Amnezî
Amnezî ji tehrîbata bîrkanê re tê gotin. Di sîstematîka bîrkanê de xirabûn, di bibîranînê de xirabûn, kêmketin e.
Amnezî ji sedemên trawmatîk, laşî, fonksiyonî û ji bikaranîna hin maddeyên sedatîv pêk tê. Sedemên hin cureyên amneziyê jî baş nayên zanîn. Herwekî amnezî ji ber sedemêm psîkolojîk jî dibin. Bo mînak mekanîzmayên xweparastinê yên psîkolojîk di asta bilind de amneziyê ditetikînin.
Divê mirov nekeve şaşîtiyê, hemî arîşeyên bîrkanê, yan hemî cureyên dibîranînê de problem ne amnezî ne. Tenê pispor dikarin teşhîsê bikin. Gorî statîstîkan mêr ji jinan zêdetir tûşî amneziyê dibin. Herwekî gelên wekî Kurdan di bin şer, êşkence û rewşên awarte de dijîn pirr tûşî amneziyê dibin. Piştî 30 saliyê her kes dikare bi amneziya global re rûbirû bimîne. Global amnezî zêdetir 24 saet didome. Piştî demekê şûnde dîsa bibîranîn tê şûna xwe. Sedemên global amneziyê yan amneziya demkurt bi pirranî mekanîzmayên xweparastina psîkolojiya mirov in.
Kesên ku maddeyên sedatîv, psîkotrop û trankîlîzan radixwin, di bin rîska amneziyê de ne. Hin cureyên amneziyê ku bo mînak ji ber sedemên psîkotrawmayê pêk tên, nikarin bên tedawîkirin an jî tedawiya wan bo demekê dirêj didomin. Lê pirranî dikarin bên saxkirin.
Amnezi di fîlman de gelek tên bikaranîn. Bo mînak fîlmên Tirkan. Di fîlmên Tirkan de leheng ji ber qezakê nişkave her tiştî jibîrdike.
Hin cureyên amneziyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Amneziya global: Bo demekê kurt didome, xwe bi gelek cureyan dide der.
- Amneziya çavkaniyê : Mirov bingeha, çavkaniya tiştan jibîrdike.
- Amneziya psîkojenîk: Amenziyên girîng in, bingeha xwe tenê ji sedemên psîkolojîk digrin.
- Amneziya anterograd: Tiştên gavê tên zanîn lê yên dem ser re derbasbûne jibîr dibin.
- Amneziya retrograd: Tiştên berê qewimîne tên bibîranîn lê yên hêj nû bûne jibîr dibin.
- Amneziya înfantîl: Dema zaroktiyê hîç nayê bibîranîn. Pirranî ji ber psîkotrawmayên zaroktiyê.
- Sendroma Korsakoff: Ji ber kêmasiya vîtamîna B1, alkolîzm hwd pêk tê.
- Amneziya lakûner: Tenê tiştên taybet nayên bibîranîn.
- Amneziya dîsosiyatîv: Amneziyeke girîng e; di kesên asosyal de xwe dide der.
- Amneziya posthîpnotîk: Amneziyên ji ber sedemên hîpnotîzmê pêk tên.
- Amneziya Trawmayan: Ji ber trawmayên laşî (organîk) dibin.
Ev gotara têkildarî derûnnasiyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |