Şablon:GH/2020/49

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Balafira Kamîkazeyê
Balafira Kamîkazeyê

Kamîkaze, peyveke japonî ye ku ji bo balafirvanên xwekujî yên Împeratoriya Japonê tê bikaranîn. Navê xwe ji teyfûnekî girtiye ku ev teyfûn di sedsala 13em de keştiyên mongoliyan wêran kiriye û Japonê ji dakirkeriyê xelas kiriye. Di salên dawî yên Şerê Cîhanî yê Duyem de, balafirvanên kamîkazeyê armanc kiribûn ku bi balafirên xwe yên bi teqemenî, bombe û sotemeniyeke gelek zêde ve barkirî, êrîşê keştiyên Hêzên Hevpeymaniyê bikin û bi vî awayî jî ziyaneke mezin bigihînin wan.

Di 7ê kanûna pêşîn a 1941ê de piştî êrîşê Pearl Harbor', Hezên Deryayî û Asmanî yên Japonê di şerên Midway û deryaya Fîlîpînê de têk çûn. Ew gelek keştî û bi sedan balafirên şerî yên xwe winda kirin û piraniya balafirvanên herî baş ên Hêzên Esmanî jî jiyana xwe winda kirin. Digel vê yekê çavkaniyên pîşesaziya Japonê kêm bûn û li gorî endustriya Amerîkayê jî pir hêjar bû. Bi vî awayî Dewletên Yekbûyî keştî û balafirên xwe nû kirin. Di salên navbera 1943 û 1944an de Hêzên Hevpeymanî ber bi Japonê ve dikişiyan. Di şerê Deryaya Fîlîpînê de, di 19-20ê pûşpera 1944an de, hêzên japonî ber bi Fûlîpînê ve vekişiyan.

Di 15ê tîrmehê de herêma Saipanê ji aliyê hêzen Hevpeymaniyê ve hate bidestxistin. Piştî ketina Saipanê, fermandarên Japonê xweş dizanibûn ku piştî Saipanê armanca hevpeymaniyan Fîlîpîn bû. Fîlîpîn, ji ber ku xwediyê kanên petrolê bûn, herêmeke pir girîng bûn. Eger Japon kontrola xwe ya li ser Fîlîpînê winda bikira, dê ji keştiyên wî re sotemenî pir kêm bimaya. Di 17ê kewçêrê de, Hevpeymaniyan di Şerê Kendava Leyteyê de dest pê erîşê li ser Fîlîpînê kirin.

Nîvamîral Takijiro Onishi, ji Hêzên Asmanî yên Japonê berpirsiyar bû. Ew fam kiribû ku bi balafirvanên kêmhêvoyî û bi çend balafir ve şer nayê qezenckirin. Ji ber vê yekê ew biryar da ku tîmeke xwekujî ya bi navê Yekeya Palemarî ya Taybet damezirîne. Ji bo vê erkê, 24 balafirvanê xwendekar minêkar bûn. Ev hêz di bin çar koman de rêxistî bûn: Yekîneya Shikishima, Yekîneya Yamato, Yekîneya Asahi û Yekîneya Yamazakura. Ev navên yekîneyan ji helbesteke welatparêzî hatiye girtin ku ev berhem ji aliyê helbestvanê klasîk a Japonê Motoori Norinaga ve hatiye nivîsandin. (bêhtir…)