Knut Hamsun

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Knut Hamsun
Knut hamsun 1890.jpg
Knut Hamsun, di sala 1890'î de.
Zayîn 4'ê gelawêjê 1859
Lom, Fylke Oppland, Norwêc
Mirin 19'ê reşemiyê 1952
Nørholm a Grimstad, Norwêc
Hemwelatî Norwêcî
Pîşe Nivîskar
Xelat Xelata Nobelê ya Wêjeyê (1920)
biguherîneBelge

Knut Hamsun (* 4'ê gelawêjê 1859 li Lom, Fylke Oppland; † 19'ê reşemiyê 1952 li Nørholm a li cem Grimstad), navê jidayîkbûnê Knud Pedersen bû ew yek ji giregirên nivîskarên norwêcî yên sedsala 20'em tê zanîn. Sala 1920'î de Xelata Nobelê ya wêjeyê werdigire.

Di malbateke kedkar û xizan de jidayîk dibe. Bavê wî kincan didirû û bi wê aboriya malbata xwe bi rê ve dibe. Jiyana wî hêj di zaroktiyê de gelek bi dijwariyan dibore. Perwerdeya olî dibîne. Di gelek kar û kargehan de dixebite. Ji aliyekî ve jî karê nivîsandinê didomîne. Ji bo jiyana baştir diçe Danîmarkayê. Li wir çendekê bi nexweşiya zirav re têdikoşe. Vedigere welatê xwe û sax dibe. Ji bo rojnameyan kuncikan dinivîsîne. Xeyala wî ya mezin çûyîna Amerîkayê bû û ev jî bi alîkariya jineke dewlemend pêk tê û Hamsun diçe DYA'yê. Li wir gelekdi bin bandora Mark Twain de dimîne û ji wêjeya wê hezdike. Dîsa vedigere welêt û dîsa diçe DYA'yê dîsa jiyana xwe ya aborî û wêjeyî bi hev re dimeşîne. Gelek birçîbûn, êş û derdan dibîne. Dijwariya biyaniyê û bîriya welêt jiyana wî dadigire û di bin van hestan de berhemên bêhempa dinivîsîne.

Berhemên wî[biguherîne]

  • Den Gaadefulde (1877)
  • Et Gjensyn (1878)
  • Bjørger (1878)
  • Lars Oftedal (1889)
  • Fra Det Moderne Amerikas Aandsliv (1889)
  • Sult (1890)
  • Mysterier (1892)
  • Redaktør Lynge (1893)
  • Ny Jord (1893)
  • Pan (1894)
  • Ved Rigets Port (1895)
  • Livets Spil (1896)
  • Siesta (1897)
  • Aftenrøde (1898)
  • Victoria (1898)
  • Munken Vendt (1902)
  • Kratskog (1903)
  • Dronning Tamara (1903)
  • I Æventyrland (1903)
  • Det Vilde Kor (1904)
  • Sværmere (1904)
  • Stridende Liv (1905)
  • Under Høststjærnen (1906)
  • Benoni (1907)
  • Rosa (1908)
  • En Vandrer Spiller Med Sordin (1909)
  • Livet Ivold (1910)
  • Den Siste Glæde (1912)
  • Børn Av Tiden (1913)
  • Segelfoss By (1915)
  • Markens Grøde (1917)
  • Sproget i Fare (1918)
  • Konerne ved Vandposten (1920)
  • Siste Kapitel (1923)
  • Landstrykere (1927)
  • August (1930)
  • Men Livet Lever (1933)
  • Ringen Sluttet (1936)
  • Artikler i Utvalg (red: Francis Bull) (1939)
  • Paa Gjengrodde Stier (1949)