Şablon:GH/2021/24

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bermahiyên Girê Mirazan
Bermahiyên Girê Mirazan

Girê Mirazan an Xirabreşk / Xerabreşkê (bi tirkî: Göbeklitepe "Girê navikê"), cihekî arkeolojîk ê neolîtîkê ye ku li nêzîkî gundê XirabreşkêRihayê ye.

Dirêjiya vî girê destçêkirî 15 metre ye, tîreya wî nêzîkê 300 metre ye, û nêzîkî 760 metre ji asta behrê li jor e. Ev du qonaxên bikaranînê dihundirîne. Li gorî arkeologê alman Klaus Schmidt, kaşif û vekolerê vî girî, armanca bikaranînê civakî yan dînî bû û ji hezarsala 10ê-8ê b.z. maye.

Di qonaxa yekem de, ya ku di dema Neolîtîka A ya berî Cervaniyê (NABC, bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic A) de pêk hatiye, stûnên kevirî yên bi şiklê T-yê hatine çikandin—ev stûn megalîtên herî kevn ên dinyayê ne. Dîroka van megalîtan hatiye diyarkirin ku ji sala 9.500 b.z. mane û ev megalît 5.500 sal ji bajarên yekem ên Mezopotamyayê û 7.000 sal ji Stonehengeê mezintir in. Di qonaxa duyem de, ya ku di dema Neolîtîka B ya berî Cervaniyê (NBBC, bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic B) de pêk hatiye, stûnên çikandî biçûktir in û li odeyên çargoşeyî yên bi zemînekî kirêc de radiweste.

Ji 200î zêdetir stûn nêzîkî di 20 çemberan de bi rêya lêkolînên jeofîzîkî hatine kişfkirin (heta gulana 2020an). Dirêjiya her stûnan nêzîkî 6 metre ye û giraniya wan digihîje 10 tonan. Li erdî, qulên taybet hatine kolandin û her stûn li wan qulan hatine rûniştandin.

Piştî dema Neolîtîka B ya berî Cervaniyê (NBBC) Girê Mirazan hatiye terikandin. Hûrguliyên armanca avahiyê ne eşkere ne. Ji sala 1996an ve kolandin ji aliyê Înstîtûta Arkeolojiyê ya Alman ve berdewam dike, lê beşên mezin hîn jî nehatine kolandin. Girê Mirazan di 2018an de ji aliyê UNESCOyê ve wekî Kelepora Cîhanê hatiye destnîşankirin. (bêhtir…)