Împeratoriya Romê

Ji Wîkîpediya

(Hat ragihandin ji Komara Roma)
Sînorên Împaratoriya Romê di dîrokê de

Împeratoriya Romê (wek Împeratoriya Romayê yan Împeratoriya Romî jî tê naskirin, bi latinî: Imperium Romanum) yek ji dewletên herî mezin ên di dîrokê de ye. Wê bi piranî bi paytexta Rom de, ji 6. sedsala b.z. de heta sedsala 5'an serwerî ajotî bû . Dema serwerî ajot de li împaratoriyê gelek xelkan, zimanan û olan serwerî ajot.

Împaratorî dema împarator Trajan de gehîşta sînorên xweya herî mezin û li ser sê parzemînan xakên xwe hebûn. Di wan demên rind de bi tunî xakên li dor Deryaya Navîn, Galya, bi piranî girava Brîtanya û xakên dor Deryaya Reş bin serwerîya împaratoriya Romê de bûn. Ew bi 5 900 000 km² rûerda xweya waxtakê împaratoriya herî mezina di hatiya demazrandin e.

Li împaratoriye gelek ziman dihat axaftin jî, latinî zimanê împaratoriyê yê fermî bû. Latînî ji pê Rom hilwaşiya re, demaka dirêj wek zimanakê zanist ma. Li zava romî-katolîk de latînî heta sedsala 20'an wek zimanê peyxam dihat pejirandin. Li ser zanistiyên wek biyolojî, bijîşkî latînî îroj jî bandoreke mezin heye. Wek wê li ser dad û teşeyê kargeriyên Ewropaya îroj bandoreke mezin a sîstemên Romê heye.

Kolîseum (Coliseum) li Romê

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Demazrandin û Dema Komarî

Gorî Destana damezrandina bajarê Romayê Mezringeha împaratoriya Romê û bajarê Romê nêzî sala 750 b.z bû, lê ew ne vebirî ye. Di wê demê de dewletê bin bandora etruskan de bû. Dewlet di wê çaxa de wek Keyatiya Roma tê nav kirin. Dema etruskan de Keyatîyê li dor Romê tenê serwerî dajot.

Çandeyî etruskan gelek bandor li Romê kiri bûn. Hêjmarên xwe yên etruskan bûn û heta wan alfabeya latînî peresandin alfabeya etruskan bikarandî bûn. Nêzî 500 b.z. de Rom li serwerîya etruskan filitî. Di wan salan de gelê Romê keyê etruskanan dawî Tarkîn (Tarquin) li Romê mişext kirin û kargerî wergera komarê kirin. Ji pê re çaxa Komara Roma dest pê kir.

Li wê demê monarşiya Romê wiha bû: li dewletê du Konsul her sal dihat hejmertin hebûn. Ser wan Konsulan re Senato hebû û wê ew herdu Konsulan dager dikirin. Li wan bêtir li kargerîye Adel (latînî: Aedilis), Patrîsyan û Preator jî karbedest bûn. Konsul demê peşîn ji Patrîsyanan tenê pêk dihat. Li serîhildanakê şunda Pleban re jî va bû. Wê demê yek derba li Forûma Romê (Forum Romanum) peşervan, zanyar û gel beraftîn dikirin.

Gelê Romê wiha par va di bû: li peşengê, malbatên kevina Roma bi navê Patrîsyanan (latînî: Patrician) he bûn. Lê, gel bi piranî ji Pleban pêk dihat û ewna nedikanîn teva polîtîka bin. Sklav wek mal dihat dibîn û ji azad bûne bêtir tu mafan xwe tune bûn.

Paş şêra hundura gelan di Romê derketî bû, dor 150 salan ajitî bû, şunda Pleban di 367 b.z. de hatin bi Patrîsyan re di politîk de wek hev bûn.

[biguherîne] Belavbûna Romê

Di 3. sedsala b.z. de Romê dest bi belavbûna li ser xakên Îtalya kir. Di 275 b.z kartacayan, dewletaka li Tûnisa îroj, êrîşa Romê kir û navbera wan de cengên Pûnîk derketin.

Di vê cenga Pûnîk a yekem (264–241 b.z.) de Rom bi kartacayan va li ser parva kirana Sîcîlya li hev hatin. Romê Sîcîlya dest xwe xist. Lê çend salan din kartacayan di deryayê re êrîşa Romê kir û bin xist. Ji pê re Romê ji bo kartacayan re baş bikin komkeştî çêkirin û bi dawî kartacayan bin xistin û Sîcîlya li wan şunda standin. Sîcilya û ji pê re jî Sardûnya ji dest Kartacayan de derbaza destên Romê bûn. Kartacayan bi mebesta wan giravan şunda dest xwe xin li Hispania (îroj, Spanya) keyatiyaka kolonî çêkirin.

Di cenga Pûnîk a duyem de (218–201 b.z.) keyê kartacayan Hannibal Rom bin xist. Hannibal başûra Galya(îroj, Fransa) hel girt, çiyayên Alpan derbaz kir û êrîşa Îtalya kir. Wî gelek artêşên Romê tune kirin. Di cenga Cannae (216 b.z.) de Hannibal dîsa Rom bin xist, lê Rom bi tunî dagir nekir. 204 b.z.an de Romê derbaza Afrîka bûn û li wir êrîşa Hannibal kirin û di 202 b.z. de Hannibal bin xistin. Kartacayan xakê xweya Afrîka û komkeştiyên xwe bi tunî wunda kirin. Di wê demê de Romê Hispania jî dest xwe xistî bû.

Paş serkeftinên hembera kartacayan di cenga Punişan de Romê li bakura Deryaya Navîn bi tenê serwerî dest xwe xist. Di wê demê şunda Romê êdî Helena Yewnanîstana antîk jî doz dikir. Rom hembera Seleukiyan jî sekeftin bû. Bi alîkarîya bajarên Anatolî jî, Romê 192 b.z.188 b.z. de seleukî bin xistin. Romê li wê serkeftîna şunda xakên Anatolî bi piranî dest xwe xistin. Paş makedonan jî di 168 b.z. de bin xistin Romê yek bi yek xakên Yewnanîstanê dest xwe dixistin. Di 146 b.z. de Yewnanistan êdî bi tunî hundura Romê bû. Di wê demê de Romê dîsa kartacayan di cenga Punîk Sêyem de di (150–146 b.z.) de bin xistin.

Împaratoriya Romê de dema Trajan de (98 - 117)

Pergama (îroj, Bergama) di 133 b.z. de bi peymanakê hundura Romê bû. Di 64/63 b.z. seleukî edî bi tunî hundura Roma bûn.

[biguherîne] Cenga Hundur

Li Komara Roma di 2. sedsala b.z. de li hundura Romê Cenga Gel derket. Pleban ji berê de ji bo rewşa aborî û polîtîk dilxweş nebû bûn. Paş birayên Tiberius Gracchus û Gaius Gracchus hatin kuştin şunda li Roma pleban serhildan û Patrîsyanan re ceng kirin. Ew cengê navbera gelî Roma de derketî bû di 91 b.z. de heta 89 b.z. dewam kir.

Li wê cengê şunda di 60 b.z. de Triumvirate (Kergarîya Sê kesan) pêşîn hat saz kirin. Gorî wê dewlet bi bi wan sê kesan; Julius Caesar, Gnaeus Pompeius Magnus û Marcus Licinius Crassus dihat kergerand.

Caesar di 44 b.z. de hat kuştin. Ji pê wê re dîsa cenga li hundur der ket. Octavian, paşê re hat Augustus nav kirin, bi Marcus Antonius va, hevanîyên Ceaser kuştînî Brutus û Cassius di Cenga Philippi de bin xistin. Paş re Marcus Antonius û Octavian li Cenga Actium hatina hembera hev. Di wê cengê de Octavian Kleopatra ji Marcus Antonius re alîkarî kir jî ewna herdu bin xistin.

[biguherîne] Dema Împaratoriyê

Sînorên Împaratoriya Romê ya herî mezinên di 116'an de.

Paş Octavian li hundura dewletê ewleyî pêk anî re Senato ew wek Augustus(latinî, mirovê bilind) nav kir û kira serokê Roma. Di dema Augustus de Imperium Romanum li dor Deryaya Navîn bi tunî serwerî dajot. Dîsa di dema Augustus de peymana Roma (Pax Romana) hat kirin. Li împaratoriyê hejmertina nîfusê kir. Augustus çandeyî jî tiştên mezin kirin. .

Li Augustus şunda, dema Claudius de, Brîtanya jî hat hundura împaratoriyê kirin.

Trajan di 98an de derbaza texta Romê bû. Trajan împaratorê herî pêşiyê ku na îtalyan bû û ji Hispania de bû. Dema împaratoriya Trajande sînorên İmparatorîyê heta Skotland, Portûgal û Mezopotamya fireh bûbûn. Li Trajan şunda 98an da heta 180an de împaratoriyê dema xweya herî rind dijî.

Di sedsala 3'an de êrîşên qomên germanan, ango koça qoman, wek almanan û got, vandalan dest pê kir. Li rojhelata împaratoiyê jî hembera sasanîyan re şêren mezin dibûn.

Diokletian di 284an de derbaza textê bû û di dema xwe de kargerî wek leşkeran û neferman kira du paran. Wî Tetrarşî(kergarîya çarî) roma saz kir. Gorî wê du împaratorên bi nave (Augustus ) du jî bi nave (Caesar) Împaratorî wek rojhelat û rojava di du paran de kergar dikirin.

Konstantînê Mezin li bavê xwe şunda di 312'an de derbaza textê bû. Wî heta 324 ji bo li împaratoriyê ewleyîyê peyda bike têkoşîn kir. Paş wî serwerî li ser împaratoriyê peyda kir şunda paytext bira Konstantînopolîsê.

Di 375an de paş Valentiniyano I mir şunda Gratiyano û Valens derbaza textê bûbûn. Kengê Valens hembera cotan di cenga Adrianapolisê de mir Gratiyano Têyodosiyo I wek împaratorê rojava da zanîn. Têyodosiyo di 394 bi tenê bû imparatorê Romê, lê ew salak naçû jîyan ji dest da. Di 395an de paş Têyodosiyo I mir re împaratorî êdî vebirî wek rojhelat û rojava bû du paran: Împaratoriya Romê ya Rojhelat, piştre dibe Bîzans û Împaratoriya Romê ya Rojava. Di dema Têyodosiyo I de xiristiyanî bû Olê fermî. Li Têyodosiyo I şunda lawên xwe Honorius li rojava, Arcadius jî li rojhelat derbaza textê bûn.

[biguherîne] Ruxîn li Rojhelat û Rabûn li Rojava

"Rom ji aliyê vandalan ve tê talankirin" (ev bûyer di sala 455'an de çêbûye)
Tabloyeke Heinrich Leutemann (sedsala 19-em)

Paş hunan ji Asyaya Navîn de berva Ewropayê koç kirin re, vê li ewropa wek bandora domîno kir û qomên dinên wan deran yek bi yek berva rojava û hundura ewropa koç kirin. Pê gotan hembera hunan bin ketin re, koç û êrîşa xakên Romê kirin. Di cenga Adrianopolisê de Rom hembera gotan bin ket û p reê Împaratoriya Romê ya Rojava gelek lawaz bû. Di navîna sedsala 5'an de xakên Galya û Spanya bi piranî qomên germanan wek vandalan, frankan û gotan ketin. Di wê demê de di 435 an de Afrîka jî bi dest vandalan ket. Paytexta Rojava di wê demê de ji Milan de hatî bû birina Ravenna. Di 410an de bajarê Romê bi dest vîzîgotan ket. Di 455an de jî bi dest vandalan ket.

Împaratoriya Romê ya Rojhelat roj bi roj keta bin bandora germenan. Di 476an de germanan Odoaker kira împaratorê Romaya Rojhelat. Lê împaratorî rojava Odoaker xwe wek navçeyaka rojhelat didît.

Di wê demê da xemgîniya Împaratoriya Romê ya Rojava ji bo êrîşên germanan tune bû. Di împaratoriya Yustiniyano I (Justinian I) de, serdarî wî Belisar, sînorên Bîzansê heta bi piranî Maxrîb, Îtalya û Spanya fireh bû. Bîzansê di wê wextê de li rojava bi sasaniyan re ceng dikirin. Di sedsala 7'an de împaratorî cara pêşî ji alîya sasaniyan hat dagir kirin. Lê, wan bi dawî di dema Herakliyo (Herakleios) de ewna bin xistin. Lê ji pê wan re jî êrîşên ereban dest pê kir.

Paş dema Herakliyo de Bîzans şuna zimanê latînî zimana yewnanî kira zimanê fermî û di navê imparatora da şuna imperium navê Basileus hat bikaranîn, ew ji Rom bi tunî bû. Ew êdî na împaratoriya Roma Rojava, paşpêkî bi paytexta Konstantînopolîs Bîzans bû û heta navîna sedsala 15'an serwerî ajot.

[biguherîne] Dewletên Pêmavan

Li împaratoriya Romê şunda hin dewletan xwe wek pêmavana Roma didît. Wekok Împaratoriya Romê ya Pîroz xwe wek pêmavana Împaratoriya Romê didît. Çarên rusan jî xwe wek pêmavanê împaratoriya Romê ya Rojava didît. Navê împaratorên Romê ya Pîroz Qeyser û navê împaratorên Rûsan Çar ji navê împaratorên Romê Caesar de dihat.

[biguherîne] Bibîne

[biguherîne] Çavkanî

[biguherîne] Giredanê Web