Kurdistana Sor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Nexşeya Kurdistana Sor. Di vê nexşeyê de wekî Kurdistan Uyezd xuya ye, peyva rûsî "uyezd" tê wateya nehiye, qeza an herêm[1]
Kurdistana Sor, 1930

Kurdistana Sor (bi rûsî: Красный Курдистан, Krasniy Kurdistan; bi azerî: Qizil Kürdistan) otonomiya kurdên YKSS'ê ku di nava salên 1923 heya 1929'an de berdewam kiribû.

Kurdistana Sor projeyeka Lenîn bû ku Lenîn beriya mirina xwe ew pêk anî. Ji bo kurdên di nava Azerbeycan û Ermenistanê de dijîn herêmeke serbixwe avakir. Lenîn alîkariya neteweyên kêmnifûs dikir ku di bin şovenîzma neteweyên zêde nifûs de neyên pişavtin û li wan pêkutî neyên kirin. Ew cihên ku kurd lê dijiyan ji xwe cih û warê kurdan bû, ku ne bi koçberî hatibûn wir. Bajarên Laçîn, Qûbadlî, Kelbajar hwd parçeyek ji axa Kurdistanê bûn.

Hin agahiyên derbarê Kurdistana Sor[biguherîne]

  • Paytext: Laçîn
  • Zimanê fermî: kurdî (zaraveyê kurmancî)

Kurdisyana a Sor a ku 1923- an de li ser erdnîgarîya Kurdistana kevnar û dîrokî de hatibû damezirandin û di sala 1929-an de bê sebeb tê rûxandin. Di sala 1937-a kurdê Kafkazîyayê bi fermana Stalîn bê sebeb, bê qanûn nava 24 seeta de li bin şert mercên giran û dijwar de surgunî Asîya Navîn û Kazaxistanê dikin.

Kurdistana Sor (ango bi tîpên kîrîlî, Кöрдьстана Сор) ji aliyê Josef Stalin ve li ser daxwaza Tirkiye û Îranê tê hilweşandin û kurdên herêmê yên ku dewleta xwe diparêzin tên kuştin an sirgûnkirin.

Ji salên 1940-1950 î ji bo parastina maf ê gelê xwe ên sîyasî, cîvakî, aborî, çandî Mehmedê Siloyê Bava destbi têkoşînê dike.[2]

Ku M.Barzanî tê Sovyêtê (1947-1958) dema ku Ermenîstanê nava kurda de digere wedekî mala Mehmedê Siloyê Bava de dimîne. Babayêv bi Serokê kurdan M. Barzanî ra diçe qebûla serok komarê Ermenîstanê S.A.Tovmasîyan. Serok M.M.Barzanî ji wî hivî dike ku jêra soz bide wekî salê 10-15 law û keçên kurd bê îmtîhan zanîngehada werên qebûlkirin. S.A.Tovmasîyan gilî dide û sozê xwe diqetîne. Bi daxwaz û tekîda M.M.Barzanî Babayêv sazî û rayedarên dewletêra nama dişîne û hivî dike ku sebebê nefîkirina kurda agah kin. Bersîv nastîne lê tên jêra dibêjin careke din karê wehara mijûl nebe, Babayêv li mala xwe de Gênêralê kurd M.M.Barzanî re soz dide ku yê heya dawîya emrê xwe ji bo mafê gelê xwe, ji bo rastîyê yê berxwdanê bike. Berxedaneka weha ne hêsabû gelek cara mala wî digerin, tu zext, zor, astengî, bandor, xeberdartî, dijwarî nikarin wî bidin rawestandin, gellek cara rayedarên dewletê jêra radigihînin ku dest ji kurdayetîyê berde, lê ew vî karê pîroz bi bawerî heya dawîya emrê xwe berdewam dike. [3]

Ji bo ku kurd mafên xwe ên hindabûyî û pêpezkirî dest bînin bizava M.S.Bava di salên 1989-90 î de li paytaxt bajarê Moskovaêda meşa derbazdikin. Di dîroka kurd û Kurdistanê de yekemîn carbû ku kurdê Sovyêtê meş ê da bangî dewletê dibûn dewa dasekinandina mafê xwe dikirin û bi serwêrtîya BABAYÊV daxwaza ji nûva avakirina Kurdistana Sor dikin. Di vê meşêda bi hewla Babayêv ji 9 komaran ên Yektîya Sovyêtê 2000-an zêdetir kurd beşdar dibin. Dewlet soz dide ku daxwaza kurda bîne cî. Lê desthilatdar ên Yektîya Sovyêtê agahdar dibin ku di navbera hin rewşenbîrên kurda de neqayîlbûn heye. Nîvî bi rêbertîya Babayêv ji bo ji nûva avakirina Kurdistana Sor îsrar dikin, çend rewşenbîr jî hevdu digirin û nama dewletê re dişînin ku Kurdistana SOR naxwazin. Rayedar ê dewletê kurdara radigihînin ku kengê kurd bi giştî bi yek biryarbin wîçaxî ewê daxwaza wan çareserkin. Weha kurd hevdura ziman nikarin bivînin, hemberî hevdu radiwestin. Lê mixabin dem dibuhure. Di sala 1991 a de Yektîya Sovyetan hilweşya di erdnîgarîya Sovyetêda dewletên nû ên serbixwe pêjda hatin. Bi vî awayî ev armanc û nêta Kurdistana Sor nehat sêrî. Belkî jî tewanbarê vê ew çend rewşenbîrên kurdbûn kijan ku bibûn asteng, pêşerojêda dirokê vê helwest û asbêktê aşkar û zelalke. Dîrokê de tu tişt veşartî namîne. Her buyer tê xuya kirin û nirxandinê.

Di 1992-1993 de tevî Qerebaxa Çîya Kurdistana Sor jî di hêla Ermenîstanê ve tê dagir kirin. Mijara Kurdistan a Sor jî hêdî-hêdî mînanî dewleta kurd a Şeddadîya derbazî arşîva dîrokê dibe.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Î.O. Farîzof (1957). Ferhenga ûrisî-kurmancî. Moskva.
  2. Nûbar, № 1 (8-9), sal 2007, Almata, Kazaxistan, s. 19-21.
  3. Rêya jîyanê, Hesenê Hecîsilêman, 2009, Almata, Kazaxistan,(bi zimanê rusî)

Lînkên baldar derbarê gotarê de[biguherîne]

https://krd.sputniknews.com/nerin/20150611253626/ https://krd.sputniknews.com/nerin/20150621285263/ http://www.beroj.de/nivis/57-ismail-besikci/221-kurdistana-sor.html

http://hertist.com/1448/mehmede-siloye-bava-babayev-mamed-suleymanovic-ki-ye-kiye

http://basnews.com/index.php/kr/reports/321009

http://krd.riataza.com/2017/01/07/sertekosere-kurdistana-sor/