe tomar kir.
- 1897 – London di cîhanê de bû bajarê yekemîn ku xwediyê taksiyên bi lîsans bû.
- 1916 – Şerê cîhanê yê yekem; Hêzên Navend bajarê Bûkareştê zemt kirin.
- 1917 – Fînlendayê ji Rûsyayê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1917 – Li bajarê Halifax a Kanadayê cebilxaneyek teqiya. Di encamê de bêhtirî 1900 kesî jiyana xwe ji dest da û beşek ji bajar xira bû.
- 1922 – Parêzgeha Serbixwe ya Îrlendayê hate damezrandin.
- 1940 – Yewnanistanê bajarê Albanya yê bi navê Premete dagir kir.
- 1991 – Li Xirwatistanê artêşa gel a Yûgoslavyayê bajarê Dubrovnîkê bombebaran kir.
Jidayîkbûn
- 846 – Hesenê Eskerî, yek ji dozdeh îmamên şia
Mirin
- 1981 – Haşim Öztunç, zana û şoreşgerekî kurd