Pirsa Mûsilê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wilayeta Mûsilê di sala 1914an de

Pirsa Mûsilê (bi tirkî: Musul Sorunu, bi inglîzî: Mosul Question) herêmeke xwedî gengeşê ye di sedsala 20ê de, di navbera Tirkiye û Keyaniya Yekbûyî de. Mûsil parêzgeheke kurdnişîn ya osmaniyan bû. Îro navenda Mûsilê dikeve nav sinorê Başûrê Kurdistanê û Iraqê de. Hêj nehatiye kifşkirin ku ev herêm dê di nav sinorên Iraqê da be an jî Başurê Kurdistanê de be.

Mûsil kîder e?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi dûçûna dabeşkirina parêzgehên osmaniyan ya li sala 1907ê de Mûsil ji sê senceqan pêk tê. Ya yekem Mûsil e ku ji Amêdî, Zaxo, Duhok, Akrê û Şengalê pêk tê. Ya duyem Kerkûk e ku ji Rewandûz, Koysenceq, Ranya, Hewlêr û Kifriyê pêk tê. Ya sêyem Silêmanî ye ku ji Gulanber, Mamuretûlhamîd, Bazyan, Şehrîbazar pêk tê. Lê li gor sîstema rêvebirina Brîtanî û Iraqê wiha ye; Mûsil(herêmên li rojavayê Zêyê Mezin, Hewlêr (herêmên di navbera herdu Zêyan de), Kerkûk û Silêmanî [1]

Demografiya Mûsilê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka Mûsilê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mûsil di dîrokê de ketiye destê gelek şaristanan. Ji ber vê jî xuya ye ku gelek netewe û dîn li vê parêzgehê hene. Mûsil bajarekê girîng yê asûriyan bû. Piştî ruxandina dewleta Asuriyan, li herêmê îraniyan, Îskenderê Mezin, Sasaniyan, Ebasiyan, Selcûqiyan, Eyûbiyan hwd hikûm kir. Di şerê Çaldiranê de ku di navbera safewiyan û osmaniyan rû daye, ev herêm kete bin destê osmaniyan[2].

Tirkên oxuz di dema Selcukiyan de li dora sala 1050 şûnde tên herêma Mûsilê. Her wiha ji van tirkan re dibêjin tirkmen.

Mûsil di serdema osmaniyan de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di salnameyên Parêzgeha Mûsilê de wiha dibêje: "Parêzgeha Mûsilê sê qism e, qisma yekem bajarî ne ku piraniyan wan kurd in. Li şehrên wek Mûsil, Şehrîzor (Kerkûk), Silêmanî, Akrê, Duhok, Zaxo, Şengal, Kifrî, Rewandûz, Koysenceq de dijîn. Qismê duyê jî nîvkoçer in û gelek ji wan eşîrên kurd in. Qismê sêyem jî eşîrên koçer in."[3]

Sami Frashëri di berhemekê xwe de wiha dibêje;

İbrahim Hilmi jî di berhema xwe de wiha behsa Mûsilê dike;

Efserê osmaniyan Ahmed Cemal jî di berhema xwe de wiha dibêje: "Mûsil parêzgeha 54an ya osmaniyan e û 6an parêzgeha Kurdistanê ye. Parêzgehên Kurdistanê heft in:

  1. Parêzgeha Erzîromê
  2. Parêzgeha Mamuretu'l-Aziz
  3. Parêzgeha Diyarbekir
  4. Parêzgeha Bidlîsê
  5. Parêzgeha Wanê
  6. Parêzgeha Mûsilê
  7. Parêzgeha Musteqîl Zorê."[4]

Ev delîlên dîrokî nîşan didin ku parêzgeha Mûsilê û taybetî bajarê Kerkûkê, herêmên dîrokî yên kurdistanî ne. Hem bi dîrokî hem bi çandî hem jî bi gelheyê xwe ev herêm, têkildariyeke xurt bi kurdan re heye.

Mûsil di serdema şerê cîhanî de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Şêrê cîhanî yê yekem

Mûsil di şerê cîhanî yê yekem de di bin desthilata osmaniyan de bû. Piştî ku şer xelas bû, Brîtanî dest bi dagirkirina Mûsilê kirin. Em dikarin bibêjin ku Mûsil li ser mase ji destê tirkan derket.

Parêzgeha Mûsil û bi giştî Rojhilata Navîn di bin dagirkeriya dewletên Keyaniya Yekbûyî û Fransa de bû. Dema şer dewam dike, di 29 nîsan 1916 de di navbera Keyaniya Yekbûyî û Fransa û paşî jî Rûsya beşdar bû, van her sê dewletan Peymana Sykes Pycot bi dizîkî destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê Rojhilata Navin di navbera van dewletan de hate parvekirin. Parêzgeha Mûsilê jî kete bin destê Fransayê. Lê paşî dikeve destê Keyaniya Yekbûyî. Hêjayî gotinê ye ku dema ev peyman hatiye destnîşankirin, Mûsil hêj jî di destê osmaniyan da bû. Piştî Bexda jî ket destê Keyaniya Yekbûyî, vê dewletê berê xwe da Mûsilê.

Hêjayî gotinê ye ku di proseya şer de bi dûçûna planên veşartî herêmên Rojhilata Navîn wiha hatibûn parve kirin; Di 9ê gulana 1916ê de Sir Edward Gray û balyozê Fransayê yê li Londonê di navbera xwe de hinek biryar wergirtin,li başûrê Anatolyayê 5 herêm dîzayn kirin. Bii dûçûna biryaran[5];

  1. Herêmeke bi rengê qehweyî: Quds û Yafayê û Filistînê dihundirîne
  2. Herêma Brîtanî: Besra,Bexdad û Xaneqîn. Brîtanyaya Mezin eger bixwaze dikare li vir rêvebirin û kontrolê bike
  3. Di navbera Peravên Sûrî(Bêrût, Enteqya, Îskenderûn), Kîlîkya(Mêrsîn, Edene) û Dîcleya Jor(Meraş, Dîlok, Riha, Amed) de herêmeke Fransayî
  4. Di herêmên 4. û 5. de jî Fransa jî, Brîtanya jî amade ne ku li vir dewleteke serbixwe ya ereban biparêzin. Lê ev herêmên han jî ji aliyê van herdu dewletan ve hatin dabeşkirin. Cihê Fransayîyan ku wek herêma A tê zanîn; Dîmeşq, Heleb û Mûsilê heta sinorê Îranê dihundirîne. Cihê Brîtanî ku wek herêma B tê zanîn; Çola Sûrî, Tîkrît û ji sinorên herêma A heta Xaneqînê dihundirîne.

26 nîsana 1916ê Rûsan jî daxwaznên xwe ji van herdu dewletan gotibû ku Rûsî bi wergirtina herêmên başûrê Wanê û Bedlîsê vê planê qebûl dike.

30ê çiriya pêşîn a 1918ê de di navbera osmaniyan û dewletên Îtîlafê Hevpeymena Agirbes ya Mondrosê hate destnîşankirin. Ev peyman belgenameya fermî bû ku Împeratoriya Osmanî xirab bû. Bi dûçûna vê peymanê dewletên Keyaniya Yekbûyî, Fransa û Rûsya dikarin li her derê osmaniyan dagir bikin. Jixwe artêşa Keyaniya Yekbûyî jî berê xwe da Mûsilê û li vir artêşa tirkan xwest ku ji Mûsil derkevin. Serkirdeyê leşkerên Brîtanî li Îraqê General Marshall di 7ê çiriya paşîn a 1918ê de ji artêşa tirkan xwest ku heta 15ê çiriya paşîn a 1918ê ji Mûsil derkevin. 9ê çiriya paşîn a 1918ê de Sedrezam Îzzet Paşa fermanek ji serkirdeyê leşkerî yên tirkan Ali İhsan Paşa re şand ku Mûsilê vala bikin. Di encamê de 15ê çiriya paşîn ji Mûsilê vekişiya, 7ê kanûna pêşîn a 1918ê de jî temamî Parêzgeha Mûsilê vekişiyan heta Nisêbinê. Dema dagirkeriya Brîtanîli parêzgeha Mûsil dewam dike, di gulana 1919ê de li Silêmanî Serhildana Şêx Mehmûd Berzencî ya Yekem destpê dike. Şêx Mehmûdê Berzencî, Keyaniya Kurdistanê îlan kir, xwe jî wek melikê Kurdistanê îlan kir. Dagirkeriya Brîtanî bi tundî dijî derket û operasyon li Silêmanî ji Brîtanî hate destpêkirin. Di encamê de Şêx Mehmûd hate girtin û sirgûnê Hindistanê kirin. Her wisa di heman wextî de Rewandiz hêj di destê leşkerên osmaniyan de bû.

Konferansa San Remo (18-26 nîsan 1920)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Konferansa San Remoyê

Dewletên Brîtanî û Fransa di nîsana 1920ê de li Îtalya konferansên San Remo dan destpêkirin. Elbete bi rûxandina Împeretoriya Rûsî plana Sykes Pycot jî betal bû û planên nû hatin danîn. Serokwezîrê Fransayê Georges Clemenceau miqabilê %25 petrola Mezopotamyayê, Mûsil ji bo Brîtanyayê hêla. Em dikarin bibêjin ku hidûdên Mûsilê û Sûrî hatin kifş kirin. Piştî Konferansa San Remoyê hevrikên li ser parêzgeha Mûsilê Tirk, İngilîz û rêvebirina Iraqê ne.

Peymana Sevrê (10 gelawêja 1920)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Peymana Sevrê

10ê gelawêja 1920ê de di navbera dewletên îtilafan û osmaniyan de Peymana Sevrê hate destnîşan kirin. Osmaniyan bi vê peymana veqetîna Îraqê û Mûsilê pejirand. Lê li Tirkiyeyê Şerê Rizgariya Tirkiyeyê destpê kir û di encamê de Peymana Sevr nehate bicîhkirin. Tirkan li ser Mûsilê mafên xwe îlan kirin û nexwastin ev der ji bo Brîtanî bimîne.

Konferansa Lozanê (11 mijdar 1922-24 tîrmeh 1924)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Konferansa Aştiyê ya Lozanê

Parêzgeha Mûsilê ji aliyê petrolê ve gelek zengîn bû û çavê Brîtanî li ser vê herêmê bû ku bixin destê xwe. Jixwe pêşiyê ev herêm di destê Fransayê de bû, ji ber girîngiya petrolê ji Fransayê bi rêya dîplomasiyê wergirt. Lê piştî şerê cîhanî yê yekem, Tirkiye ber bi avabûna dewleteka nû û modern ve çû. Tirkiyeyê di meclîsa xwe de biryar girt ku parêzgeha Mûsilê parçeyek ji Tirkiyeyê ye. Lê Mûsil hêj jî di destê Brîtanî de bû.

Pirsgirêka Mûsilê di konferansa Lozanê de ji pirsgirêkên sereke bû yên hatine gengeşekirin. Ji bo bidestxistina parêzgeha Mûsilê herdu dewletan wiha îdiyaên xwe diparastin

Îdiayên Brîtanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Brîtanî jimarên xwe parve kirin ku tirkên herêmê pişkek ji 12 pişkan e. Bi dûçûna Brîtanî 455 hezar kurd, 66 hezar tirk û 62 hezar mesihî hene. Bi dûçûna jimaratina nifûsa herêmê ji layê Brîtanî; tirk hem hebûna kurdan ya bingeh-aryan red dikin hem jî nifûsa kurdan gelek kêm nîşan didin. Lê dijî vê Brîtanî dibêjin ku kurd mileteke cuda ye ji ereban û tirkan. Ji ber vê sedemê Brîtanî nexwast ev parêzgeh bikeve destê tirkan.

Bi dûçûna raportên Brîtanî nifûsa parêzgeha Mûsilê [6];

Bajar\Netewe Ereb Kurd Tirkmen Mesihî Cihû Bi giştî
Mûsil 170663 179820 14895 57425 9665 432468
Hewlêr 5100 77000 600 4100 4800 106000
Kerkûk 10000 45000 100 18000 1400 92000
Silêmanî -- 152900 1000 18000 1000 155000
Bi giştî 185763 452720 65895 62225 16865 785468

Nûnerê Brîtanî Lord Curzon li dijî nûnerên tirkan wiha digot:

Îdiayên tirkan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dewleta Tirkiyeyê di Lozanê de tezên xwe diparastin û digot nifûsa Mûsilê 500 hezar e; 263 hezar kurd, 146 hezar tirk, 43 hezar ereb, 18 hezar êzidî û 13 hezar jî xeyrîmûslîm dijîn li herêmê. Bi dûçûna van jimaran nûnerê Tirkiyeyê İsmet İnönü diparast ku qedera tirk û kurdan wekhev e, bingeha kurdan digehe ser nijadê turanan. Ji ber vê sedemê parêzgeha Mûsilê wek para xwe hesab dikir.

Bi dûçûna raportên tirkan nifûsa parêzgeha Mûsilê [7];

Bajar\Netewe Kurd Tirkmen Ereb Êzidî Ne-misliman Bi giştî
Silêmanî 62830 32960 7210 -- -- 103000
Kerkûk 97000 79000 8000 -- -- 184000
Mûsil 104000 35000 28000 18000 1000 216000
Bi giştî 263830 146960 43210 18000 31000 503000

Elbete herdu dewletan delîlên xwe nîşan didin ku mafê wan li ser Mûsilê heye. Lê pirsa Mûsilê bi temamî nehate çareser kirin. Di encamê de Peymana Lozanê hate destnîşan kirin. Her çend Pirsa Mûsilê nehatibe çareser kirin jî rêbaza çareserkirina Pirsa Mûsilê hate diyar kirin.

Peymana Lozanê (24 tîrmeh 1923)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Peymana Lozanê

Ev gengeşeya herdu terefan negihîşt ti encaman. Di Lozanê de biryar hat girtin ku divê di neh mehan de ev pirsgirêk bi dostane were çareserkirin. Eger dîsa çareser nebû, ev pirsgirêk dê li Cemiyeta Neteweyan were çareserkirin. Heta ku ev pirs were çareserkirin nayê qebûlkirin ku ti alî statûko yê xerab bikin. [8]. Jixwe heta ku dîsa heyetên van herdu dewletan kombûn, ti hereketên van herdu hêzan li herêmê çênebûn.

Di metna Peymana Lozanê de(madeya 3yê) wiha dinivîse [9]; Hidûdê di navbera Tirkiyeyê û Îraqê de divê di nav 9 mehan de di navbera Brîtanyaya Mezin û Tirkiyeyê de bi dostane dê were çareser kirin. Eger di nav 9 mehan de ev pirsgirêk neyê çareser kirin, pirsgirêk dê were birin bo Konseya Cemiyeta Neteweyan. Heta ku ev pirsgirêk neyê çareser kirin, şer destpê nake û hidûdên niha dê werin parastin

Konferansa Stenbolê (19 gulan-5 xizîran 1924)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî Lozanê prosesa 9 mehan destpê kir û 19ê gulana 1924ê li Stenbolê konferansek çêbû. Tirkiyeyê li vir jî tezên xwe parastin û ji Brîtanî got eger Musilê bidin Tirkiyeyê, em ê hinek dahatên petrolê bidin Brîtanî. Lê serokheyetê Brîtanî Sir Percy Cox ev qebûl nekir û li ser vê herêma Hekariyê jî ji tirkan xwest ku li Hekariyê nerazîbûnên nestoriyan hebûn û dewleta tirk ev nerazîbûn bi şidetê çareser dikir. Ji ber van angaştên Brîtanî, tirk bêçare man. Jixwe piştî vê konferansê 7ê tebaxa 1924ê li herêma Hekarî, serhildana nestoriyan destpê kir. Vê rûdanê nîşan da ku tirk hêj nikarin aşitî li welatê xwe durist bike lê Mûsilê jî dixwazin. Wezareta derve ya tirkan ji vê civînê jî destvala vegerî.

Êdî karê çareserkirina Pirsa Mûsilê ji bo Cemiyeta Neteweyan ma.

30emîn rûniştina Cemiyeta Neteweyan (îlon 1924)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê rêyek tenê ma bû; Çareseriya Cemiyeta Neteweyan. Cemiyeta Neteweyan ji bo vê pirsgirêkê komîsyonek ava kir. ev komîsyon ji 3 kesan pêk dihat. Navê wan hersê kesan; Mr. Branting(Swêd), Sr.Quinones de Leon(Spanya), Sr. Guani(Ûrûguay). Her wisa komîteyek din jî hate ava kirin ku li navenda Cemiyeta Neteweyan bixebite. Piştî van kifşkirinan komîsyonê berê xwe da hidûdê Tirkiyeyê û Iraqê. Vê komîsyonê dest bi xebatên çandî, dîrokî, folklorî, cografyayî kir.

31emîn rûniştina Cemiyeta Neteweyan (çiriya pêşîn 1924)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Komîsyona Cemiyeta Neteweyan xebatên xwe bi dawî anîn û raportek amade kirin. Bi dûçûna wê raportê 29ê çiriya pêşîn a 1924ê di navbera parêzgeha Hekarî û Mûsilê de xetek hate çêkirin. Ev xet wek Xeta Brûkselê hate binavkirin. Komîsyonê bi dûçûna lêkolînên xwe gihiştin van biryaran ;

  1. Divê Dewleta Iraqê 25 salan dê bin mandateriya Cemiyeta Neteweyan de bimîne
  2. Divê ji bo rêvebirina dadê û perwerdehiya herêmê ji kurdan re karmend dê werin peyda xwestin û kurdî wek zimanê fermî dê were qebûlkirin
  3. Eger mandaterî xelas be û ji kurdan re xweserî neyê bicîhkirin xelkê herêmê dê şûna ereban dewleta Tirkiyeyê tercîh bike. Ji ber rewşa Tirkiyeyê ji Iraqê xweştir e, dê herêm bikeve destê tirkan
  4. Lê eger teqsîmata herêmê were bicîhkirin Zêyê Biçûk dê bibe sinor û Mûsil ji Tirkiyeyê, Kerkûk jî ji Iraqê bimîne[10], [11]

31emîn rûniştina Cemiyeta Neteweyan bi nêrînên komîsyonê bidawî bû lê biryarên dawiyê nehatin kifş kirin. Her çend her tişt bi menfieta dewleta Iraqê biçe jî, komîsyonê dîsa dest bi lêkolîn xwe kirin. Mijar hemû li ser kurdan ma, tirkan digot kurd ji miletê me ne, komîsyonê jî digot kurd xwedî neteweyek, zimaneke cuda ne. Her çend tirkan digot kurd brayên me ne, li Bakurê Kurdistanê nerazîbûnên kurdan mezin dibû li dijî rêvebirina kemalîstan. Çûnkî kemalîstan zilm û zordariyeke mezin li Bakurê Kurdistanê didan meşandin. Di prosesa lêkolînên komîsyonê de li Tirkiyeyê bi taybetî jî li Kurdistana Tirkiyeyê nerazîbûnên kurdan xwe nîşan didan.

Serhildana Şêx Seîd li Tirkiyeyê (13 reşemeha 1925)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di prosesa çareserkirina Cemiyeta Neteweyan de, li Tirkiyeyê gelek rûdan çêbûn. Berpirsên komîsyonê ji aliyê tirkan dihatin asteng kirin ku lêkolînên xwe bikin, li herêma Hekarî êrîşên tirkan ser nestoriyan çêbûn û ya girîngtirîn li Bakurê Kurdistanê, Serhildana Şêx Seîd rûda. 16 reşemeha 1925ê de di medyaya tirkan de agahiyên derbarê vê serhildanê de hatin weşandin. Ji bo pirsa Mûsilê angaştên tirkan berhewa dibûn ku kurdan nedixwast li gel tirkan bijîn. Ev serhildan ji bo dewleta Brîtanya û Iraqê bû sedemeke baş.

Di encamê de angaştên tirkan bêbingeh man. rûniştinên din yên Cemiyeta Neteweyan qedera Mûsilê hate kifş kirin.

Peymana Brîtanya û Iraqê (13 kanûna pêşîn 1926)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 13ê kanûna pêşîn ya 1925ê de di navbera Brîtanyaya Mezin û Iraqê de peymaneke nû hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê; ev peyman ji 16ê kanûna pêşîn dê destpê bike û heta 25 salan dê berdewam bike. Lê eger Dewleta Iraqê tevlî Cemiyeta Neteweyan bibe, dê peyman were betal kirin. Ev peyman şert û mercên mandateriya Brîtanyayê li Iraqê kifş dike.

Di 18ê kanûna paşîn a 1926ê de parlamena Iraqê mandateriya Brîtanyayê ji bo 25 salan dirêj kir. Di 18ê sibata 1926ê de parlamena Brîtanyayê, ev biryara parlamena Iraqê pejirand.

37emîn rûniştina Cemiyeta Neteweyan (kanûna pêşîn 1925)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dawiya dawîn de 16ê kanûna pêşîn a 1925ê de di rûniştina 37ê ya Cemiyeta Neteweyan de biryar hate hilgirtin [12];

  1. Hidûdê Iraq û Tirkiyeyê dê Xeta Brûkselê teqîp bike
  2. Divê Iraq û Brîtanya peymaneke nû ya mandateriyê destnîşan bikin
  3. Ji bo ewlehiya civakên kurd, divê erk ji bo komîsyonê were dayîn
  4. Ji bo rêvebirina herêmê(parêzgeha Mûsilê), dadê û perwedehiyê divê kesên kurd werin tayînkirin. Zimanê kurdî divê di van hemû xebatan de zimanê fermî be

Peymana Enqereyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

5ê hezîrana 1926ê di navbera Tirkiyeyê, Brîtanya û Iraqê de peymanek hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê Tirkiyeyê tevlîbûna Mûsilê bo Iraqê pejirand. Li hemberî vê hindek dahatên petrola Mûsilê ji Tirkiyeyê re hat dayîn. Ev dahatên petrolê ji bo 25 salan dê were dayîb ji bo Tirkiyeyê. 7ê hezîrana 1926ê jî parlamanetoya Tirkiyeyê ev peyman erê kir.

Paşeroja vê mijarê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her çend pirsa Musilê wek herêma Mûsil bê fêmkirin, di esasê de li vir behs û xeber Başûrê Kurdistanê ye.

Niha pirsa Mûsilê bi serxwebûna Başurê Kurdistanê girêdayî ye ku parêzgeha Mûsil ya di wextê Osmaniyan de bi giştî herêmên kurdnişîn bûn.

Her çend kurd dixwazin serbixwe bibin jî dewletên cîran ji vê rewşê nerazî ne û dixwazin Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Ji van dewletan ya herî muhim Tirkiyeye ku hêj ji dibêje Mûsil û Kerkûk axa tirka ye. Dîroknasê tirk Mim Kemal Oke dibêje ku Turgut Özal şevekê ji niska ve bi telefonê li min digere û ji min re dixwaze ku eger em Başûrê Kurdistanê dagir bikin tu dikarî argûmentên kêrhatî û dîrokî peyda bikî[13]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Musul Sorunu, Vladimir F.Minorsky, r:23, Weşanên Avestayê
  2. ^ Atlaslı Memaliki Osmaniye Coğrafyası,s57-Ali Rıza
  3. ^ Musul Vilayeti Salnamesi,1306/1890,s100-Vilayet Mektupçusu Tevfik efendi
  4. ^ Coğrafyayî Osmanî-Ahmed Cemal
  5. ^ Musul Sorunu, Vladimir F.Minorsky, r:23, Weşanên Avestayê
  6. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:450
  7. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:446
  8. ^ Türk Dış Politikası, Kurtuluş Savaşından Bugüne Olgular, Belgeler, Yorumlar, Cilt:1- Baskın Oran, r:261
  9. ^ Musul Sorunu, Vladimir F.Minorsky, r:34, Weşanên Avestayê
  10. ^ Türk Dış Politikası,Kurtuluş Savaşından Bugüne Olgular, Belgeler, Yorumlar, Cilt:1- Baskın Oran, r:264
  11. ^ Musul Sorunu, Vladimir F.Minorsky, r:44, Weşanên Avestayê
  12. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:472
  13. ^ Musul Komplosu, Mim Kemal Oke,Wesanên Irfan, Xizîran 2012, r:10