Komkujiya Zîlanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Sernivîsa rojnameya Cumhuriyetê, 13'ê tîrmehê 1930. Dinivîsîne: Qirrkirin destpêkir, xelkê geliyê Zîlanê bi giştî hatin qirrkirin.

Komkujiya Zîlanê, komkujiya Geliyê Zîlanê, terteleya Zîlanê komkujiyeke pirr mezin e ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî kurdan hatiye kirin.

Navê xwe ji qirrkirinên komî yên li Geliyê Zîlanê hatine kirin digire, lê komkujî ne tenê li vê geliyê, li seranser parêzgeha Agirî û parêzgehên devedorê hatiye kirin. Bi giştî Bakurê Kurdistanê ji vê komkujiyê ziyan dîtiye.

Gorî çavkaniyên rojavayî di navbera 15-55 hezar kurd di vê komkujiyê de hatine qirrkirin. Çavkaniyên tirkan 20 hezar dinivîsînin. Geliyê Zîlanê li axa parêzgeha Wanê dikeve û nêzîkê Erdîşê ye.

Çavkaniyên tirkan dibêjin komkujî di 12 û 13'ê tîrmehê 1930'yê de bûye. Lê di rastiyê de komkujî ji pûşpera sala 1930 destpê dike heya kewçêra 1930'yê didome. Qirrkirinên herî mezin û hovanê di 13'ê tîrmehê 1930'yê de li Geliyê Zîlanê pêk tên. Lewra dema behsa vê terteleyê tê kirin, Geliyê Zîlanê û 13'ê tîrmehê tê bîra mirov. Bi kurtî ev roj û ev cih bûye sîmbola vê komkujiyê.

Agahiya berfireh[biguherîne]

Li gorî belgeyên Serfermandariya Giştî van agahiyan dide; di 25’ê tîrmeha 1930’an de koma ku serî li ber dewletê hilda ji hêla mufrezeya Dervîş Beg ve ser wan girtiye û yên reviyane jî îmha kirine. Nêzî 200 sewalên ku girtine jî dane komisyona li Erdîşê. 29’ê tîrmehê de mufrezeya Dervîş Beg ku bi karê paqijkirina mirovan a li herêma Zîlanê ve mijûl dibe, bi meleyê gundê Pabuşkînê ku serekê serhildana Zîlanê bû, 4 kesê din piştî girtin ew kuştine. Her wiha 9 tiving û 700 sewal jî kom kirine. Di 2’ê tebaxê de mufrezeya Dervîş Beg li herêmên Pira Beranê, Gurgur Baba, Çiyayê Partaç ê kesên ku di taht û zinaran de xwe veşartibûn Heso û kesên ku nasnameya wan nediyar kuştî bi dest xistine. Jinên wan jî civandine û berdane wan gundan. 17 Kurd girtine û gundê Karamelîk ku alîkariya wan kiriye mirov kuştine û gund jî şewitandine.

Dawiya paqijkirina herêma Zîlan nehatiye. Mufrezeya Dervîş Beg di 10’ê Tebaxê de Hiseynê Kor, Tahir, Kasim, Hemze, Yusuf, Sultan a li Zozana Paniyê bûne girtine, gundên Şereflî û Maral ku ew veşartine şewitandiye û 30 çek bi dest xistine.

Geliyê Zîlan ji du milan pêk tê; Geliyê Zîlan û Geliyê Hacîderê. Gundên Geliyê Zîlan ev in; Komir, Zorava, Kaşesor, Eqis, Bazengê, Xarxus, Îlanî, Hacikaş, Çakirbey, Hesenabdal, Qerekîlîs e. Gundiyên van gundan kom bi kom girtine, ew bi werîsan girêdane û bi çekên giran gulebaran kirine û kuştine. Yên li vir hatine kuştin piranî ji eşîrên Bekirî û Hemoyî ne. Geliyê Haciderê jî ji gundên wekî Bonizlî, Konduk, Sicalî, Ardoxan, Mixarê, Soqitlî, Kerx pêk tên. Piraniya wan jî ji eşîra Haciderê bûn. Zarok, ciwan, pîr, jin cudayî nexistiye navbera wan ew qir kirine. Hemû gund şewitandin. Yên di Geliyê Zîlan de hatine qetilkirin, li gorî çapemeniya wê demê 15 hezar bûn, lê li gorî hin çavkaniyan 47 hezar kes in. Li gorî Mela Heyder Varli hejmara kesên hatine qetilkirin 15 hezar û 170’ê ye. Di rojnameya Cumhuriyetê ya di roja 16’ê tîrmehê 1930’an de bi sernavê ‘Yên hatine îmhakirin’ dabû wiha gotiye: “Gund û gundiyên ku alîkariya eşqiyayan kirine bi temamî hatine şewitandin û gundî jî hinek hatine îmhakirin û hinek jî sewqî Erdîşê kirine. Di Tevgera Zîlan de hejmara eşqiyayên(mebesta wan ji Kurdên Kurdeperw in) hatine îmhakirin ji 15 hezarî zêdetir e.”

Binêre jî[biguherîne]

Girêdan[biguherîne]