Şûr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cureyên navdar ên şûrê

Şûr çekeke klasîk a ji lajwerdê yan jî ji madeyeke din e. Ji bo werzîşê û wekî aksesûar jî tê bikaranîn. Cureyeke kêrên dirêj û mezin e. Bi hezaran salan çekeke sereke bû, lê niha nayên bikaranîn. Şûr li piştê di nava kalanan de tên girêdan. Li navpiştê jî dihatiye girêdan.

Beriya beriyê li Mezopotamyayê (parek axa Kurdistanê jî dikeve vê herêmê) hatiye bikaranîn. Di zimanên hind û ewropayî de navê şûrê ji heman kokê tê yan heke cuda bin jî, ev cudatî ji cureyên şûran e. Bo mînak kurdî şûr, almanî Schwert (şvert), îngilîzî Sword hwd.

Şûrên kurdan gelek navdar bûne, bi qasî tê zanîn li Kurdistanê li bajarên Mûsil, Riha û Amedê şûrxane hebûn. Bav û kalên kurdan mediyan û mîtaniyan bi tîr û gurzên xwe navdar bûn. Şûrê mediyan dişibiyabûne nikulên qajan, pozçanqil bûn. Şûrên Merwaniyan mezin û pirr biqîmet bûn. Debanên wan li gorî dewlemendiya xwediyê xwe, carnan ji zêr û zîvê bûn.

Standardeke wê nîne. Pirranî dirêjiya wan 50-200 cm ye, lê siwaran şûrên heya 5 m dirêj jî bikardianîn.

Dîroka Şûr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Derketin û pêşketina şûran li ser bingeha xenceran pêk hatiye. Çekên şer ên dişibine şûr cara pêşî li Kurdistanê bajarê Meletiyê hatine dîtin ku dîroka wan digihîje salên 3300 ên berî zayînê.[1] Di serdema bronzê de bi pêşketina bikaranîna bronzê û lajwerdên mîna wê, pêvajoya çêkirina şûran pêk tê. Li Ewropa çêkirina şûrên ji bronzê li bermahiyên giravên Brîtanya û Îrlandê diderkevine holê. Di serdema bronzê de çêkirina şûrên Çînê ji bermahiyên Xanedana Şang mane.[2] Lê pêşketina şûrên Çînê yên ji bronzê di dema Xanedana Qîn de pêk tê.

Bi destpêka Serdema hesinî (ku di sedsala 13'an de pêk hat), hesin bi awayekî pêşketî ji bo çêkirina şûran hate bikaranîn. Bermahiyên şûran didine zanîn ku li Rojhilata Navîn, Hîtîtiyan û Misiriyên kevnare ji bo çêkirina şûran hesin bikaranîne.

Di serdema kevnare de li Îranê, şaristaniyên Sasanî û Partî şûrên ji hesin pirr bikaranîne. Di vê demê de yewnaniyan şûrê xiphos û Romayiyan jî şûrê şimşûr ango gladius bikaranîne.[3][4] Herwiha li hêrêma Împeratoriya Romê şûrê spatha hatiye bikaranîn.

Di serdema navîn de pêşketina çêkirina şûran digihîje asta herî bilind. Şûr di vê serdemê de gelekî hatiye bikaranîn. Cureyên şûran yên weke şûrê eceman, seyfe û qilîc di vê serdemê de derketine holê û bikaranîna wan belavbûye. Di artêşên Xaçperestan de şûr dibe parçeyek ji zirxa şervanan. Dema şervanekî nû dibû şovalye, merasîma wê bi şûran pêk dihat. Piştî serdema navîn bikaranîna şûran di dema nûjen de hêdî hêdî kêm dibe. Di roja me de şûr mîna aksesûaran tên bikaranîn.

Hin ji cureyên şûran ên kurdan jî bikaranîne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şervanekî medî bi şûrê Akîneke

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Dîtina şûrê herî kevn ê cîhanê
  2. ^ Chang, K. C. (1982). Studies of Shang Archaeology. Yale University Press. pp. 6–7. ISBN 0300035780.
  3. ^ http://books.google.com.au/books?id=K0LMLn_CA08C&lpg=PP1&pg=PA25#v=onepage
  4. ^ http://books.google.com.au/books?id=55KE-nNtTRUC&lpg=PP1&pg=PA217#v=onepage
  5. ^ Blair, Claude and Tarassuk, Leonid, eds. (1982). The Complete Encyclopedia of Arms and Weapons. p.17. Simon & Schuster. ISBN 0-671-42257-X.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wîkîferheng Wîkîferheng: şûr – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir