Zêyê Mezin
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zêyê Mezin an Zêyê Behdînanê çemeke Kurdistanê ye.
Zêyê Mezin ji axa Rojhilatê Kurdistanê derdikeve. Di herêma Culemergê de dikeve nav axa Bakur û piştre derbasî Başûr dibe. Di herêmên Girik û deşta Hewlêrê de derbas dibe. Li aliyê Nemrûdê dikeve ser çemê Dîcleyê. Ava çemê Dîcleyê zêdetir dike. Dîcle 33 % ji ava xwe ji Zêyê Mezin digire.