Kurdên Awistiryayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kurdên Awistiryayê
Gelhe tevahî
100.000[1] (2016)
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
Viyana15.000 - 29.000
Ziman
Zimanê dayîkê Kurdî, Zimanên din
Tirkî, Erebî, Farisî, Almanî
Baweriya dînî
Îslam (Şiîtî, Sunîtî)
Zerdeştî, Bê Bawerî, Xiristiyanî
Têkildarên komên etnîkî
Ariyan
(Taliş, Peştûn, Pars)

Kurdên Awistiryayê (bi almanî; Kurden in Österreich, Österreichische Kurden an jî Österreich-Kurden, zaraveyê awistirî; Kurd‘n in Östareich) kurdên etnîkî ne ku xwedî welatînameya Awistiryayê ne yan jî li welatê Awistiryayê dijîn. Kurd li seranserê welêt bi cî bûne, kêmîneya herî mezin jî li paytextê Viyanayê ye ku enstîtuya çanda kurdî ya herî mezin li Awistiryayê tê de ye. Enstîtuyên din ên ku kurd birêve dibin li bajarên Graz, Linz, Sulzburg, Innsbruck, Bregenz, Klagenfurt û St. Pölten in. Li aliyê saziyên biçûk ve li seranserê welêt belav bûne. Kurdên navdar a yekem li Awistiryayê ya sedsala 20an helbestvan Cahit Sıtkı Tarancı bû ku li Viyanayê dijî. Herwiha, fermandar û şoreşgerê kurd Ebdurehman Qasimlo di sala 1967an ji Îranê koçeriya Awistiryayê kir û heya mirinê li Viyanayê jiya.

Piraniya kurdan ji Bakurê Kurdistanê ji herêmên wekî Dîlok, Riha, Amed, Mêrdîn, Şirnex, Qerekose, Semsûr, Dêrsim, Ezirgan, Bazarcix, Xarpêt, Mûş, Erzîrom an Sêwasê tên. Her wiha gelek ji Anatolya Navîn bi piranî ji bajar û parêzgehên Qonye, Axsere û Enqere ne.

Piştî Şerê navxweyî yê Sûriyê di sala 2011an de, hejmareke mezin ji koçberên kurd jî hatine Awistiryayê.

Ji Iraq û Îranê jî hindikahiyên kurd hene ku ji ber sedemên aborî û siyasî reviyane.

Navdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Omer Hemdî
Ekrem Dağ
Celîlê Celîl

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Kurden in Wien: Keine Angst, aber ein Unsicherheitsgefühl". DER STANDARD (bi Austrian German). Roja gihiştinê 10 nîsan 2023.
  2. ^ Tariq, Aqrawi. "Iraqembassy" (PDF) (bi almanî).
  3. ^ "derStandard.at". www.derstandard.at. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2022.
  4. ^ "ScienceWatch.com - Clarivate". archive.sciencewatch.com. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2022.
  5. ^ "New Europe GRI 2007 - Caner Capital". web.archive.org. 6 çiriya pêşîn 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 çiriya pêşîn 2011. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ Strack-Zimmermann, Benjamin. "Muhammet Akagündüz (Player)". www.national-football-teams.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2022.
  7. ^ Dizdarevic, Emir (15 sibat 2017). "Alev Irmak im Interview: "Heimat ist, wo ich am besten scheißen kann"". The Gap (bi almanî). Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2022.
  8. ^ Kocina, 11 11 2018 um 19:14 von Erich (11 çiriya paşîn 2018). "Islam: Das Ende der kurzen Ära Olgun". Die Presse (bi almanî). Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  9. ^ "Taner Ari wechselt vom SC Magna zu Orduspor | boerse-express.com". web.archive.org. 26 tîrmeh 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 tîrmeh 2011. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  10. ^ "Amed Sportif'de moraller bozuk". Fotomaç. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2022.
  11. ^ "Mächtig viele Punkte..." football-aktuell. Roja gihiştinê 25 sibat 2023.
  12. ^ "Austria - İ. Bingöl - Profile with news, career statistics and history - Soccerway". int.soccerway.com. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2022.
  13. ^ "Gabalier zeigt Linzer Rapper an". nachrichten.at (bi almanî). Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2022.