Perwîz Cîhanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Perwîz Cîhanî nivîskarekî kurd e û ji Rojhilata Kurdistanê ye. Lê niha li Swîsreyê rûdine. P.Cîhanî di yekê Gulana 1334ên koçê de (beranberî ya Zayînê dike 21.04.1955) li gundê Belesora Jêrîn ser bi bajarê Xoyê hatiye dinyayê. Ew ji binemaleyeke xwenda û edebdost û torevan hatiye cîhanê. Hê ji zarotiyê ve ew li gel çand û wêjeya kurdî û farisî nasyar e.

Xebatên çandeyî[biguherîne]

Perwîz Cîhanî nivîskarekî kurd e û ji Rojhilata Kurdistanê ye. Lê niha li Swîsreyê rûdine. P.Cîhanî di yekê Gulana 1334ên koçî de (beranberî ya Zayînê dike 21.04.1955) li gundê Belesora Jêrîn ser bi bajarê Xoyê hatiye dinyayê. Ew ji binemaleyeke xwenda û edebdost û torevan hatiye cîhanê. Hê ji zarotiyê ve ew li gel çand û wêjeya kurdî û farisî nasyar e. Ew bi kurdîyek pir zelal û herikbar dinivîse. Nivîsarên wî yên toreyî pir balkêşin. Romana wî Bilîcan nimûneya toreya kurmancî ye. Xezîneya peyvan û rewannivîsiya li wê romanê da balkêşe. Perwîz Cîhanî bi hersê zaraveyên kurmancî, soranî û hewramî dizane û bi dîtina wî hebûna zaraveyên cur be cur zengîniya zimanê kurdî ye. Perwîz Cîhanî di 1977an de dest bi nivîsandina zimanê Kurdî kiriye. Wî pêşî helbestên xwe bo Radyoya Kurdî ya Ormiyeyê û Radyoya Kurdî ya Kirmancşarê (Kirmanşa) û radyoya Azerî li Tewrêzê şandine. MIxabin hingê çi helbestên wî di radyoyên kurdî da belav nebûne. Lê yekemîn helbesta wî bi Zimanê azerî li radyoya Tewrêzê havîna sala 1976an hatiye weşandinê. Bi gotina xwe, Perwîz Cîhanî hingê bi êş û azara gelê Kurd û belengaziya wî hesiyaye.

Dû re wî di sala 1977an de çîroka folklorî ya Gur û Bizinê ji bo zarokan bi helbest nivîsîye. Ev çîrok di sala 1978an de, ji alî zangirên kurd li zanistgeha Tewrêzê wek şirît (kasêt) hatiye weshandinê.

Perwîz Cîhanî li dirêjaya salên 1978-1983an helbestên xwe bi navê nihînî (Şafir Şatoyî) ji Radyoya Kurdî ya Tehranê re dişandin. Hemû jî bê kêm û kas dihatin weşandinê. Dû re Cîhanî li heman radyoyê wek nivîskar û bejêrê du bernameyên çandeyî xebitîye.

Di bihara sala 1984an de Perwîz Cîhanî li radyoya Kurdî ya Ormiyê li ser kar bûye. Wî du bernameyên toreyî - "Genc û law" û "Ferhenga gel bi Kurmancî" dinivîsî. Herdu bername jî bi dengê wî belav dibûn û pirr guhdar peyda kiribûn.

Perwîz Cîhanî di sala 1984an de helbestvanê navdar Hêmin nas kiriye û dû re me bi arîkariya çend hevalan dest bi weşandina kovara Sirwe kiriye. Du helbestên wî - "Bînbera gundê Kurdistanê" û "Metelok" - di yekem hejmara kovarê de hatine weşandin. Cîhanî danê spêdeyê li radyoyê û danê êvarê jî li Sirweyê dixebitî.

Lê vê rewşê dirêj dom nekiriye. Di sala 1986an de, herdu bernameyên wî yên radyoya Ormiyê hatin girtin û ew ji kar hat avêtin. Lê Cîhanî ta payiza 1995an di Sirweyê de xebitîye. Li dirêjaya wan deh salan bi dehan nivîsar û helbest û kurteçîrokên wî di Sirwe û çendîn kovarên din yên kurdî de hatine weşandin.

Payiza 1995an, Perwîz Cîhanî neçar maye ku dest ji kar û warê xwe berde, da ku xwe ji girtin û kuştinê bifilitîne.

Cîhanî bi taybetî bi lêkolînên xwe yên li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî û herwiha klasîkên kurdî yên din navdar e.

Romana wî ya yekem, Bilîcan, dirêjtirîn romana bi kurmancî ye.

Perwîz Cîhanî niha li ser ferhengeke kurdî-kurdî ya dewlemend dixebite.

Berhem[biguherîne]