Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê

Kurdisches Kulturinstitut Wien
Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê
Damezrandin2017
Cih
Koordînat48°11′58″Bk 16°20′45″Rh / 48.1995763°Bk 16.3457779°Rh / 48.1995763; 16.3457779
Rêveber
Sulaiman Mahmoud
Malper

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê (navê fermî bi almanî: Kurdisches Kulturinstitut Wien) dezgeheke çanda kurdî ya serbixwe ye. Ew di sala 2017an de ji aliyê hin rewşenbîr, hunermend û akademîsyenên kurd ve li welatê Awistiryayê bi armanca parastina kelepor û zarê kurdî hatiye damezrandin.[1]

Mebestên sereke yên Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê ew in ku bikare çand, tore, huner û zimanê kurdî bi xelkê awistiryayî bide nasîn û têkiliyan di navbera welatiyên Awistiryayê û kurdan de biafirîne û xurt bike.[2]

Çalakiyên Enstîtuyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Giringtirîn çalakiyên Enstîtuya Kurdî kursên fêrkirina zimanê kurdî ji bo revenda kurdî li Awistiryayê û şagirtên kurd û yên biyanî yên Zanîngeha Viyanayê ne. Enstîtuya Kurdî kursên zimên bi her du zaravên kurmancî û zazakî pêşkêş dike. Kurmancî û zazakî jî li ser sê astan tên hînkirin. Heta aniha Enstîtuya Kurdî karîbû bi sedan kesî fêrî zimanê kurdî bike.

Ji bilî kursên fêrkirina ziman Enstîtuya Kurdî çalakiyên çandî û hunerî jî li dar dixe, wek danasîna pirtûkên kurdî yên nû û birêvebirina guftûgoyan li ser wan. Enstîtuya Kurdî bi mêvandarîya nivîskar, helbestvan, romannivîs û rojnamevanên kurd ve radibe û derfetê ji wan re bi rêya konferans û hevdîtinan re peyda dike, da ku ew berhemên xwe bi kurdên diyasporayê re parve bikin.

Sînemaya kurdî jî cihekî girîng di nav karûbarên Enstîtuya Kurdî de digire. Hin fîlmên kurdî ji alîyê Enstîtuya Kurdî ve hatin pêşandan. Herwiha Enstîtuya Kurdî piştgiriyê dide lîstikvan û derhênerên kurd yên ciwan, yên ku dixwazin bi fîlm û berhemên xwe sînemaya kurdî bi pêş ve bixin.

Her sal Enstîtuya Kurdî aheng û konsêrtan ji bo revenda kurdî li dar dixe, da ku têkilî di navbera mirovên kurd de çêbin û hevgirtinek di navbera malbatên kurd de were avakirin.

Koma Xwendinê ya Viyanayê jî projeyeke ji nav projeyên Enstîtuya Kurdî ye. Armanca vê komê bipêşxistina xwendinê di nav keç û xortên kurd de li welatê Awistiryayê ye. Herwiha Enstîtuya Kurdî piştgiriya ciwanên kurd dike bo xwendina bilind li zanîngehên Awistiryayê.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Kurdish Cultural Institute of Vienna - Kurdisches Kulturinstitut Wien | Anna Lindh Foundation". www.annalindhfoundation.org. Ji orîjînalê di 25 kanûna pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2020.
  2. ^ Şalî, Ala (11 kanûna paşîn 2022). "Li bajarê Viyenayê zarokên Kurd û biyanî fêrî Kurdî dibin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2022.