Silêman padîşah

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Silêman qiralekî Îsraîlê bû. Di Tewrat, Încîl û Quran de derbas dibe.

Çavkanî[biguherîne]

Çavkaniyên herî kevin ên li ser jiyana Silêman padîşah, di Tewratê de kitêbên Samûêl II, Padîşah I û Dîrok I in.

Silêman di Tewratê de[biguherîne]

Silêman kurê Dawid û Batşêbayê bû. Mana navê wî "silamet" an "aştî" ye.

Silêman ne kurê Dawid ê nixûrî bû, lê dîsa ew ji aliyê bavê xwe ve hat hilbijartin ku bibe padîşah. Wî li Orşelîmê çil salan padşahtî kir û ji bo dewlemendî û şehrezayiya xwe gelek bi nav û deng bû.

Silêman li Orşelîmê ji Xwedê re perestgeheke mezin ava kir û ji xwe re jî qesreke pir mezin û xweş ava kir.

Di destpêkê de wî guhê xwe da emrên Xwedê, lê ber bi dawiya jiyana xwe ew ji riya Xwedê dûr ket. Wî gelek jin ji xwe re anîn, lê ew hemû pûtperest bûn û wan dilê wî ji Xwedayê rastîn zivirand. Ew li pey pût û xwedayên din ket û wî li ser çiyayê pêşberî bajarê Orşelîmê

Şehrezayiya Silêman[biguherîne]

Rojekê du fahîşe hatin ba padîşah û li ber wî sekinîn. Yekê ji wan got: «Efendî! Ez û eva ha, em di eynî malê de rûdinin. Çaxê ez bi wê re di malê de bûm, min zarokek anî. Piştî du, sê rojan, wê jî zarokek anî. Em herdu bi serê xwe bûn, tu kesî li ba me nebû. Bi şev kurê wê mir, çimkî ew li ser wî raza bû. Nîvê şevê ew rabû û çaxê ez razam, wê kurê min ji rex min rahişt û ew xist himbêza xwe; lê kurê xwe yê mirî xist himbêza min. Sibehê, çaxê ez rabûm ku şîr bidim kurê xwe, va ye, ew mirî bû. Lê gava min lê nêrî, min dît ku ew ne kurê min e.» Lê fahîşa din got: «Na, bi rastî yê mirî kurê te ye û yê zindî kurê min e.» Û herduyan devjenî kir.

Li ser vê yekê Silêman padîşah got: «Eva ha dibêje ku ‹Zarokê zindî kurê min e!› û ya din dibêje: ‹Na, ew yê min e!› Şûrekî ji min re bînin!» Wan şûrek anî û padîşah got: «Kurê zindî bikin du perçe û nîvî bidin vê jinê û nîvê din bidin ya din.»

Lê dilê fahîşa ku diya kurê sax bû, bi kurê wê şewitî û wê ji padîşah re got: «Mîrzayê min, bila kurê zindî bidin wê, wî nekuje!» Lê belê ya din got: «Bila ew ne yê min û ne jî yê te be, bila wî bikin du perçe!»

Hingê Silêman padîşah biryara xwe da û got: «Kurê zindî bidin jina pêşî. Kurê wê nekujin, çimkî diya wî ew e.»

Çaxê hemûyan li ser biryara padîşah bihîst, ji wî tirsiyan, çimkî wan dît ku bi şehrezayiya Xwedê hukumdarî kir. (Padîşah I, 3)

Gotinên Silêman[biguherîne]

Silêman sê hezar metelok yanî mamik gotin û hijmara stranên wî 1005 bûn. Gotinên wî û gotinên çend zilamên din di Tewratê de di kitêba Gotinên Silêman hatine berhevkirin.

Ev çend gotinên Silêman in:

Destpêka şehrezayiyê, tirsa Xudan e û naskirina wî fêmdarî ye.

Di hemû kirinên xwe de, Xwedê bîne bîra xwe û ewê riyên te rast bike.

Qurbanên mirovên xerab ji Xudan re mekruh in, lê duaya mirovên rast li xweşê wî diçe. Jina hêjabilind, taca mêrê xwe ye.

Xanî û dewlemendî mîrasa ji bav e, lê jina fêmdar ji Xudan e.

Zarokek jî bi kirinên xwe tê naskirin; tê dîtin ka karên wî rast û pak in, an ne.

Zarok li gor riya ku divê pê ve biçe perwerde bike, ew di pîrîtiya xwe de jî ji wê dernakeve.

Şeş tişt hene ku Xudan ji wan nefret dike,heft tişt hene ku jê re mekruh in: - Çavên qure, - Zimanê derewîn, - Destên ku xwîna bêsûc dirijînin, - Dilê gêrûfenker - Lingên ku ji bo xerabiyê dilezînin, - Şahidê derewîn ê ku derewan belav dike, - Mirovê ku cihêtiyê dixe nav birayan.

Bi ketina dijminê xwe kêfxweş nebe û bi terpilîna wî dilgeş nebe.

Nebêje: «Wî çi li min kiribe, ezê wusa li wî bikim, ezê li gor kirinên wî lê vegerînim.»

Bersîva nerm hêrsê disekinîne, lê belê gotina hişk xezebê radike.

Zimanê mirovê şehreza, zanînê dixemilîne, lê belê ji devê mirovê bêaqil dînîtî dipijiqe.

Çavên Xwedê li her derê ne, çavnêriya qenc û xeraban dikin.

Zimanê şifabexş dara jiyanê ye, lê zimanê xwehr ruh dişkêne.

Mirovê bêaqil hişyarkirinên bavê xwe kêm dibîne, lê yê ku guhdariya lêhilatinê dike, fêmdar e.

Mala mirovê rast xezîneyeke mezin e, lê derameta mirovê xerab çavkaniya tengahiyê ye.

Lêvên mirovê şehreza zanînê belav dikin, lê belê dilê bêaqilan ne wusa ye.


Du Zebûr jî ji aliyê Silêman ve hatin nivîsin.

Silêman padîşah di Peymana Nû (Încîl) de[biguherîne]

Îsa Mesîh çend caran behsa Silêman padîşah kir û got:

"Hûn çima ji bo cilan xeman dixwin? Li sosinên çolê binêrin ku çawa mezin dibin, ew ne dixebitin û ne jî rîs dirêsin. Ez ji we re dibêjim ku Silêman jî di hemû rûmeta xwe de wek yeke ji wan cil li xwe nekirin. Îcar, eger Xwedê giyayê çolê yê ku îro heye û sibê di tendûrê de tê şewitandin, bi vî awayî bi cil dike, ma ew we hê bêtir bi cil nake, hey kêmîmanno? Loma xeman nexwin û nebêjin: ‹Emê çi bixwin?› an ‹Emê çi vexwin?› an jî ‹Emê çi li xwe bikin?› Pûtperest li van hemû tiştan digerin. Lê Bavê we yê li ezmanan dizane ku hûn hewcedarê van hemû tiştan in." (Metta 6:29)

Mesîh got ku ew bi xwe ji Silêman meztir e: "Şahbanûya Başûr wê di Roja Dawî de bi vî nifşî re rabe û wî sûcdar derxe. Çimkî ew ji wî kujê dinyayê hat, da ku guhdariya şehrezayiya Silêman bike û va ye, yekî ji Silêman meztir li vir e." (Metta 12:42)

Girêdanên derve[biguherîne]