Hozan Serhad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hozan Serhad
Hozan Serhad
Jidayikbûn24ê tîrmeha 1970an
Mirin22ê tîrmeha 1999an (28 salî)
Çiyaye Elkê
EsilKurd
PîşeHunermend, Mamoste û Gerîla
biguhêreBelge

Hozan Serhad (navê rastî Süleyman Alpdoğan) (jdb. 24ê tîrmeha 1970 Zêtka, Agirî – m. 22ê tîrmeha 1999 li çiyayê Elkê) hunermendekî bi nav û deng û şehîde tekoşîna azadiyê ye.

Jiyan û xebatên muzîka wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Silêman Alpdoxan ji du xwîşk û sê birayan ê herî biçûke. Serhad, zarokatî û civanitî xwe li Patnosê derbaz dike; heya dibistana navîn li vir dixwîne. Hîn di 7 saliya xweda bala wî diçe li ser tembûrê.

Di salên 1985-1986an da ku du sal di li ser dest pêk kirina şerê çekdarî ya têkoşîne neteweyî ya Kurdistanê re derbaz dibe, têkoşîn germ û berfireh dibe. Li hemberî vê, şaxa şerê taybet ê Tirkiyê jî vala nasekine û taktîkan diafirîne. Di encama vê yekêda li Tirkiyêyê û Kurdistanê furyaya hozanên zarok dest pêk dike. Bi vî awayî ciwanên dikişînin ber bi vî alîda. Silêman jî wî çaxî ne di zanîna neteweyîdaye û dikeve nav vê bazarê. Ew ji bo ku kasêta xwe ya yekemîn çêdeke û diçe Stembolê û li wir bi navê Murat Esen kasêta bi navê Gulo derdixe. Di heman demêda yek ji wan hozanên biçûk jî Emrahe. Silêman demekê bi Emrah rê li malekê dimîne lê paşê vedigere Patnosê. Ew di sala 1988an da dikeve azmûnê û Konservatuvara Dewletê ya Zanîngeha Ege beşa Muzîka Tirkî qezenc dike. Salên konserwatuwarê ji bo wî dibin salên xwe pirsiyarkirin û li xwe vegerînê. Ew li vir giraniyê dide nîqaşên li ser di rastiya Kurdistanê de divê rasta huner û hunermend çi be .

Li zanîngehê ew û jineke bi navê Yıldız hev û du nas dikin û di 91-êda dizewicîn. Di tîrmeha heman salêda jî her du beşdarî nav refan dibin. Yıldız, ku niha li Girtîgeha Amasyayê ye li Cizîrê tê girtin û 12 sal û 6 mehan cizayê zîndanê lê tê birîn. Silêman jî pêşî diçe Heftanînê ji wir jî derbasî Akademiya Mahsum Korkmaz dibe. Ji wir ji ber mamostad bûna wî ya di warê muzîkê da wî dişînin Hunerkomê. Li vir di nav Koma Berxwedan da dixebite.

Li Ewropayê ji bo xebata muzîkê her çiqas derfet hebûn jî wî di got şoreşgerek divê vegere welatê xwe, ev ji bo şoreşger peywireke û wiha di got: Çavkanîyeke me ya hêja heye. Vegera li ser wê çavkaniyê bi taybetî derxistina çanda Kurdî, peywireke meye.

Hozan Serhad dixwezên xwe pêk tîne û di sala 1996-anda vedigere ser çavkaniyê. Piştî ku çend mehan li Zapê dimîne, diçe Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Hewlêrê. Li vir hema li her deverê Başûrê Kurdistanê beşdarî dawet û şahiyan dibe.

Pêvajoya û beşdariya PKK[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hozan Serhad ji sala 1998 an pê va bi nerîtîkî di nav şerda cih digire. Di sibata 1999an da beşdarî Konmcivînê 6.emîn a PKK ê dibe. Ew di komcivînê da, ji bo karên Ewropayê tê peywirdarkirin, lê ji ber ku hevanî ku di 9ê Keçêrê dest pêk kirî bû rû dide û Serokê Giştî yê PKK ê wekî dîl tê girtin, dixweze ku çûyîna wî bê li peş xistin. Di komcivînêda her wiha bîryar tê dayîn ku koma Hüseyin Kaytan û kameraman û derhêner Halil Uysal jî herine herêma Botanê. Hozan Serhad jî ji bo kişandina klîban, dixweze bi wan re here.

Mirin û şehîditiya wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hozan Serhad tevahî yekîneya xwe di tîrmeha 1999an da li Elkê, Colemêrgê dikeve kemîna artêşa Tirk. Ew ji komê vediqete lê bi birîndarî dikeve destê dijmin; di vê pêvajoyê da li hemberî zordariya ji bo taybetî li serî radike. Ew Hozan Serhad di roja 10.emîn a dîlketinê da li Faraşînê derdixin operasyonê û Serhed, li wir dikeve nav karwanê pakrewanan.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]