Xwarina behîvterkê ya Dîlokê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Xwarina behîvterkê ya Dîlokê xwarineke pêjgeha kurd e. Li Dîlokê deng vedaye lê ji herêma Soranê belav bûye. Ji behîvterkê re terbehîvk jî tê gotin

Li Colemêrg, Sêrt û Amedê jî tê zanîn û xwarin. Orjînala wê bi tîkegoştê tê çêkirin lê li hin herêman goştê kişandî jî bikartînin. Li Soranê du cure mergeyê bi hev re bikartînin, a fringîyê û îsotê û carnan hin biharbêhnan jî lê zêde dikin. Li bakurê Kurdistanê biharbêhnê tevlî nakin.

Berkelî (melzemeyê xwarinê)[biguherîne]

Ravek[biguherîne]

Tîkegoştê pakij bişon, heya ava xwe dikişîne sor bikin. Deng jê hat, ango qijilî, mergeya bacanê sor û îsotê tevlî bikin, heya pijiya bihêlin.

Behîvterkan bikin du qetî, berdin nava goşt. Behîvterk pijiyan, sîra teze ya hûrkirî (an jî sîrim) tevlî bikin, ew jî pijiyan îcar alûyan tevlî bikin.

Heger dixwazin hinekê bezê qelandî yan jî kevçiyekê rûnê malê jî lê zêde bikin. Helbet ev di terîfeyê de nîne.