Kobrayê çolê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Walterinnesia hat beralîkirin)
Kobrayê çolê
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Binefilûm: Vertebrata
Çîn: Reptilia
Kom: Squamata
Binekom: Serpentes
Famîle: Elapidae
Binefamîle: Elapinae
Cins: Walterinnesia
Lataste, 1887
Cure
  • Walterinnesia aegyptia
  • Walterinnesia morgani
Hevwate

Atractaspis wilsoni
Naja morgani

Kobrayê çolê (Walterinnesia aegyptia)

Kobryê çolê (Walterinnesia), cinsekî marên jehrî ji famîleya marên mertalê (Elapidae).[1]

Şayes[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dirêjiya kobrayê çolê derdorî 0,5 m, lê carinan digihîje 1,3 m.

Belavbûna erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kobrayê çolê xweciyê Rojhilata Navîn e. Kobrayê çolê (Walterinnesia aegyptia) li welatên Misir, Libnan, Urdun, Îsraêl û bakur-rojavayê Erebistana Siûdî têne dîtin. Belkî li rojavayê Sûrî werê dîtin. Heger li hinek deverên Kurdistanê li Tirkiye hebe.[2]

Jîngeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kobrayê çolê li gelek cureyên baybanan dijîn. Kobrayê çolê nêzî warên mirovan têne dîtin bi taybetî li cotegehan.

Reftar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kobrayê çolê çalakgera şevê ye. Kobrayê çolê dikane nêçîra xwe bi hêza jehrê bikuje.

Parêzî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kobrayê çolê dikane qirtîş, apik, sûsmar, marên din, beqê axê, mişk û balindeyan bixwe. Kobraya çolê carinan cendekê mirî dixwe.

Jehr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cinsê kobrayê çolê gelek jehrî ye. Binepelika (LD50) ji bo jehrê ya cureyê W. aegyptia qasî 0.4 mg/kg. Ji bo berhevdanînê, binepelika Kobrayê Hindê (Naja naja) ango (LD50) ji bo jehrê, qasî 0.80 mg/kg, lê Binepelika Kobrayê saqodar (Naja nivea) ango (LD50) ji bo jehrê, qasî 0.72 mg/kg. Ev sedema xurtbûna jehrê kobrayê çolê ye.[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ ITIS (Desert Black Snake)
  2. ^ Ugurtas I. H., Papenfuss T. J., and Orlov N. L. (2001), New record of Walterinnesia aegyptia Lataste, 1887 (Ophidia: Elapidae: Bungarinae) in Turkey,” Russian Journal of Herpetology, 8: 239 – 245
  3. ^ "LD50 Menu". Ji orîjînalê di 1 sibat 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2013.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Kobrayê çolê de hene