Apik
Apik | |
---|---|
Apik (Hemidactylus turcicus.) li Xelfêtiyê (Kurdistan) | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Reptilia |
Kom: | Squamata |
Binekom: | Sauria |
Famîle: | Gekkonidae |
Cins: | Hemidactylus |
Cure: | H. turcicus |
Navê zanistî yê latînî | |
Hemidactylus turcicus (Linnaeus, 1758) |
Apik, apapika malan, apapika gurî, apapika derya sipî ya navîn, gegoyê gurî (Hemidactylus turcicus), cureyekî apapikan e.
Belavbûna erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Apik cureyekî apapikên tewr navdar e li parzemînên erdê ku têne dîtin li gelek welatên Ewropa,Afrîka, Asya û Amerîkayan. Apik li Yewnan,Portûgal, Spaniya, Îtalya, Tirkiye, Kurdistan, Iraq,Îran, Sûrî, Îsraêl, Urdun, Filistîn, Libnan, Misir, Erebistana Siûdî, Sudan,Yemen, Somalia, Erîtrea, Kenya, Oman, Qatar, Pakistan, Hind, Giravên Balear, Giravên Kenariyê, Panama, Porto Rîko, Belîze, Meksîk, Kuba û başûra DYA dijî ye [1].
Şayes
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dirêjiya apikê digihêje heta 15 cm.
Reftar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bi gelemperî, di êvarê de çalak dibe û tê dîtin. Da ku apik di êvaran de xwe baş veşêrîne rengê xwe ne tu balkêş e da ku tu canewer wî nebîne.
Hest
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavên xwe di êvare de pir baş dibînin û bîboka çavan wekî bîokên qelisî xuya dike. Li gorî zanyaran apik, canewerek e ku dikane reng jî bibîne, ye (bi piranî heywan nikarin rengan bibînin). Herwiha, apik pir hîşyar e û bêtewş tevdigere. Ji ber porikên xwe yên pir biçuk ên ku di bin lingên xwe de peyda ne, apik kare xwe li dîwaran bizeliqîne û bê dijwarî li ser dîwaran bimeşe. Bi alîkariya ev porikan apik kare hêzên Van der Waalsê (hêzeke fîzîkî) bikarbîne û heta li ser pencereyan bile hilmeşe.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |