Êrîşa terorîstî ya Hemasê li dijî Îsraêlê 2023
Êrîşa terorîstî ya Hemasê li dijî Îsraêlê 2023
| |
---|---|
| |
31°22′Bk 34°31′Rh / 31.36°Bk 34.51°Rh | |
Dewlet | Îsraêl |
Li beşa îdarî | |
Dema destpêkirinê | |
Dema bidawîbûnê | |
Hejmara miriyan | |
Pêk tê ji |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Êrîşa terorîstî ya Hemasê li dijî Îsraêlê di 7ê cotmeha 2023an de bi pêşengiya Hemasê, rêxistina terorîst a radîkal-îslamîst a filistînî, pêk hat, ku ji Şerîda Xezeyê li dijî Îsraêlê hat kirin. Hemas bi xwe êrîşê wek Operasyona Tofana Eleqsa bi nav dike. Di qada navneteweyî de ev bûyer bi navê 7ê Cotmehê (7ê Çiriya Pêşîn) jî tên binavkirin.
Piştî avêtina rokêtan li ser armancên sivîl Îsraêlê, terorîstên Hemas û milîsên filistînî yên hevalbendê wê sînorên navbera Xeze û Îsraêlê derbas kirin û ber bi axa Îsraêlê ve pêş ketin. Wan gelek nuqteyên leşkerî yên li nêzî sînor bi ser xistin û komkujiyên hovane li dijî sivîlan li 21 kîbbutzên li başûrê Îsraêlê pêk anîn, di nav wan de Be'eri, Kfar Aza û Nir Oz. Her wiha li dijî jinan gelek tundiya zayendî jî hatin kirin.
Bûyer
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Êrîşan di sibeha 7ê cotmehê 2023an de bi bombebaraneke qasî 4.300 roketan li dijî herêmên îsraêlî dest pê kir.[1][2][3] Di heman demê de bi sedan terorîstên çekdar bi wesayît û paraşutan sînorê derbas kirin.[4] Çekdarên Hemasê bi şikandina sînorê Xeze û Îsraêlê şikandin, êrîşî baregehên leşkerî kirin û komkujî li 21 sivîlan kirin, wekî ku li Be'erî, Kfar Aza, Nir Oz, Netiv Haasara û Alumim pêk hatin. Li gorî raporeke IDFê, hejmara êrîşkaran 6000 bû, yên ku li 119 cihan sînor şikandin û derbasî Îsraêlê bûn, di nav wan de 3.800 ji "hêzên elît yê Nuxbayê" û 2.200 sivîl û çekdarên din. Wekî din, raporta IDF texmîn dike ku 1000 xezeyî roket ji Şirîta Xezeyê avêtine, bi vê yekê hejmara beşdarên li aliyê Hemasê gihîştiye 7.000 kesan. Dîsa li gorî raporta IDFê qasî 1000 roket ji Şirîta Xezeyê hatin avêtin.
Bi giştî, 1.139 kes hatin kuştin: 695 sîvîlên îsraêlî (nîştecihên ereb û 38 zarok di nav de), 71 welatiyên biyanî, û 373 endamên hêzên ewlekariyê. 364 sivîl hatin kuştin û gelekên din jî birîndar bûn, dema ku beşdarî festîvala muzîka Nova bûbûn.[5][6] Herî kêm 14 sîvîlên îsraêlî ji ber bikaranîna Rêvebirîya Hannibal ji alîyê IDFê ve hatin kuştin. Nêzîkî 250 sîvîl û leşkerên îsraêlî, bi saxî yan mirî, û 30 jê zarok wek rehîn birin Şerîda Xezeyê, bi armanca ku Îsraêlê neçar bike ku wan bi filistîniyên girtî, di nav de jin û zarok, biguherîne.[7][8][9] Bi dehan bûyerên destavêtin û destdirêjiya seksî hatine ragihandin, lê berpirsên Hamasê tevlîbûna şervanên wan red dikin.[10]
Hikûmetên 44 welatan ev êrîş şermezar kir û ew wek terorîzmê bi nav kir, lê hin welatên ereb û misilman dagirkeriya Îsraîlê ya li ser erdên Filistînê wekî sedema bingehîn a êrîşê tawanbar kirin.[11][12][13] Hamas got ku êrîşa wê bersivek bû ji bo berdewamiya îşxala Îsraîlê ya li ser axa Filistînê, dorpêçkirina Şerîda Gazayê, berfirehkirina wargehên neqanûnî yên îsraelî, zêdebûna tundûtûjiya nişteciyên îşxalker, û hin sedemên din.[14][15][16] Ev roj wek roja herî bi xwîn a dîroka Îsraêlê hat binavkirin. Bûyer ji hêla gelek kesayet û medyayên rojavayî ve bi tundî hat şermezarkirin. Serokê DYAyê Joe Biden anî ziman ku ev roj 'ji Holokostê û vir ve bûyera herî kujêr ji bo cihûyan' e.[17][18][19][20] Hinekan ev êrîş weke komkujiyeke qirkirinê ya li dijî gelên Îsraêlê bi nav dikin.[21]
Ev bûyer bû sedema şerê li Îsraêl û Xezeyê ji sala 2023an vir ve.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Probe reveals 6,000 Gazans infiltrated Israel during October 7 massacre - report". The Jerusalem Post | JPost.com (bi îngilîzî). 31 tebax 2024. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
- ^ "Hamas says it has enough Israeli captives to free all Palestinian prisoners | Israel-Palestine conflict News | Al Jazeera". web.archive.org. 7 çiriya pêşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Evidence points to systematic use of rape and sexual violence by Hamas in 7 October attacks | Israel-Gaza war | The Guardian". web.archive.org. 4 sibat 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 sibat 2024. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Around 1,000 dead in Israel-Hamas war, as Lebanon's Hezbollah also launches strikes | South China Morning Post". web.archive.org. 8 çiriya pêşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Israel revises death toll from Oct. 7 Hamas assault, dropping it from 1,400 to 1,200 | The Times of Israel". web.archive.org. 11 çiriya paşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 çiriya paşîn 2023. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Israel revises Hamas attack death toll to 'around 1,200' | Reuters". web.archive.org. 11 çiriya paşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 çiriya paşîn 2023. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "IDF working on rescue ops for over 200 Israeli hostages in Gaza - Israel News - The Jerusalem Post". web.archive.org. 20 çiriya pêşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 20 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Hamas launches surprise attack on Israel as Palestinian gunmen reported in south | Israel | The Guardian". web.archive.org. 7 çiriya pêşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Video appears to show Hamas taking Israeli civilian hostage - YouTube". web.archive.org. 12 çiriya pêşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Sexual Violence Evidence Against Hamas Is Mounting, but the Road to Court Is Still Long - Israel News - Haaretz.com". web.archive.org. 23 çiriya paşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 çiriya paşîn 2023. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "International Reactions to the Hamas Attack on Israel | The Washington Institute". web.archive.org. 16 çiriya pêşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 16 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Condemnation and calls for restraint after Hamas attack on Israel | Israel | The Guardian". web.archive.org. 7 çiriya pêşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "World reaction to surprise attack by Palestinian Hamas on Israel | Israel-Palestine conflict News | Al Jazeera". web.archive.org. 7 çiriya pêşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Fears of a ground invasion of Gaza grow as Israel vows 'mighty vengeance' | Israel-Palestine conflict News | Al Jazeera". web.archive.org. 8 çiriya pêşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Seven days of terror that shook the world and changed the Middle East | Israel-Hamas war | The Guardian". web.archive.org. 20 çiriya pêşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 20 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Hamas deputy chief anticipates hostages will be swapped for Palestinian prisoners - The Times of Israel". web.archive.org. 25 çiriya pêşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Was Hamas' attack the bloodiest day for Jews since the Holocaust? - Jewish Telegraphic Agency". web.archive.org. 9 çiriya pêşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Hamas's attack was the bloodiest in Israel's history". web.archive.org. 14 çiriya pêşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 14 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Hamas attack 'deadliest day for Jews since the Holocaust', says Biden, as Israeli jets pound Gaza | Israel | The Guardian". web.archive.org. 12 çiriya pêşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Israel-Hamas War | Explanation, Summary, Casualties, & Map | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 19 îlon 2024. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
- ^ Watch, Genocide (19 çiriya pêşîn 2023). "Genocide Emergency Alert: Israel and Gaza". genocidewatch (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 îlon 2024.