Yûnis (pêxember)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Yûnis yek ji pêxemberên dînên îbrahîmî ye.

Çavkanî[biguherîne]

Çavkaniyên herî kevin ên li ser jiyan û karbidestiya Ûnis pêxember di Tewratê de ne. Serhatiya Ûnis pêxember bi xwe di kitêbeke Tewratê de tê gotin. Wekî din, di kitêba Padîşah II, 14:25'an de jî tê gotin ku ew di dema padîşah Yêrovam II de (793-753 BZ), peyxama Xwedê ji xelkê re digot.

Di Încîlê de Îsa Mesîh sê caran behsa Ûnis pêxember dike: Ew hem baweriya xelkê Nînewê tîne ber çavan û hem jî dibêje ku ew bi xwe ji Ûnis meztir e, loma hê bêtir lazim e ku xelk guhê xwe bidin wî (Metta 12:38-41; Metta 16:4; Lûqa 11:29-32). Bi ser de ew "nîşana Ûnis" şîrove dike û dibêje ka çawa Ûnis sê rojan di zikê masî de bû, weha jî Mesîh wê 3 rojan di zikê erdê de bimîne (piştî mirinê wê bê veşartin û piştre - wek Ûnis pêxember - dîsa sax be).

Di Qûranê de Sûra 37:139-148 li ser serhatiya Ûnis dibêje.

Serhatiya Ûnis pêxember li gor Tewratê[biguherîne]

Rojekê ev peyva Xudan ji Ûnisre hat: «Rabe, here bajarê Nînewê û dengê xwe li hember mirovên wî bajarê mezin hilde, çimkî xerabiya wan mezin e û gihîştiye heta ber min.» Lê belê Ûnis rabû ku ji ber Xudan bireve. Ew çû Yafayê û gemiyeke ku diçû Terşîşê, yanî diçû bajarekî Îspanyayê, dît. Wî heqê riya xwe da û li gemiyê siwar bû, da ku ji ber Xudan dûr keve.

Lê Xudan bayekî mezin şand û di deryayê de bahozeke mezin çêbû, wusa li gemiyê hat wek ku wê bişkesta. Gemîvan tirsiyan û her yekî ji wan hawar kir xudanê xwe. Wan ew tiştên ku di gemiyê de bûn avêtin deryayê, da ku rewşa gemiyê rihetir bikin. Heçî Ûnis bû, ew daketibû embara gemiyê ya binî, razabû û ketibû xeweke giran. Lê belê serwerê gemiyê hat, ew hişyar kir û jê re got: «Hey zilamo! Tu çawa radizî?! Rabe û bangî xwedayê xwe bike! Belkî ew me bîne bîra xwe û em helak nebin.» Hingê hemûyên ku di gemiyê de bûn ji hev re gotin: «Werin, em pişkê bavêjin, da em bizanin ku ji ber kê ev bela hatiye serê me.» Û wan pişk avêt, pişk jî li Ûnis ket. Wan jê re got: «Em hêvî ji te dikin, ji me re bêje, ev bela ji rûyê kê hatiye serê me? Karê te çi ye? Tu ji ku derê têyî? Welatê te ku der e û tu ji kîjan gelî yî?» Wî ji wan re got: «Ez Cihû me, ez diperizim Xudan Xwedayê ezmanan ê ku derya û bejî afirandiye.» Li ser vê yekê ew gelek tirsiyan û ji wî re gotin: «Eva te kirî çi ye?» Ji ber ku wan dizanibû ku ew ji ber Xudan direve, çimkî wî berê ji wan re gotibû. Û ji wî re gotin: «Em çi bi te bikin, ku derya li hember me raweste?» Çimkî çiqas dihat, derya hê bêtir dibû bahoz. Wî got: «Min hildin û bavêjin deryayê, hingê derya wê raweste. Ez dizanim ku ev bahoza mezin ji rûyê min hatiye ser we.» Lê zilaman bêrên şidayî kişandin, da ku vegerin bejê, lê nikaribûn, çimkî çiqas dihat derya hê bêtir dibû bahoz. Loma wan gazî Xudan kir û gotin: «Ax, ya Xudan, em lavan ji te dikin, ji sedemê canê vî mirovî, bila xwîna bêsûc neyne ser me û em helak nebin, çimkî çawa ji te re xweş hatibe, te wusa kir, ya Xudan.» Piştre wan Ûnis hilda, avêtin deryayê û harbûna deryayê sekinî. Li ser vê yekê ev zilam ji Xudan gelek tirsiyan û gorî jê re serjêkirin. Xudan xema Ûnis xwar: Wî masiyekî mezin şand, da ku Ûnis daqurtîne û Ûnis sê şev û sê rojan di zikê masî de ma. Ew di zikê masî de li ber Xudan Xwedayê xwe dua kir û jê re got:

Min di tengahiya xwe de gazî Xudan kir

Û wî bersîva min da.

Min ji binê diyarê miriyan hawar kir

Û te dengê min bihîst.

Çimkî te ez avêtim kûrahiyê,

Te ez avêtim dilê deryayê

Û pêlan hawirdora min girt.

Hemû pêl û şeqlên te di ser min re derbas bûn.

Û min got: «Ez ji ber çavên te hatim derxistin;

Lê dîsa ezê li Perestgeha te ya pîroz binêrim.

Avê ez lefandim heta bi can,

Kûrahiyê hawirdora min girt;

Kevz li serê min hatin pêçan.

Dinya li pişt min her û her hat dadan;

Lê te jiyana min ji çalê derxist,

Ya Xudan, Xwedayê min.

Dema dilê min dibihûrî,

Min Xudan anî bîra xwe

Û dua min gihîşt te,

Gihîşt Perestgeha te ya pîroz.

Yên ku diperizin pûtên derewîn

Dev ji qenciya ku li wan bibûya berdidin.

Lê ezê bi dengê şikiriyê

Goriyê ji te re serjêkim

Û ew nedra ku min kiriye, ezê bidim.

Rizgarkirin ya Xudan e.»

Xudan dua Ûnis bihîst û li masî emir kir ku wî bavêje bejê. Masî jî Ûnis vereşiya, avêt bejê.

Cara diduyan peyva Xudan ji Ûnis re hat, Xwedê jê re got: «Rabe, here Nînewê û wan peyvên ku ez ji te re bêjim, bi mirovên Nînewê bide bihîstin.» Ûnis rabû û li gor peyva Xudan çû Nînewê. Nînewe bajarekî gelek mezin bû, wusa ku mirov dikaribû sê rojan lê bigeriya. Ûnis ket nav bajêr, rojekê pê ve çû û bang kir, got: «Hê çil roj hene û piştre Nînewe wê hilweşe.» Çaxê ku xelkê Nînewê ev bihîst, wan bawerî bi Xwedê anî û gotin: «Bila rojî bê girtin!» û ji mezinê wan heta biçûkê wan xirarî li xwe kirin. Gava ev peyv gihîşt padîşahê Nînewê, ew ji textê xwe hat xwar, xiftanê xwe ji xwe kir, xirarî wergirt û di nav xweliyê de rûnişt. Hingê wî li xelkê Nînewê kir gazî û got: «Bi fermana padîşah û giregirên wî: Bila mirov û heywan, pez û dewar tiştekî tam nekin, neçêrin û avê jî venexwin. Bila mirov jî û heywan jî xirari li xwe bikin û bi hêz hawar bikin Xwedê. Û bila her kes ji riya xwe ya xerab û ji zordariya di destê xwe de vegere. Kî dizane? Belkî Xwedê ji vê yekê vegere û dev jê berde, ji hêrsa xwe ya kelegerm bizivire ku em helak nebin.» Xwedê, dît ku wan çi kirin û dît ku ew ji riyên xwe yên xerab vegeriyan. Loma wî dev ji wê helakbûna ku gotibû wê li wan bike berda û ew nekir.

Lê heçî Ûnis bû, ew gelek aciz bû û enirî. Wî li ber Xudan dua kir û got: «Ax, ya Xudan, ma hê çaxê ku ez li welatê xwe bûm, min ev negot? Ji ber vê yekê di cih de ez xebitîm ku herim Terşîşê, çimkî min dizanibû ku tu Xwedayekî keremdar û dilbirehm î, tu dereng hêrs dikevî, kerema te gelek e û tu dev ji cezakirinê berdidî. Ya Xudan, ez lava dikim: Canê min ji min bistîne! Çimkî ji bo min mirin ji jiyanê çêtir e.» Lê Xudan got: «Ma tu qenc dikî ku tu hêrs dikevî?» Li ser vê yekê Ûnis ji bajêr derket û li rojhilata wî rûnişt. Wî ji xwe re kolikek çêkir û li bin siha wê rûnişt, da ku bibîne wê çi bi bajêr bê.

Xudan Xwedê kerçik amade kir, derxist ser serê Ûnis, da ku li ser wî bike sih û wî ji halê wî yê xerab rizgar bike. (Kerçik şitilekî bi pelên fireh e ya ku zû bilind dibe; li gor hinan, wek kundir an jî wek miqewr bû.) Ûnis ji bo vê kerçikê bi şahiyeke mezin şa bû. Lê roja din çaxê bû sibeh, Xwedê kurmek şand û kurm li kerçikê xist, ew jî hişk bû. Û dema roj derket, Xwedê bayê rojhilat yê şewatkar şand. Tavê li serê Ûnis xist û ew gêj bû û xwest ku bimire, got: «Ji bo min mirin ji jiyanê çêtir e.» Lê Xwedê ji Ûnis re got: «Ma tu qenc dikî ku tu ji bo kerçikê hêrs dikevî?» Wî got: «Heta mirinê ez qenc dikim ku ez hêrs dikevim.» Lê Xudan jê re got: «Tu li ser wê kerçika ku te di ber de zehmet nekişandiye û mezin nekiriye têşî. Ew di şevekê de derket û di şevekê de hişk bû çû. Lê belê, ma ez li ser Nînewê, li ser wî bajarê mezin neêşim? Di vî bajarî de ji sed û bîst hezaran bêtir mirov hene ku nikarin destê xwe yê rastê û yê çepê ji hev nas bikin û gelek jî heywan hene.»