Wîkîpediya:Nûçe/15-02-2012
Xuyakirin
< 29-12-2011 | 17-02-2012 > |
---|
- 15'ê reşemiyê - Binçavkirina kurdan didome: Li gorî agahiyan di sê rojên dawî de 431 kurd ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatine binçavkirin. Herwiha ji sedema protestoyên li dijî Roja Reş ku li gelek başarên Kurdistanê û deverên kurd lê dijîn pêk tên de, tê payîn ku hejmara girtiyên kurd wê bêhtir bibe.
- 15'ê reşemiyê - Parlementoya Hamburgê hate dagirkirin: Îro bi mebesta protestokirina komploya navneteweyî ya li dijî serokê PKK'ê, Abdullah Öcalan, ciwanên kurd û almanên antî-faşîst parlementoya herêmî ya Hamburgê dagir kirin.
- 15'ê reşemiyê - Li Kobanê kurdan êrîşî hêzên rejîmê kir: Li gorî agahiyan merasîma defnkirina ciwanê kurd ê bi navê Ferûq Îsa yê ji aliyê hêzên rejîma Sûrî ve hatî kuştin, gel êrîş bire ser baregeha Ewlehiya Hêzên Asmanî û serokê baregehê kuştin.
- 15'ê reşemiyê - Real Madrid li Kurdistanê akademiyên werzişê diveke: Li gorî girêbesta di navbera yaneya werzişê Real Madrid û hikûmeta herêma Kurdistanê de, biryar hate dayîn ku li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Kelarê çar klub werin vekirin.