Here naverokê

Behram (gerstêrk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Behram hat beralîkirin)
Behram ♂

Dîmenek ji Behramê ku di sala 2007an de bi rengê xwezayî hatiye wênekirin.
Taybetmendiya rêgehê
Rojdûrk 249,209,300 km
1.665 861 PA
Rojnêzk 206,669,000 km
1.381 497 PA
Hevrêzbûn bi erdê re 779,9643 roj
Taybetmendiya fizîkê
Nîveşkêla ekwatorê 3,396.2 ± 0.1 km
0.533 (Dine 1)
Nîveşkêla cemseran 3,376.2 ± 0.1 km
0.531 (Dine 1)
Dahatîbûn 0.005 89 ± 0.000 15
Rûpîvan 144,798,500 km²
0.284 (Dine 1)
Qeware 1.6318 × 1011 km³
0.151 (Dine 1)
Bariste 6.4185 × 1023 kg
0.107 (Dine 1)
Rakêşa rûxarî 3,711 m/s2
Gera li dora xwe 24,62 saet
24st 37d 22s
Hişkiya axa xwe 3.9335 ± 0.0004 g/cm³
Têhna ser rûyê  kêm
186 K
nîvekî
210 K
zêde
293 K
Taybetmendiya atmosferê
Pestoya atmosferê 0.636 (0.4–0.87) kPa
Elementên sereke * Duanoksîda karbon: 95,32 %

Behram, bi latînî: Mars yan jî Merîx (bi farisî: مریخ‎; bi erebî: المريخ‎) yek ji neh gerstêrkên Pergala Rojê ye ku bi nêzîkbûna xweyê Rojê piştî gerstêrkên Tîr, Gelawêj û Erdê (Dinya) re, gerstêrka çarem e. Behram 227,9 milyon kîlomêtre ji rojê dûr e ku gerstêrkeke bejayî ye û xwedî atmosfereke zirav e. Ji ber ku heyama zivirînê û her weha kêşa hêlîna zivirînê ya li gorî rêgeha eklîptîkê dişibin hev, roj û demsal ên Behramê bi yên Dinyayê re hevber in. Behram bi Çiyayê Olympusê, volkana herî mezin û çiyayê herî bilind ê naskirî li ser gerstêrka Pergala Rojê û bi Kanyona Valles Marineris, yek ji mezintirîn kanyonên Pergala Rojê ye. Tejaneya Borealis a nerm a li Nîvkada Bakur e û ji 40% rûbarê axa gerstêrkê digire.[1]

Behram gelekî ji dineyê piçûktir e, du gerstêrk jî li dora Behramê digerin, navê yekê Fobos e û ya din Deimos e.

Behrem gerstêreke ji berê de ji mirovên li ser rûyê erdê de dijîn re nas e, ew jî ji ber rengê wê yê sorî geş ê di asîmên de ye . Dibe ku ji vî rengê sor jî Behram li cem Babîlan û Yewnaniyên kevin bûbe sembola Xwedayê şer û cengê bi navê Nergal (en) (Babîl) û Arês (Yewnan). Di Romayê de navê Mars stand. Di sedsalên dawî de piştî Galileo Galilei sala 1564-1642 û çêkirina teleskopan gelek zana bi gerstêrka Behram mijûl bûn. Wan guman dikir, ku bajarvaniyeke pir bilind lê heye, nemaze piştî ku çîrokên zanistiya leylanî li ser hatine nivîsandin, êdî gerstêrka Behram kiribû ser her zimanî. Pir fîlmên sînema yên fantastîk li ser mirovên kesk ji gerstêrka sor hatine çêkirin, ên ku dihatin serdana dinyayê, carinan bi aşîtî û carinan jî bi şer ji bo kolekirina mirovan.

Li gor zanînên dawî Behram hişk û hola û bê av e. Bi axeke rengê zer an ber bi sor ve rûgirtî ye, yan ji asîdên hesinî bi hev ketiye. Dema li ser rûyê Behram ba radibe, ew axê bi xwe re radike û bablîsokên tozê çêdike, yên bi teleskopê wekî ewrên zer tên dîtin ew e. Sala 1956 li ser planêtê ewrekî zerî pir mezin hate dîtin. Hêdî hêdî aliyê polê başûr tev girt û piştî neh rojan ji ber çavan winda bû. Berî niha bûyerek halo tu caran nehatibû dîtin. Bablîsokên tozane bêhtirên caran di destpêka havînê de peyde dibin. Ji bilî van ewrên zer carinan ewrên spî jî tên dîtin. Ew jî yan ji ewrên bilind in, ên ji krîstalên qeşayê bi hev ketine û yan jî mija nizm e, nêzîkî rûyê gerstêrkê di ser berfê re ne.

Ne hemû rûyên Behramê çola hişk û hola ye. Li gelek cihan, nemaze nêzîkî nîvê başûr em dikarin cihên tarî bibînin, ên ku navên derya, cezîre, çem û yên din li wan hatine kirin. Li gor baweriya hin zanayan ew cih hewa ne û giha û şînî lê heye. Di zivistanê de ew cihên tarî gewr dibin, bê reng dibin û pir ji wan di wê saldemê de nayên dîtin. Lê ku bihar tê, berfa serê her du kumên polî dibişive, ji ava wan çem diherikin û ji nişka ve ew deqên tarî dîsa bel dibin û xuya dikin. Wekî ku şîn bibin. Di destpêka havînê de pir xweşik diyar dibin. Piştre dîsa gewr dibin ta ku zivistan tê careke din winda dibin.

Keştiyên gerdûnî, yên li ser danîne gelek informasionên nû û hêja ji Zemînê re şiyandine. Lê pirsa mezin a "Gelo tu formên jiyanê li ser Behramê hene an na" hîn ne bi erê û ne bi na hatiye bersivandin. Tiştê xuya ew e, ku tu formên jiyana bilind li ser vê gerstêrkê nîn in. Dibe, ku formeke jiyana prîmîtîv di destpêkê de hebe, wekî bakteriyan û şîniyên yekşanik. Lê heke bi tenê bakterî jî hebin dîsa wê li pir pirsên fîlosofî û olî bi dîtineke din were nerîn. Gelo di gerdûnê de em bi tenê ne? Gelo di nav milyonên gerstêrk, stêrk û galaksiyan de tu kaniyên jiyane yên din nîn in? Tîna mirov naşikê ta ku bersivê nestîne.

Taybetiya fizîkî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Behram, bi qasî nîvê çapa Cîhanê ye. Bi qasî ji 15% ji qebareya Dinyayê û ji 11% ji wekî girseya Dinyayê ye. Di encamê de bi qasî ji 38% wekî gravîteya rûyê erdê heye. Xuyabûna sor-porteqalî ya rûyê Behramê ji ber oksîda hesinê (III) yan jî jengê çêdibe. Rengên din ên rûyên hevpar, li gorî madenên heyî; zêrîn, qehweyî, tan û kesk e.[2]

Mîna Erdê, Berham jî veguheriye navokek metalîkî ya qelew ku ji hêla materyalên kêm qels ve hatiye dorpêç kirin. Modelên heyî yên hundurê wî tê wateya naverokek ku di serî de ji hesin û nîkelê bi qasî ji 16-17% ji kewbûrê pêk tê.[3] Tê pêşbînîkirin ku ev navoka kewbûrê ya hesin(II) ji hêla hêmanên siviktir ve du qat ji ya Erdê dewlemendtir e.[4] Navok ji hêla mantoyek silîkatî ve hatiye dorpêç kirin ku gelek taybetmendiyên tektonîkî û volkanîkî yên li ser gerstêrkê pêk anîne. Lê bi awayê ku dixûyê ku tektonîk û volkanîkên Behramê razayî ne. Ji xeynî sîlîkon û oksîjenê, hêmanên herî zêde di qalika Behramê de hesin, magnezyûm, alumînyum, kalsiyûm û potasyûm in.

Bi navînî qalindahiya qalikê gerstêrkê bi qasî 50 kîlomêtre ye û qalindahiya herî zêde qalikê 125 kîlomêtre ye. Behram ji hêla erdhejê ve çalak e. InSight di sala 2019an de zêdetirî 450 erdhejîn û bûyerên ku bi erdhejê re têkildar tomar kiriye. Di sala 2021an de hat ragihandin ku li ser bingeha yanzdeh Marslerjeyên bi frekansa kêm ên ku ji hêla dakêşana InSight ve hatine tesbît kirin ku navoka Behramê şilek e. Nîv-çap a navokê bi qasî 1830±40 kîlomêtre ye û germahiya wî li dora 1900-2000 K ye. Qalindahiya navoka Behramê ji nîv-rûberê Behramê zêdetir e û bi qasî nîvê mezinahîya navoka erdê ye. Ev ji modelên pêşbînîkirî hinekî mezintir e û destnîşan dike ku di navokê de ji xeynî hesin-nîkel bi qasî ji 15% ji sulfur, hinek hêmanên sivik ên mîna oksîjen û hîdrojenê jî dihewîne.[5][6]

Behram gerstêrkeke bejayî ye ku rûyê wê ji mîneralên ku sîlîkon û oksîjen, metal û hêmanên din ên ku bi gelemperî keviran pêk tînin pêk tê. Li binê atmosferê leza pêlên erdhejê dest bi mezinbûnê dike û li kûrahiya bi qasî 1050 km sînorê herêma veguhêz heye. Rûyê Behramê di serî de ji bazaltê tholeiitî pêk bêjî beşên ji bazaltê tîpîk bi silikayê dewlemendtir in û dibe ku dişibin kevirên andezîtî yên li ser rûyê Erdê. Parçeyên qadên bilind ên başûr di nav xwe de mîqdarên ku dikarin bên tespîtkirin ên pîroksenên kalsiyûmê bilind heye. Konsantrasyonên lokalîze yên hematît û olîvayê hatine dîtin. Piraniya rûberan bi toza oksîda zirav ya hesinê (III) bi awayekî qalind hatiye nixumandin.[7]

Wênekekî ji Behramê ku ji aliyê Phoenix ve hatiye wênekirin

Di daneyên ku di Hezîrana 2008an de ji aliyê fezayê Phoenix ve hatine şandin de derket holê ku axa Marsê hinekî alkalin e û di nav axê de magnezyum, sodyum, potasyum û klorîd heye ev mîneral ji bo pêşketina madeya organîk hemî girîng in.[8] Zanyaran biryar da ku li axa nêzî cemsera bakurê Behramê nebatên mîna asparagus lê şîn bibin. Di tebaxa 2008an de Phoenix, wekî tevlihevkirina ava Erdê bi axa Behramê dest bi ceribandinên kîmyayê yên hêsan kir û vedîtinek kir ku gelek teoriyên berê di derbarê axa Behramê de piştrast kir: wî şopên xwêyên perkloratê li axa Behramê kifş kir. Hebûna xwêyên perkloratê axa Behramê hêj balkêştir kir. Lê di heman demê de îhtîmal hebû ku hebûna xwêyên perklorate ji axa Dinyayê, nimûneyên cihêreng, an amûrên ku hatiye şandin re çûye axa Behramê; ji ber vê yekê, di vî warî de ceribandinên din hewce ne ku bi tevahî were piştrast kirin ka çavkanî axa Behramê ye yan na.[9]

Beriya yekem çûyîna Behramê ya ji bilindahiya nizm bi Mariner-4 re di sala 1965an de, gelek nîqaş li ser wê yekê hebû ku li ser rûyê Behramê av heye yan na. Ev nîqaş bi piranî ji ber çavdêrîya xalên ronahî û tarî yên dişibin derya û parzemînan bû ku li herêmên cemserî bi awayekî periyodîk diguherin. Xetên tarî ji demeke dirêj ve ji aliyê hinek çavdêran ve weke qenalên avdanê yên ku ava şile tê de ye, hatine şîrovekirin. Ev formasyonên rast ên xeta rast, ji ber ku di serdemên piştre de nedihatin dîtin, wekî îlluzyonên optîkî hatin şîrovekirin. Di demên kurt de formasyonên ku dikarin li bilindahiyên nizm pêk werin, ji holê ranebin, ava şile nikare li ser rûyê Behramê di bin zexta atmosferê ya îro de be; lê dibe ku herikandina ava şile ya demkî hebe.[10] Berevajiyê vê yekê bi taybetî li her du herêmên cemserî qeşayên avê ya mezin hene.[11] Di Adara 2007an de NASA'yê ragihandibû ku qeşaya avê ya li herêma cemsera başûr bê helandin av tevahiya rûyê gerstêrkê binixumîne û kûrahiya vê okyanûsê bigihêje 11e mêtreyê.[12] Li gerstêrkê ji cemserê heta bi 60° paralelê mantoyeke cemedê ya permafrostê heye. Tê texmînkirin ku di binê tebeqeya girosferê ya zirav a li Behramê rezervên mezin ên avê hene ku tên pêşgirtî ne nikarin derkevin ser rûyê axê.[13]

Rêjeya gazên li Behramê

Marsê 4 milyar sal berê manyetosfera xwe winda kir. Ji ber vê yekê, bayê rojê rasterast bi tebeqeya îonosfer a Berhamê re têkiliyê datîne û atmosferê zirav dihêle. Anketa Global a Marsê û Mars Express ê her duyan jî dîtin ku parçikên atmosferîk ên iyonîze kirî li valahiya Behramê belav bûne.[14] Atmosfera Behramê îro hinek tenik e. Zexta atmosferê ya li ser rûyê erdê ji 30 Pa (0,03 kPa) ku li beşa herî bilind a gerstêrkê tê dîtin heta 1.155 Pa (1.155 kPa) ku di beşa wê ya herî kûr de tê dîtin diguhere. Ev yek li gorî zexta li bilindahiya 35 kmyî ya li ser rûyê Erdê ye. Ev jî ji sedî 1ê ji zexta li rûyê Erdê kêmtir e. Ji ber kêşiya kêm a li ser Behramê, "bilindahiya pîvanê" ya atmosfera wî 11 km ji ya Cîhanê (6 km) bilindtir e. Kêşiya li ser rûyê Behramê ji sedî 38% ji kêşiya li ser rûyê erdê ye. Atmosfera Behramê ji sedî 95 karbondîoksît, ji sedî 3ê azot, ji sedî 1.6 ji argonê pêk tê. Fi heman demê de şopên oksîjen û avê jî heye. Atmosfera wî ku pariyên tozê yên bi nîvçapa 1.5 μm tê de hene, bi tevahî toz e, lewra dema ku ezman ji rûyBehramê î tê temaşekirin, rengekî pirteqalî-qehweyî (Îilîl. tawny) dixûyê.[15]

Rêgeh û vegera Behramê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Rêjeya leza gera gerstêrkên Behram, Erd, Gelawêjê û Tîrê li dora Rojê

Dûrahiya navîn a Behramê ji Rojê bi qasî 230.000.000 kîlomêtre (1.5 AU) ye. Heyama rêwitiya wî ya carekê 687 rojên Erdê ye. Rojên Behramê ji rojên Dinyayê dirêjtir e. Rojekî Behramê di 24 saet, 39 xulek û 35.244 çirkeyan de ye.[16]

Meyl a eksena Behramê gelekî nêzîkî meyl a Erdê ye û 25.19 pleye ye. Ji ber vê yekê, demsalên Behramê dişibin demsalên li Cîhanê rû didin. Lê jiber dirêjahiya gera Behramê dema demsalên Behramê nêzîkî du caran dirêjiya demsalên Cîhanê ye.

Dewra sirûştê ya Behramê 96.000 salên cîhanê ye.[17] Bi vî re li Behramê dewreke din a eksantrîteyê ya 2.2 mîlyon salî heye. Di nava 35 hezar salên dawî de, ji ber bandorên giraniyê yên gerstêrkên din, eksantrîteya li dora Behramê zêde bû. Behram û Erd (Dinya) her ku diçe nêzîkê hev dibin. Tê pêşbînîkirin ku wê di nava 25000 salên pêş de navbera Erdê û Behramê ji roja îro kêmtir bibe.[18]

  1. ^ "Cataclysmic impact created north-south divide on Mars". the Guardian (bi îngilîzî). 26 hezîran 2008. Roja gihiştinê 8 kanûna paşîn 2022.
  2. ^ mars.nasa.gov. "Videos | Multimedia". NASA’s Mars Exploration Program (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 kanûna paşîn 2022.
  3. ^ Rivoldini, A.; Van Hoolst, T.; Verhoeven, O.; Mocquet, A.; Dehant, V. (1 hezîran 2011). "Geodesy constraints on the interior structure and composition of Mars". Icarus (bi îngilîzî). 213 (2): 451–472. doi:10.1016/j.icarus.2011.03.024. ISSN 0019-1035.
  4. ^ "X-rays reveal secrets of Mars' core". web.archive.org. 21 sibat 2009. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 sibat 2009. Roja gihiştinê 8 kanûna paşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ Yirka, Bob; Phys.org. "Data from Insight reveals size of Mars's core". phys.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 kanûna paşîn 2022.
  6. ^ Stähler, S.; Khan, Amir; Banerdt, W.; Lognonné, P.; Giardini, D.; Ceylan, S.; Drilleau, M.; Duran, A.; Garcia, Raphaël F. (2021). "Seismic detection of the martian core". Science. doi:10.1126/science.abi7730.
  7. ^ Christensen, P.; Bandfield, J.; III, James F. Bell; Gorelick, N.; Hamilton, V.; Ivanov, A.; Jakosky, B.; Kieffer, H.; Lane, M. (2003). "Morphology and Composition of the Surface of Mars: Mars Odyssey THEMIS Results". Science. doi:10.1126/SCIENCE.1080885.
  8. ^ "Martian soil 'could support life'" (bi îngilîziya brîtanî). 27 hezîran 2008. Roja gihiştinê 8 kanûna paşîn 2022.
  9. ^ "Phoenix News". web.archive.org. 22 gulan 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 gulan 2017. Roja gihiştinê 8 kanûna paşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  10. ^ "Login". id.agu.org. Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2022.
  11. ^ "Recent high-latitude icy mantle in the northern plains of Mars: Characteristics and ages of emplacement". web.archive.org. 18 adar 2009. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 18 adar 2009. Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  12. ^ "Mars' South Pole Ice Deep and Wide - NASA Jet Propulsion Laboratory". web.archive.org. 16 tîrmeh 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 16 tîrmeh 2012. Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  13. ^ "Water ice in crater at Martian north pole". www.esa.int (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2022.
  14. ^ "The Solar Wind at Mars". web.archive.org. 23 adar 2010. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 adar 2010. Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  15. ^ "Atmospheric imaging results from the Mars exploratio... [Science. 2004] - PubMed - NCBI". web.archive.org. 23 çiriya paşîn 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 çiriya paşîn 2011. Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  16. ^ Badescu, Viorel (7 kanûna pêşîn 2009). Mars: Prospective Energy and Material Resources (bi îngilîzî). Springer Science & Business Media. ISBN 978-3-642-03629-3.
  17. ^ "IPS Meeus: When Was Mars Laast This Close?". web.archive.org. 16 gulan 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 16 gulan 2011. Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  18. ^ "[meteorite-list] Mars Makes Closest Approach In Nearly 60,000 Years". web.archive.org. 2 tîrmeh 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 2 tîrmeh 2015. Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)