Îbrahîm Parlak

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Îbrahîm Parlak
Îbrahîm Parlak di sala 2020
Jidayikbûn1962
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
PîşeEndamekî pkkê
rojnamevan
Salên çalakPKKê: 1980 - 1997
Rojnamevan 1997 - niha
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Îbrahîm Parlak (jdb. 1962 li gundê Emîrler, Kurudere, Entabê) endamekî berê yê Partiya Karkerên Kurdistanê û rojnamevanekî kurd e.

Jiyan û perwerde[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Parlak di malbatekî kurd de mezin bûye û 9 xwîşk û birayên wî hene.[1] Bavê wî karê cotyariyê dikir.[1]

Parlak di pola yekem a dibistanê de, ji ber ku zimanê wî yê zikmakî kurdî ye, ji aliyê mamosteyên xwe ve, jiber kurdîaxivbûna wî jê nefret dikirin û Parlak dihate cezakirin.[1] Di dibistanekî amadeyî ya Dîlokê xwend û li wir ji bo tevgera mafên kurdan kampanyayan li dar xist.[1] Piştî ku di şanzdeh saliya xwe de di mîtîngekê de hate girtin, koçiya Almanyayê bû û heft salan li bajarên wekî Munîh, Stuttgart û li Berlînê jiyan kir.[1]

Ewropa û PKK[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Ewropayê Parlak piştre tevlî baskê siyasî yê PKKê bû û ji bo piştgiriya wan festîvalên PKKê li dewleten Ewropayê xistin.[1] Bi armanca tevlîbûna malbata xwe li Tirkiyeyê, ji bo li kampeke PKKê perwerde bibîne, Parlak çûyê Libnanê.[1] Piştî heşt mehan, wî tîmeke ji pênc çekdaran li ser Sûriyê ber bi Tirkiyê bir û li wir ji aliyê dewriyeyeke sînorî hatinê rawestandin.[1] Di şer û pevçûnan wekî 3 ji hevalên xwe bîrindar û 2 leşkerên tirk mirin, Parlak karibû ji wir bireve.[1] Piştî çend mehan Parlak ji aliya dewleta tirk ve hatiye binçavkirin. 1 sal û 4 meh di girtîgehê de ma û dûre hat berdan.[1] Paşê ji Tirkiyê derket û çû Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Li wir di sala 1991ê de daxwaza penaberiya siyasî kir.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d e f g h i j Kottlowitz, Alex (19 tîrmeh 2018). "The Politics of Ibrahim Parlak - The New York Times". web.archive.org. The New York Times. Ji orîjînalê di 19 tîrmeh 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 çiriya pêşîn 2022.