Xançepek

Map
Xançepek

Xançepek[1], Taxa Filla[2] Taxa Filehan, taxeke Sûra Amedê ye ku dîroka wê bi qasî Amedê kevn e. Ji taxên ewil yên Sûrê ye. Ji bilî taxê Xançepekê, navê herêmeke di hundirê Sûrê de ye. Ji gelek taxan pêk tê. Navên ku dewletê li wan taxa kirine Hasırlı, Savaş, Fatihpaşa, Dabanoğlu û Süleyman Nazif, yanê mirov kare bêje ji minareya Çarling û heya ber bi sûrên Deriyê Rojhilat (Deriyê Nû, Yenîkapiyê) ve Xançepek tê hesêbê. Di nav gel de berê weke Taxa Filehan an Taxa Filla dihat zanîn.[3]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di vê herêmê de an taxê de gelek neteweyên cûda bi hev re dijiyan. Cihû, fileh, asûrî û keldanî û ermenî her çiqas di taxên cûda de bûn jî her kes bi dînê xwe dijiya. Di vê taxê de dêra ermeniyan, keldaniyan û ya asûriyan hene. Herweha mizgeftên kevn jî tê de hene. Dêra Dayika Meryem jî di vê taxê de ye.

Di sala 1948an de piştî avabûna dewleta cihûyan Îsraêl, cihû vê taxê diterikînin, pêşî diçin Stembolê û ji wir de jî diçin Îsraêlê. Piştî hereketa Kîprosê ya Tirkiyê jî tax yekcarî ji filehan vala dibe. Niha ji bilî 6-7 malbatên ermenî yên fileh li Sûrê nemane.

Di salên 2015-2016an de di şerê xendekan de ev tax cihê herî dijwar yê şer lê diqewimî bû. Heya ku eniyên sereke yên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ev tax bû. Bazara Mast, minareya Çarling, mizgefta Kurşunlû û dibistana seretayî ya Silêman Nazif eniyên sereke yê YPSyê ku şerê giran tê de bû, daxilê Xançepekê bû. Ji ber şer tax zirar û ziyanek pir mezin dît. Hama bêje tax bi temamî xera bû hate xerakirin. Niha ji Minareya Çarling wêdetir têketin qedexe ye. Ji pişta minareyê ve dora taxê bi sacên demir hatine dorpêçkirin.[4]

Nexşeyên taxa Xançepekê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Migirdîç Margosyan (2011). Bi sê zimanan Taxa Filla. Aras, Stembol.
  2. ^ Migirdîç Margosyan (2011). Bi sê zimanan Taxa Filla. Aras, Stembol.
  3. ^ Karakaşlı, Karin (16 adar 2017). "Gâvur Mahallesi, gâvur dünyası". agos.com.
  4. ^ "Diyarbakır'ın başka yüzü Hançepek". evrensel.net. 6 tebax 2002.