Zaro TV
| Zaro TV | |
|---|---|
| Destpêk | 22'ê berfanbarê 2013 |
| Welat | Kurdistan |
| Ziman | kurdî |
| Malper | www |
| biguhêre | |
Zaro TV kanaleke hikûmî ya taybet a bi zarokan a Başûrê Kurdistanê ye. Baregeha wê li bajarê Hewlêrê ye, ser bi Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di roja 22.12. 2013 li bajarê Hewlêrê dest bi weşana xwe kir. Li Kurdistana Iraqê cara ewil bi awayeke fermî ji bo zarokan kanalek bêt vekirin.[1]
Helgurd Cundiyanî, birêvebirê kanalê daye zanîn ku ew kanal bi kalîteya (HD) dest bi weşana xwe kiriye û di heman demê de bi zaravayên soranî û kurmancî bernameyên xwe diweşîne.[2]. Berpirsyarê Weşana Giştî yê Zaro TVê di axaftina xwe ya vekirinê de destnîşan kir ku vekirina televîzyoneke zarokan zor e û wiha got: "Ji zarokên me yên ku pêşeroja me ne re kanalek hat vekirin. Ev yek bi rastî jî, ji vekirina kanaleke nûçeyan zortir e.”[3]
Zaro TV bo xizmetkirin bi zarokên Kurdistanê hatiye damezrandin û niha jî li ser sîstema dîjîtal bernameyên xwe bo navxweyê (hundirê) Herêma Kurdistanê diweşîne û biryare di pêşerojeke nêzîk de li ser peykên (heyvên destkird) dest bi weşana bernameyên xwe bike.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 4 adar 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 îlon 2015.
{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 25 nîsan 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 9 îlon 2015
{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ http://rudaw.net/kurmanci/culture/221220131
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |