Wekîl Mistefayêv

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Wekîl Mustefayev hat beralîkirin)

Wekîl Mistefayêv[1] (jdb. 1938 li Semerkandê, Ûzbêkistanm. 20ê avrêla 2019an, Belçîka[2]) pêşengê tevgera jinûveavakirina xweseriya kurdan a ku Yosîf Stalîn xerabkiribû ye.


Wekîl Mistefayêv
biguhêreBelge

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Binemaliya Wekîl Mistefayêv bi reçeleka xwe digihîje hoziya (eşîreta) Koroxlî, ango Rewşan. Di sala 1937an da ji ber siyaseta Stalîn û Panturkîstên Azerbeycana Soviyetê, malbata Wekîl Mistefayêv, mîna hezar malbatên kurdan, ji Kurdistana Sor hatibû aksorkirin (sirgûnkirin). Ew kurdên Kafkasê di salên 1937an û 1944an da bi zorê ji xaka kal-bavan hatibûn veqetandin û di komarên Asiya Naverast - Qazaxistan, Qirgizistan, Tacîkistan û Ûzbêkistan - da hatibûn cîhwarkirin.

Wisa, Wekîl Mistefayêv di sala 1938an da li Uzbekîstanê ji dayîk bûbû. Di salên Şerê Cîhanî yê Duyem da xwîşk û brayekî wî digel hezar zarokên kurdan li Asya Naverast ji birçîbûnê mirin.

Lê piştî serdema Stalîn hinde pêngavên lîberal û înternasyonalîst li Yekîtiya Sovyetê hatibûn avêtin û li ber zarokên kurdên sirgûnkirî jî riya pêşdaçûna kesanî (şexsî) vebû. Wek encam, Wekîl Mistefayêv di navbera salên 1955an û 1963an da jiyana xwe bi Artêşa Sor ya Sovyetê va girêda û bûbû fermandar.

Ji sala 1963an û virda Wekîl Mistefayêv xebatkarê elwekariya Sovyetê bû û karên taybetî ji wî dihatine xwastin. Ewlekariya Sovyetê hemû xebatkaran ji bona operasyonan di dewletên biyanî da amade dikirin. Wekîl Mistefayêv gereke bişandana Çînistanê, lê ewî daxwaza xwe ji bona xebatekê li Kurdistanê yan di nav Kurdan da diyar kiribû. Pêştirî vê, Wekîl Mistefayêv pêşniyara karmendên Sovyetê red kir, ligor kîjanê ew dikaribû nasnameya xwe biguhasta û dewsa “Kurd” di xeta NETEWE da “Uzbek” yan “Tacîk” binivîsiya. Ne behetî ye, ku ji ber vê serhişkiya Wekîl Mistefayêv, berpirsyarên ewlekariya Sovyetê kariyera wî xitimandin û wî şandine xebata hundurî Yekîtiya Sovyetê.

Di sala 1967an da Wekîl Mistefayêv beşa (fakûlteta) dadgeriyê li Zanîngeha Frûnze (paytexta Kirgizstanê) qedand û wek dadger li bajarê Oş li Kirgizstanê dest bi xebata taybetî ya dijî korûpsyonê kir.

Di sala 1970an da Wekîl Mistefayêv xwe kire nav meydana metirsiyê, dema ewî koma hevalbendên Koyçûmanov ji ber sedema korûpsyonê binçavkir. Koyçûmanov merivekî pir bi bandor bû, ji be ku ew pismamê Usubaliyev, Serkreterê Yekem ya Partiya Komûnîstên Kirgizstanê, bû û kes nediwêriya xwe bikira kirê wî. Lê têkoşîna Wekîl Mustafayev bi ser ket û Koyçûmanov digel dostên xwe ligor biryara dadgeha Kirgizstanê hatibû cezakirin. Nivîskarê binavûdeng Çîngîz Aytmatov û Serokwezîrê Kirgizstanê Sultan Ibragîmov piştgiriya Mistefayêv kirin û xwastin, ku serokatiya Partiya Komûnîsta Kirgizstanê ji dizan bihête rizgarkirin. Lê Sekreterê Yekem Usubaliyev desthilata xwe hişk girt û dijberê xwe Sultan Ibragîmov da kuştinê. Wê demê êdî Wekîl Mustafyev neçar ma, ku ji Kirgizstanê derkeve.

Di salên 1970î-1980î da Wekîl Mistefayêv di polîsa Komara Autonom Kara-Kalpak da, ya beşeke Komara Uzbekîstanê ye, xebata dijî bertîlkirina karmend û siyasetmedaran birêvedibir. Wekîl Mistefayêv yek ji wan kesên xizmetgozar bû, yên mezintirîn korûpsyona Sovyeta berê li Uzbekîstanê hilweşandin.

Bi vî cûreyî Wekîl Mistefayêv têkiliyên giring bi korên Moskovayê fermî ra saz kirin û êdî bi vekirî karibû mesela berwelatê xwe li Kafkasê biîne rojeva siyaseta Sovyetê.

Cîhê gotinê ye, ku ji sala 1981an da, dema Wekîl Mistefayêv şandine Komara Azerbeycanê, ew bi nû va xwe sipêrande pirsgirêka kurdan. Xebata wî li polîsa navçeya autonom ya Nexçevanê bû, ya di navbera Ermenistan, Îran û Tirkiyê da ye, lê bi fermî beşeke Komara Azerbeycanê ye. Nexçevan jî wek tê zanîn parçeyeke Kurdistana dîrokî bû, li Başûr herêmên Kurdistana Rojhilat, li Rojava jî herêma Serhedê ye. Bi sedan salan ew ji sê cemawerên etnîkî pêk dihat: kurd, ermenî û tirk. Ligor jimara destpêka sedsala 20an, li wir 50% kurd bûn, 40% ermenî û yên mayîn jî komên tirkziman yên curbicur bûn. Lê mixabin, piştî Şoreşa Cotmehê (Oktober) li Rûsiya, Nexçevan kete nav sînorên Komara Azerbeycanê. Mixabin, ramyara azeriyan ya dirêjxayan gihîşte encameke wisa, ku niha li wir ermenî nemane, kurd jî yan hatin sirgûnkirin yan jî xwe wek azerî binav dikin. Bêguman, herêma Nexçevanê ji Wekîl Mistefayêv ra giring bû, daku ew buhujandina kurdan li Azerbeycanê vekolîne û pilaneke vejînkirina şanaziya gelê me li Kafkasê bide ber xwe. Balkêş e, ku berî avakirina Dewleta Sovyetê, herêmên Kurdan li Laçînê (Kurdistana Sor), Zengezûrê (li Ermenîstana îro), Nexçevanê û Serhedê bi hev ra girêdayî bûn!

Di meha Nîsana 1985an da rewşenbîr û gundiyên kurd li Ermenistan û Azerbeycanê li kêleka Wekîl Mistefayêv sekinîn û nehîştin, ku birêvebirên Azerbeycanê wî mîna “ekstremîstekî Kurd” ji xebatê derxin û careke din bişînin Uzbekîstanê. Heta endamekî giring ji Wezîrxaneya Dadê ji Moskovayê – navê wî Bajenov – bi xwe hate bajarê Bakû (paytexta Azerbeycanê) û komployên dijî Wekîl Mistefayêv da sekinandinê.

Wextê di sala 1989an da nijadperestiya Kirgizstan, Ermenîstan û Kazakistanê gihîşte asteke bilind, Wekîl Mistefayêv bandora xwe bi kar anî, daku Kurdên li wan deran dijîn zirara mezin nebînin. Herweha ew yek ji amadekarên rêxsitina “Yekbûn” bû, ya armanca xweseriya Kurdistana Sor bi pêş dixist.

Ne behetî ye, ku karmendên Azerbeycanê û Kurdên xwefiroş zexta xwe li ser Wekîl Mistefayêv dikirin, daku ew dev ji hizra autonomiya kurdan berde û xwe ji serokatiya Kurdistana Sor paşve bixe. Wek mînak, wana carnan xwast wî bertîl bikira, carnan jî metirsiyên dora malbata wî bilêv dikir. Di ser re jî, ji sala 1994an da Xwedê giravî kadroyên PKK heval Cemal û heval Mahaddîn dijî Kurdistana Sor rawestiyan û weha digotin: “Derdê me ne çendik-çend gund li Kafkasê ne, mebesta me avakirina Kurdistana mezin e!”. Wan herduan hertişt kir, ku Wekîl Mistefayêv ji Kafkasê dûr bixin. Di dawiyê da wana Wekîl Mustafayev û malbata wî şandine ba gerîllayên Kurdistana Bakur.

Iro Wekîl Mistefayêv, xwediyê şeş xelat û nîşanên rêzgirtinê ji hukumeta Sovyetê, digel jin û zarokên xwe li Italiyayê bûye penaber. Kebaniya wî jî fermandara polîsa Rûsiyê ye, lê ji ber ku ew tev mesela Kurdistana Sor bûbû, ewê xebata xwe winda kir.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Dr. Zorab, Têbinî: Ev agahî ji Malpera Pen-Kurdê hatiye wergirtin.
  1. ^ https://en.calameo.com/read/0001394187c65b50725f3
  2. ^ "Kızıl Kürdistan Başkanı Mustafayev hayata gözlerini yumdu". Rûdaw. 20 gulan 2019. Roja gihiştinê 8 gulan 2019.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]