Încow
| Încow Yeniceoba | |
Bajerê Încow
| |
| Kargêrî | |
|---|---|
| Dûgel | Tirkiye |
| Parêzgeh | Qonye |
| Navçe | Cihanbeyli |
| Demografî | |
| Gelhe | 6.872 (2012[1]) |
| Erdnîgarî | |
| Bilindayî | 960 |
| Koordînat | 38°52′16″Bk 32°47′24″Rh / 38.87111°Bk 32.79000°Rh |
| Agahiyên din | |
| Koda postayê | 42890 |
Încow[2] an jî Yîncov (bi tirkî: Yeniceoba) di nav gundên Kurdên Anatoliya Navîn de yê herî mezin e. Încow bi navçeya Cihanbeylî ve girêdayî ye. Serjimarê gund 6872 e. Li Încowê bi Kurdî (Kurmancî) dipeyivên. Kal û pîrên gund ji xeynî Kurdî ti zimanên din nezanin.
Hin gundên li derûdorê Încowê ev in: Hecîlera, Kutiga, gundê Buldix, Celebê, Omera û Qeyê. Ji bilî Qeyê hemû gundên dî Kurd in û bi Kurmancî dipeyivin. Încow di navberê Enqere û Qonyeyê de ye.
Gundiyên Încowê, pir dewlemend in. Bi hezarên încowî li Danîmarka, Swêd, Swîsre û Almanya hwd kar dikin. Li gund erdî bi av pir e, lê cêh û genim, silk/pincar diruzê. Dar û ber lê kêm e... Deşteke pir gir e.
Tê gotin ku Încow ji salî 250 zêdetir e ku li wira bi cîh bûye. Her wuha Încowî bi xwe dibêjin ku ew ji aliyê herêma Botan, Amed, Semsûr û hatine. Deveka ku încowî pê dipeyivin dişibe devoka dengkirina Semsûr'îyan.
30'ê adarê 2014 Hilbijartine Serokatîya Şaredar;
| Parti | Rey |
|---|---|
| BDP | 2.376 |
| AKP | 711 |
| CHP | 74 |
| BTP | 43 |
| MHP | 31 |
30'ê adarê 2014 Hilbijartine Endama Civaka Şaredarî;
| Parti | Rey |
|---|---|
| BDP | 2.339 |
| AKP | 755 |
| CHP | 88 |
| MHP | 34 |
| BBP | 28 |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ TÜİK, 2012
- ^ Muzaffer Özgür, Cihanbeyli Kürtleri. Bîrnebûn, 5 (1998).
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- http://yeniceoba.bel.tr/sites/default/files/yeniceoba2.pdf Girêdana arşîvê 2012-06-17 li ser Wayback Machine
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |