Yağmur Atsız

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Yağmur Atsız
Jidayikbûn4 çiriya paşîn 1939 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Zanîngeha Stembolê Beşa Dadnasiyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Dê û bav
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Yağmur Atsız, (jdb. 4 çiriya paşîn 1939 li Stembolê, Tirkiye) nivîskar, helbestvan û rojnamevanekî tirk e. Kurê giregirê nîjadperestiya tirkan Nihal Atsız e. Berevajî bavê xwe, xwedî nêrînên demokratîk e. Der barê meseleya kurdan de, helwesta wî erênî ye. Birayê tirknas Buğra Atsız e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dibistana amadeyî ya Haydarpaşayê bi dawî kiriye. Di zanîngeha Stembolê beşa dadê de perwerdeyê dibîne. Diçe Almanyayê li zanîngeha Bonnê jî dixwîne. Sala 1967ê ji vê zanîngehê destûrname distîne. Bo demekê li Tirkiyeyê gerînendetiya çapemenî û weşanê ya dewletê dike.

Li Almanyayê di radyo û televîzyonan de dixebite. Sala 1977ê li balyozxaneya Tirkiyeyê ya Bonnê bo du salan kar dike. Di rojname û kovarên wekî Nokta, Pazar Postası, Yeni Yüzyıl, Milliyet, Tercüman, Maya, Türk Edebiyatıê de dinivîsîne. Ji sala 2009ê vir de di rojnameya Starê de quncika wî ya nivîsandinê heye[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]