Here naverokê

Yehya Sînwar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Yahya Sinwar hat beralîkirin)
Yehya Sînwar
Navê rastî
يحيى إبراهيم حسن السنوار Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn29 çiriya pêşîn 1962 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Kampa Xan Yûnis Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin16 çiriya pêşîn 2024 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Kampa Tel Essultan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêShot to the head li ser wîkîdaneyê biguhêre(Death in battle)
HevwelatîDewleta Filistînê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Zanîngeha Îslamî ya Xezeyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Bandorbar
  • Abbas al-Sayyed Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • serok (Hemas, 2024–2024)
  • regional manager (Hemas, 2017–2024) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Yehya Îbrahîm Hesen Sînwar[1] (bi inglîzî: Yahya Ibrahim Hassan Sinwar, jdb. 29 çiriya pêşîn 1962 - m. 16 çiriya pêşîn 2024)[2][3] terorîst û siyasetmedarekî filistînî bû ku wekî serokê defakto yê Hemasê kar dikir. Ew piştî mirina Îsmaîl Henîce ji tebaxa 2024an[4] heta çiriya pêşîn a 2024an serokê siyasî yê rêxistinê bû. Wekî nûnerê herî payebilind ê Hemasê, ew desthilatdarê defaktoŞirîta Xezeyê bû. Sinwar herwiha wekî plankerê êrîşa terorîstî ya Hemasê li dijî Îsraêlê di 7ê cotmeha 2023an de tê dîtin.

Sinwar di sala 1962ê de li kampa penaberan a Xan Yûnis li Xezeyê jidayik bû, ku di wê demê de di bin desthilatiya Misirê de bû. Malbata wî bi Şerê Filistînê yê sala 1948an de ji Mejdal 'Esqalan (Aşkelona nûjen) hatibû derxistin an reviyabû.[5] Wî xwendina xwe li Zanîngeha Îslamî ya Xezeyê qedand û li wir lîsansa erebnasiyê wergirt.[6] Sinwar ji ber organîzekirina revandin û kuştina çar filistîniyên ku di sala 1989ê de wek hevkar û leşkerên îsraêlî dihesiband, ji aliyê Îsraêlê ve bi 4 cezayên heta hetayê hat mehkûmkirin. Ji wan ew 22 sal di hepse de ma heta serbestberdana wî ya di sala 2011ê de de. Serbest berdana wî beşek ji pevguhertina girtiyan bû, û ew di nav 1026 kesên din de ji bo leşkerê Israêlî Gilad Şalit hate berdan. Sinwar dema ku di girtîgehê de bû, hê jî plana revandina leşkerên îsraêlî û kuştina filistîniyên ku bi hevkariya Îsraêlê dihatin gumankirin organîze kir. Di sala 2004ê de ew bi tumora mêjî ya ku jiyana wî tehdît kir ket, û li Navenda Bijîşkî ya Soroka ji aliyê cerrahên îsraêlî ve tedawiya bijîşkî wergirt.[7][8]

Sinwar yek ji damezrînerên saziya ewlehiyê ya Hemasê bû.[9][10][11][12] Di sala 2017 de, ew wek serokê Hemasê li Xezayê hat hilbijartin û îdia kir ku sala pêş de 'berxwedana aştiyane' bişopîne. Wî dû re piştgirî da xwepêşandanên sînorê Xezayê yên 2018-2019,[13] û paşê sond xwar ji bo tunekirina Îsraêlê. Wî rûbirûbûna leşkerî wekî riya yekane ya "rizgarkirina Filistînê" dît, û got ku rizgarkirina Filîstînê wê "bi zorê, ne bi danûstandinan" were bidestxistin.[14]

Wî lewma bi Îranê re têkiliyên xurt avakir.[15][16] Gava ku di sala 2021ê de ji nû ve wekî serokê Hemasê hate hilbijartin, Sinwar ji hewildanek kuştinê ya Îsraêlê filitî. Ew bi berfirehî wekî plansazê êrîşa terorîstî ya Hemasê li dijî Îsraêlê 2023 de tê qebûlkirin.[17][18][19][20] Rêxistinê ji du salan ve plana êrîşê dikir: Sinwar dixwest ku Hizbulaya Libnanê û Îran jî tev lê bibin û di heman demê de ji pevçûnan dûr ket, da ku êrîş bibe surprîz.[21]

Yehya Sinwar xwe di malekê de veşartiye, çend saniye berî ku ji aliyê droneke îsraêlî ve bê kuştin.

Hemas û lîwayên Îzzeddîn el-Qassam ji aliyê DYA, Yekîtiya Ewropa û welatên din ve weke rêxistinên terorîst hatin binavkirin û di îlona 2015an de, Sinwar bi taybetî ji aliyê hikûmeta DYAyê ve weke terorîst hat îlan kirin. Ji roja êrîşa terorîstî ya li ser Îsraêlê ya sala 2023an, Sinwar wek firar xwe vedişart, û kesî nizanibû li ku ye. Di gulana 2024an de, Kerîm Xan, dozgerê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, ji bo Sinwar ji ber sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê, wekî beşek ji lêpirsîna ICC ya li Filistînê, serlêdan kir.[22]

Di 16ê cotmeha 2024ê de, di pevçûnek bi Hêzên Parastina Îsraêlê de hat kuştin, û mirina wî ji aliyê Hemasê ve hat piştrast kirin.[23]

  1. ^ https://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/171020244
  2. ^ "Israel air strikes kill 42 Palestinians, rockets fired from Gaza | Reuters". web.archive.org. 23 hezîran 2023. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.
  3. ^ "Hamas leader Yahya Sinwar killed in Gaza, Israel confirms - live updates". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.
  4. ^ "Hamas names Yahya Sinwar as new leader after Ismail Haniyeh's killing | News | Al Jazeera". web.archive.org. 6 tebax 2024. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.
  5. ^ "Yahya Sinwar | Hamas Leader, Biography, & Facts | Britannica". web.archive.org. 28 kanûna paşîn 2024. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2024.
  6. ^ "Yahya Sinwar: Who is the Hamas leader in Gaza?". web.archive.org. 9 kanûna paşîn 2024. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2024.
  7. ^ "The Hamas Chief and the Israeli Who Saved His Life - The New York Times". web.archive.org. 27 gulan 2024. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2024.
  8. ^ "Repaying a debt with blood: Israeli doctor saved Sinwar, nephew killed on Oct. 7". The Jerusalem Post | JPost.com (bi îngilîzî). 21 hezîran 2024. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2024.
  9. ^ "Terrorist Designations of Yahya Sinwar, Rawhi Mushtaha, and Muhammed Deif". web.archive.org. 21 kanûna paşîn 2017. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2024.
  10. ^ "The Palestinians try to reconcile - Hamas extends a hand". web.archive.org. 7 gulan 2018. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2024.
  11. ^ "Who is Yahya Sinwar, the Hamas leader Israel has called a 'dead man walking' | CNN". web.archive.org. 7 nîsan 2024. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2024.
  12. ^ "Who is Yehiya Sinwar, the Hamas leader targeted by Israel in Gaza - T…". archive.ph. 11 kanûna pêşîn 2023. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2024.
  13. ^ "The leader of Hamas in Gaza is the most influential man in Palestine". web.archive.org. 15 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2024.
  14. ^ "Hamas leader Sinwar killed by Israeli troops in Gaza, Netanyahu says war will go on". Reuters.com. 18 çiriya paşîn 2024. Roja gihiştinê 18 çiriya paşîn 2024. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |roja-gihiştinê= (alîkarî)CS1 maint: url-status (lînk)
  15. ^ "Hamas's pick of Yahya Sinwar as leader makes a ceasefire less likely". The Economist. ISSN 0013-0613. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2024.
  16. ^ "Behind the scenes as Hamas chose its new leader". www.bbc.com (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2024.
  17. ^ "Shadowy Hamas leader in Gaza is at top of Israel's hit list after last month's deadly attack | AP News". web.archive.org. 23 adar 2024. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2024.
  18. ^ "Mastermind behind Hamas attacks personally handling hostage release negotiations". web.archive.org. 7 nîsan 2024. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2024.
  19. ^ "Who is Yahya Sinwar, Hamas leader behind war with Israel? : NPR". web.archive.org. 12 nîsan 2024. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2024.
  20. ^ "Yahya Sinwar Helped Start the War in Gaza. Now He's Key to Its Endgame. - The New York Times". web.archive.org. 13 gulan 2024. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2024.
  21. ^ Crisp, James (12 çiriya pêşîn 2024). "Hamas wanted Iran to join in Oct 7 attack, secret minutes reveal". The Telegraph (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0307-1235. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2024.
  22. ^ "ICC seeks arrest warrants against Sinwar and Netanyahu for war crimes over October 7 attack and Gaza war | CNN". web.archive.org. 20 gulan 2024. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2024.
  23. ^ Gadzo, Umut Uras,Mersiha. "Hamas says Sinwar killed in combat, won't free captives without ceasefire". Al Jazeera (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)