Dêrelûk
| Dêrelûk Deraluk |
|
| Nexşeya cihan Îraq | |
| Kargêrî | |
| Welat | Kurdistan (Başûr) |
| Dûgel | Îraq |
| Parêzgeh | Dihok (parêzgeh) |
| Serbajar | Amêdî |
| Demografî | |
| Gelhe | 41.000 (2009) |
| Erdnîgarî | |
| Koordînat | 37° 03′ 17″ Bakur 43° 39′ 16″ Rojhilat / 37.05472°Bk 43.65444°Rh |
| Nexşe | |
Nexşeya parêzgehê |
|
| Wêne | |
Nahiyeya Dêrelûkê |
|
Dêrelûk an jî Dêrelok[1] (bi tîpên erebî, دێرهلوك, bi tîpguhêziya wê: Deraluk), li devera Badînan, navê nahiyeyê ye. Bi qasî 10 km ji sinorên Tirkiyeyê dûr e. Bajar di navbera çiyayê Metîn û Gare dikevîte layê gundê Roşavayê. Do aliyên nahiyeyê çiyayên navdar û bilind hene: li jor çiyayê Metîn; li jêr çiyayê Gare. Di nava nahiyeyê ve rûbarê Zêyê Mezin û Siping û Şêrank diherike, nahiyeya Dêrelûkê axeke zêrîn heye, ku ji bo çandina dexil, dan û dikakî baş e.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Dîrok
Nahiyeya Dêrelûkê êk ji nahiyeyên ser bi qezaya Amêdiyê ve ye, dikevîte rojhelata qezayê. Nahiyeya Dêrelûkê pêk hatiye ji çendîn devera ku li ser destê rejîma be's a faşil di sala 1975ê ta 1978ê jiber helbûna çirîska şoreşa gûlan a pêşkeftin xwoaz, bi merema lawazkirina şoreşê xelkê gundên deverê hatine veguhastin bo komelgehan û gûndên wan hatin şewitandin.
Ev nahiye di berê da bi navê Bêbo hatiye niyasîn ku li sala 1938ê li gundên Bêbo - devera Nihêl - Nêrwe û Rêkan li sinorê Tirkiyeyê hatin damezirandin, li sala 1976ê bi biryareka rejîma be's a faşil hatiye helweşandin, li sala 1978ê her vê nahiyeyê ji Bêbo veguhast bû nahiyeya Dêrelûkê bi navê nahiyeya Nihêl - Nêrwe û Rêkan, belê vê çendê hez û viyana kurdîniyê û miletînyiyê pitir lê kir.
Li sala 1986ê dîsan bi rengekê fermî Rejîmê ev nahiye helweşandiye. Piştî serhildana adara sala 1991ê û damezirandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê li sala 1996ê bi biriyareka fermî careke din rêveberiya nahiyeyê dihête vekirin û bi dehan projeyên xizmetgozarî pêşkêşî xelkê xoragirê deverê kirin.
Rûberê senterê nahiyeyê 890 km² ne, rûberê nahiyeyê ji bilî devera Nihêl - Nêrwe û Rêkan 166.390 km² ne, serjmêriya nahiyeya Dêrelûkê nêzîkî 41.000 kesan pêk têt, 132 gund bi ser vê nahiyeyê ve ne, belê heta niha zorbeyî wan nûke kavil in û ji nû ve nehatine avakirin û xelkê wan li komelgehên Dêrelûk, Şêladizê, Sîriyê, Bagêra, Qediş û gelek cihên din akincî bûne.
[biguherîne] Erdnîgar
[biguherîne] Cihê erdnîgarî
Ji layê bakurê nahiyeyê devera Nihêl - Nêrwe û Rêkanê û ji layê rojhelatê dikevîtê devera Barzan û ji layê başûr ve dikevite qezaya Akreyê û ji layê rojava dikevîte senterê qezaya Amêdiyê bi dûratiya 17 km.
[biguherîne] Deşt, zozan û gelî
- Geliyê Rîşvê
[biguherîne] Çiyayên herêmê
[biguherîne] Çem û gol
- Çemê Deşt
[biguherîne] Babetên heywanan
Li çiyayên Deverê qertel û baz hene. Hirç, rûvî, gur, mar, kew, sivore û kewroşk jî li deverê hene.
[biguherîne] Çand û huner
[biguherîne] Ol û civak
Nifûsa herêmê îslam (misilmanên sunî) û file ne.
[biguherîne] Ciyên turîstîk, tarîxî û gerê
Pirakeliya, Şêrank...
[biguherîne] Çavkanî
- ↑ Rojnameya War
- Mhêl Dêrelûkî / Roşavayî
37°03′17″Bk 43°39′16″Rh / 37.05472°Bk 43.65444°Rh
|
||||||||||||||||||