Kelhûr
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
| Êla Kelhûr | |
| Agahiyên gelemperî | |
| Hoz | Evdilmuhamedî Elîrizawend Elwendi Berga Budaxbegî Çillayî Faruqî Gelîadar Harunabadî Celowgir Kelapa Kellacub Kemar Kerempana Kazimxanî Kerga Xalidî Homan Kirbîyan Mansurî Maydeştî (Mahîdeştî) Mîr Ezîzî Mu’mînî Muxîra Muşgir Papiran Qulami Qumçi Receb Remezanî Rizawend Rutwend Seyîdnaza Seyyîdan Selka Şahbazî Şeybenî Şahînî Şirzadî Şivankara an Şwankan Sîya Teleş Zeynelxanî[1] |
| Esil | Kurd |
| Ziman | Kelhûrî (bi kêmî Soranî, Lekî û Lurî) |
| Belavbûn | Gûran Kirmaşan Îlam Xaneqîn Luristan Dileman |
| Bawerî | |
| Ol | Şiîtî, Yarsantî û Sûnîtî |
| biguherîne |
|
Kelhûr anku Kelhor navê êleke kurda ye. Kelhûr li herêmên Îlam û Gûran dijîn û bêguman êla gelê kurd a herî mezin e. Ev serzaravayek kurdî ya taybet a ku navê xwe ji vê êlê girtiye diaxivin, bele hin şaxên kelhûran li Luristan û Lekistanê hene, evan lekî û lurî (bextiyarî) diaxivin.
Naverok |
[biguherîne]
Di derbarê etîmolojiya navê kelhûran de heya îro du hev teorî têne niqaşkirin. Yek ji wanan gelekî mîstîkî ye û ji Şerefnameyê hatiye girtin. Gorî mîr Şerefxan navê kelhûr ji keyayên hûriyan ango yên ku ji huriyan/milyaketan mane hatiye afirandin. Bavê kurdolojiya nûjen Mînorsky dibê mumkun e ku navê kelhûran ji kelxwar, ango yên ku gamêşan dixwin bê.[2]