Zaxo
Ji Wîkîpediya
| Zaxo
|
|
|---|---|
| Dûgel | Îraq |
| Parêzgeh | Duhok (parêzgeh) |
| Serbajar | Duhok |
|
|
|
|
Zaxo qeza û bajarekî Başûrê Kurdistanê ye û bi bernavên xwe Zaxoka Delal an Zaxoka Rengîn an jî Bûka Behdînan navdar e.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Nahiyeyên Zaxoyê
[biguherîne]
Du teorî li ser peydabûna navê Zaxoyê hene.
Yek jê ew e ku Zaxo ji peyvên za (ji zan / zayîn) û xo (xwe) têt.
Li gor teoriya din jî za ji zan / zayîn têt lê xo bi wateya xwînê ye.
[biguherîne] Devoka Zaxoyê
Zaxoyî devoka xwe wek şêweyek ji şêweyên devoka Behdînî dihesibînin ku li Duhokê û bajarrên din jî yên [Behdînî) axêv yên Başûrê Kurdistanê têt axiftin.
Lê di rastiyê de devoka Zaxoyê zêdetir nêzîkî devoka Botî ye ku li Cizîrê û derdorên wê serdest e.
[biguherîne] Dîroka Zaxoyê
[biguherîne] Qeza Zaxoyê
Zaxo, yek ji qezayên Herêma Kurdistanê ye û dihête hijmartin yek ji dergehên welatî bû derveyî cîhanê. Navenda qezayê bajêrê Zaxo ye, ku dikeve başur-xoravayê deşta Sindîya ya navdar bi axa xwe ya bi bereket. Zaxo bajêrekî cuwan e, bi ava xwe ya zelal û hewayê xweş dihêt nas kirin. Ava Xabûrî di nîva bajêrî de diburit,di nav bajarî de dibite du çek, û bajêrî dikit du qet û hinek ji bajêrî weke giravekê di nav xwe de digire. Li ser rûbarê Xabîrî, ji aliyê xorhelatê ve Pirek ji keviran hatîye avakirin,ku dibêjinê"Pira Delal",tê texmîn kirin ku li ser demê Mîrgeha Behdînan hatiye nijinandin, welê dîrokzan dîroka avakirina wê pirê vedigerînin bû serdemên kevnar.Mêjûvan pêk ne hatîne li ser dîroka navê bajarî, gelek gotin li ser vê meselê hene, di hindek kitêbên aramiyan de navê bajarî hatîye gotin û dibêjin ya qetbîye ji tipa ZAXOTA ew a raman a SERKEFTIN didit, ew hizir dikin ko ev nave ji şerek navbera Rom û Parisan li dorên vê deverê çêbibû û bi serkeftina Roma bi dawî hatibû, ji ber vê çende navê vê deverê bûye Zaxota yan Serkeftin.
Di gotinekî din de, dibêjin navê Zaxo ji tipa kurdî Zê-XûN yan Xabûrê Xûnê hatîye, dibêjin ko ev nave jî, ji şerek li deverê qewmî bû û di wî şerî de gelek Xûn hatbû riştin. Ev gotine nîzîktir e bû gotina yekem û çêdibe ew şerê di navbera Rom û Pirsan de bit. Gotina sîyê dibêjit; ko navê Zaxo ji vê tipê hatiye Zê yan Xabîr û XOWEK yan ew devera wek nihala ne û av lê disekine. Herçewa bit navê Zaxo li gelek stiran û qesîdên kevin de hatîye vegotin, bû nimûne ZAXOKA DELAL.
Dîroka bajêrî bi duristî ne hatîye danan, belê Mîr Celadet Bedirxan dibêje, ku bajêrê Zaxo bajêrkekî giring bû li ser demê Kutîyan, ya giring ew e ko sabitek Yunanî ZÎNFON li sala 104 b.z. di bajêrî re burîye wekî ew zivirî bû Welatê xwe û wî behsê Xelkê deverê kiriye. Bajarê Zaxo hatîye berfireh kirin li wî cihî ew cihê bajêrê Hisênîya lê, ew a behsê wê li gelek kitêban de hatîye kirin û Ereban navê Xabîrî kirbûn XABÎRÊ HUSAÎNÎYA û heta nihe taxek bi Navê Hisênîkê heye.
Dîrokzanê Kurd Bedirxanê Bedlîsî gotîye, ku bajêrê Zaxo digehite Mîrgeha Bahdînan li ser demê Mir HESEN BEK KORÊ MIR SEYFEDÎN û yekemîn Mîr li ser hatîye danan ji layê wan ve li sala 98h. yek ji wan kinîseyekî Cihûyan li Zaxo ava kiribû û niha şûnwarêt wê dîyar in.
Karê Xelkê bajarî li ser Çandinê ye bi taybetî jî çandina zivistanê wekî ceh, genim,noka,baqil, û fêqîyên renga û reng. Herwesa çandina Havînê wek bacan, birinc,û tûtin û hemî curên keskatiyê. Devera Zaxo bi nav û denge bi darên spîndaran, gûzan û hinaran. Egera vê çendê ew e, ko zaxo avekî zelal, û axekî ter û bi bereket heye.
Wek me gotî ko Zaxo dergehek giring e bû derveî cîhanê, ji ber vê çendê bûye melbendenkî giring yê bazirganî, gelek gencên bajarî bûne tacir herwesa gelek Kompanîyêt tîcarî lê hatine danan.
Li Zaxo gelek şûnwarên dîrokî hene, Rêveberîya şûnwaran li Duhokê dorê 51 cihên şûnwarî li Zaxo nivîsîne, yêt girng ev in:
Kelha Zaxoyê dikevit li nîva bajarî li layê xoravayê Xabûrî û heta niha ya li ber çave. Li ser demê Mîrxana Bahdînan, di demê Mîr Elî Xan de, ev Kelhe hate nû kirin û berfireh kirin. Ev Kelhe li ser kel û pelên kelhek ji wê kevintir hatîye avakirin û bi berên mezin hatîye avakirin û heta nihe li ber çave.
Kelha Qubad Paşa
Ew Qube dikevit di Mezarxana Zaxo de, ew Qube şeş kojîye û şeş Þpencer hene û dergehek ji Fixarî hatîye avakirin û çend nexşek li ser dîwarên wê hene.
Şûnwarên Kêste:Bajêrek gelek kevine, mêjûya wê diçe ser demê Aşorîyan û gelek kel û pelên Aşûrî û Yunanî û Îslamî têde hatine dîtin. Herwesa rehmetî şemdîn li ser şûnwarên Kêste nivîsîye li Govara al.Exaa li nîsana sala 1933. Bajêrê Zaxoyê dorê 58km ji melbendê parêzgehê dûr dikevit û pehnatîya wê 8731 km û sê deverên giring hene:
Devera Rizgarî navenda wê Îbrahîm Xelîl e, wekî dergehê bajêrî dihête hijmartin bû derve î cîhanê.Li wê derê rêka navneteweî ya cîhanî bû Turkîya diburit. navenda wê dikevit wî cihî ku Xabûr û Hîzil digehin yek û li wê derê Pira cihanî navbera Kurdistanê û Tirkîya de heyî.
Navê wê ji mezarê wê hatîye ew a tirba Pêximber Ibrahîm al.Xelîl,û herwesa dihête hijmartin yek ji Havîngehên bajarê Zaxo taybetî û parêzgeha Duhokê bi giştî.
Karê Xelkê wê deverê li ser çandinê ye, bi taybetî çandina zivistanê wekî ceh, genim,nok, û nîsk û hwd. Herwesa çandina havînê wek bacan û birinc û hemî corên sebzî. Ev devere bi nav û deng e bi bîstanan bi taybetî li gunde Lêhfê bîstanêd xox,sêv û zeytûnan yêd heyîn. Herwesa bîstanêd hinar û hirmîkan yêd lê heyîn. Çîyayên giring li deverê ev in. Yekem: Çîyayê Spî yê ji başurê devera Doskîya dihêt û berew Rojava diçit û dikevite li başurê deverê. Herweha cada cîhanî di wir de diburit bû Zaxo li Gelîyê Spî yan jî geliyê Zaxo.Ew zincîreya dikevit li xoravayê cadê dibêjinê; Dijwar heta Zûrên dikevin hindavî Pêşabîrî li sinorê sê kojî yê sinoran. Li vê deverê gelek şûnwarên Kevin lê hene û heta niha dorê cihên lê nivîsîn, yêd giring evene: Kelha Ermiştê, şûnwarên Dêrebînê, Pêşabîrê, şûnwarên Bêtasê, şûnwarên Dornexê û şûnwarên Birahîm Xelîl.Duwem:çiyayê Xamtûr e, ku dikeve bakurê deşta Sindîya û bajêrê Zaxo.Ev çiyaye dikeve nêzîk hêla tuxûbê bakur û yek ji bilindtirîn çiyayên vê deverê ye.Siyem:Geliyê Hefttenînê, ki dikeve xorhelatê zincîreya çiyayê Xamtûrî û her beşeke ji wî çiyayî.
Pehnatîya wê dorê 59 km û hijmara gundên wê dorê 34 gundane, hemî hatine xirabkirin. Belê ji layê Hukumeta Kurdistanê ve careke dî gundên deverê hatine avakirin.
[biguherîne] Devera Sindî ya
DEVERA SINDÎ ya dikevit bakur-rojhelata bajêrî, berî niha ev devere li gel devera Gulîya yek bû û navê wê devera SINDÎ-GULÎYA bû û navenda wê gundê Bêrsivê bû. Belê li sala 1934 hatîne ji hev vekirin û melbendê wê bû gunde şeranişê, ya dikevit di nîva devera Sindîya û piştî hîngê melbendê wê bû gundê Derkarê.
Em di şên erdê deverê bikin du qet û çîyayê Şikêrr e, ku dikeve di nevbera herdu qetan. Ew qeta dikevit aliyê bakur gelek Çîya , Zûr û Nihal lê hene herwesa gele Kanî û rûbarok wên lê heyîn wekî:
Şeraniş - Stevlan -Bihêrê- Perex - Behnûne - Qesrok û Hîzil, Kelok- Marsîs - Perex - Behnûne - Sindî û Hîzil. Qetê duwê jî devera deşta Sindîyan, ya bajêrê Zaxo ji aliyê başur ve dikevitê,û Cadeyek ber bi xorhelatê ve di nav deştê re ji Zaxo diçe bû bajêrokê Batûfa û hevraztir diçe bû nav Berwarîya. Deşta Sindîya bi bîstanên xo yên xox, sêv,hirmîk û hinar bi nav û denge. Herwesa bi genimê xwe û heywanên xwe namdare. li aliyên bakurê deverê gelek havîngehên xweş hene taybetî li Şeranişê û çîyayên deverê nixamtîne ji dar û dirextî, bi taybetî li Şeranişê û gelîyê Pisaxa û rêkên Sindîyan. Giringtirîn çîyayên wê, Şikêrre, Hefttenîn,Deriyê Dawetiyan,Hişkal, Serkê Reşûnê, Siwara Stewrê û Xamtûr in.
Gelek şûnwarên kevin li Deverê hene û heta nihe dorê 84 ciha li rêveberîya şûnwara li Duhokê yên nivîsîne û yêt giring eve ne:
Pira Rebenka Bîşok, pira şêx Yusiv, Kelhên Sinahtê,Kelhên gelîyê Perexê, kelha Selmanê Sindî, û şikefta Stevlanê,Bihêrê û hwd.
Pehnatîya wê dorê 135 km û hijmara gundên wê dorê 96 gundane, hemî hatne xirabkirin. Li devera Sindîya gelek komelgehên Qesrî hatine avakirin weki Derkar,Hîzava,Bêrsivê û gundê Darhozan ê.
[biguherîne] Devera Gulî ya
Navenda wê Batûfa yan Batîfa ye, dikevit aliyê Bakur- Rojhelata Zaxo. Yekemîn car, li sal a 1934 melbendê wê deverê gundê Dêmka bû, dûv de bû gundê Behnûna Guliya, û li vê dawîyê jî bû gundê Batûfa, ya dikevit ser cada navbera melbendê bajêrê Zaxo û devera Berwarî Bala. Navê Batûfan raman a hindê didit, ku pir bi ba û barovên zivistanê li serde dihên.
Em dişên vê deverê jî bikin du qet, qetek di kevit ser sinorê devera Sindîya heta Xabûrî, qetê Dûwê û yê bakur ji vê deverê çîyayî ye, gelek çîyayên bilind û gelek zûr û nihal yên lê heyîn û dîsa gelek Kahnî û rûbarok wên heyîn. Ev devere zengîne bi derametê xwe yê zivistanê û havînê û herwesa bi hewayê xwe yê xweşik bi nav û deng e.
Giringtirîn çîyayên wê deverê ev in: çîyayê Nizor ê, Rûs ê, Keşan, Serkê şînî, Behnûne û şabanî.
Giringtirîn rûbarokên wê ev in: royê Zirêzê û Banikê.
Şûnwarên Kevin yêd heyîn û heta nihe dorê 51 cihan yêd hatîn nivîsîn, yên girin ev in: Kelha şabanîyê, Kelha Keşanê, Kelha Bicwanî, Pira Nizdorê û şûnwarên Krît û Bêgova. Pehnatîya wê dorê 80km û hijmara gundên wê dorê 60 gundane, hemî hatine xirabkirin.
[biguherîne] Cihên Guzarî
Navdartirîn cihên seyran û dîtinê li Zaxo Pira Delal e ku herwiha bi navê Pira Berî jî dihêt nasîn.
[biguherîne] Hunermendên Zaxoyê
Zaxo di warê çandeyî û kulturî û Siyasetê de bajarekî giring e di Kurdistanê de.
Stranbêjên navdar yên Zaxoyê:
- Hesenê Cizîrî,ku tirba wî li Zaxo ye.
- Erdewan Zaxoyî
- Eyaz Yusiv
- Ebdilqehar Zaxoi
- Sileman Guli
- Ebdilwahid Zaxoyî
- Islam Zaxoyî
- Selam Zaxoyî
- Dilşad Zaxoyî
- Hacî Zaxoyî
- Semir Zaxoyî
- Idris Zaxoyî
Wekî din Mihemed Arif Cizîrî û Eyşe Şan jî gelek ji jiyana xwe li Zaxoyê borandine.
[biguherîne]
- Salih Yusivî
- Hazim Beg
- Mehmud Halo
- Bedirxan Sindî
- Selah Seedella
- Hacib Sindî
- Dr.Mihemed Ihsan
- Fetah Gulî
- Elî Halo
Helbestvanê herî navdar yê Zaxoyê Bedirxan Sindî ye. Helbesta wî "Ey Felek" hunermendên Kurd Mihemed Şêxoyî û Şivan Perwer kirine stran.
Nivîskarên naskirî yên Zaxoyê danerê Ferhenga Selahedîn Selah Seedella, û wergêr û sernivîserê genc yê Kovara Mehname , Husein Muhammed in.
[biguherîne] Çavkanî
http://www.krso.net/detail.aspx?page=statisticsbysubjects&c=sbsPopulationLabor&id=474
[biguherîne] Malperên derve
[biguherîne] Girêdan
|
|
|
|---|---|
|
Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Amûde | Bane | Bazîd | Bidlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlîg | Dêrsim | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Gurgum | Hesîçe | Hewlêr | Îlam | Îdir | Kamyaran | Kerkûk | Kirmaşan | Kobane | Mehabad | Meledî | Mereş | Mêrdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Nisêbîn | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Qoser | Riha | Selehedîn | Semsûr | Serdeşt | Serê Kaniyê | Sêrt | Seqiz | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şino | Şirnex | Tirbespî | Urmiye | Wan | Xaneqîn | Xoy | Zaxo |
|