Diyasporaya kurdan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Diyasporaya kurdan bi tevayî ji komên kurdan ên ku li derveyî Kurdistanê re tê gotin.

Mirov dikare diyaporayê li du kategoriyan bibijîre; ya yekem: komên kurd ên ku zûda ji welat dûrketine yan hatine dûrketin; ya duyem: komên ku ji destpêka sedsala 20'em û vir de çêbûne, yanên yên nûjen. Îro, li Elmanyayê nêzikê 500-600 hezar kurd dijîn[1]. Bi wê re, divê ku mirov bibêje ku li Fransa, Keyaniya Yekbûyî, welatên Skandînavî, weke Norwêc, Swêd, Danîmark û Fînlandê jî dijîn. Li Holendê jî kurd hene û dijîn.

Diyaspora û kurd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Diyaspora kurd, bi taybetî, salên 1950'î û pê de, bi awayekî pirr mazin pêşket. Ji vê demê û pê de, şerê komara tirkiya bi kurdan re zêdetir bû. Îran, Iraq û Sûrî jî, şerên wan bi kurdan re bûn. Kurdên ku ketin diyaspora de, herî zêde ji bakûrê kurdistanê ku di weke beşa kurdistanê ya di nava sînorê Kurdistanê de dimêne ya. Dewleta tirk jî, zor da kurdan ku ji cih û warê xwe goç bikin. Lê piştî ku tekoşîna kurdan ya bo azadîyê dest pê kir, piştre dewletê bi awayekî vekirî weke politikayakê bijart û kurd ji cihê wan kirin. Tenê di navbara salên 1990´î û heta ku digihijê salêe 1995´an de, dewletê, ser 4 hezar û 5 sad gundên kurdan şawistand û vala kir. Tenê di vê demê de yanî di nava salên 90´î û ta 95´an de, ser 8 milyon kurd ji cihê wan hatina kirin. Li rojavayê tirkiyê, gelek goçên kurdan bûn. Tê tahmîn kirin ku kurdên ku tenê hatina goç kirin li herêmên tirkan ne bin 7 milyonan re na[çavkanî hewce ye].

Kurdên ku hatina goç kirin li herêmên tirkan, bo ku ew werina asîmle kirin, ew hatina goç kirin li wan herêman. Bi vê armancê, dewletê, gelek kurd dan goç kirin li wan hereman. Lê bi wê re jî, li welatên ewropî û hwd jî, bi tavahî, tê taxmîn kirin ku ne bin 3 milyonan re na. Kurdên ku ne dikarîn werina welatên ewropa, goçî welatên kafkasya û Rusya kirin[çavkanî hewce ye].

Dîroka diyasporaya kurdan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka diyasporaya kurdan, ji sadsale 18´min, bi awayekî vekirî û zêde dest pê dike. Berî wê çend ku bûbê jî zêde nebûya. Lê piştî van deman, bi awayekî zêde goçkirina dervî welatê kurdistanê ku goç bûn, êdî bahse dîyaspora kurdan ket rojevê de. Sadsale 18´min, pirr raperîn û serhildanên kurdan bûn. Di ancama wê de jî pirr kurdan bi komî û ankû bi aşîrî mecbûr man ku ji herêmê xwe biravin û ankû goç bikin. Sadsale 19´min, weke sadsale 18´min sadsaleka ku ji bo kurdan bi raperîn û serhildanan re bûhurtîya. Ji ber bê yekê, di vê demê de jî, kurdan êdî bidest goçkirina dervî kurdistanê kir. Di destpêka sadsale 18´min de, mirovên rewşenbîr ên weke mixdat Bedirxan, goçî dervî welêt kirin û çûn Beyrut ê. Li wir jî, dev ji karên xwe yên rewşeênbîrî ne berdan. Divê ku mirov ji bîr neke, ku rojnema "kurdistan"ê di wê demê de di sale 1898´an de ji aliyê mixdat Bedirxan ve li Beyrutê cara pêşî hatîya derxistin. Her wusa, bi heman rengî li welatên ewropî jî bû[çavkanî hewce ye].

Îro, dema ku em bibêjin, televîsyonên kurdan û pirranîya rojnemeyên kurdan li diyasporayê weşanên xwe dikin. Ji ber ku derfet û mafê weşandinê li welêt û ankû li kurdistan´ê ji wan re nemya, êdî li welêatên derve derdikevin.

Diyasporaya kurdan, sadsalên wê yê ku hin bi hin zêde di wan de diyaspora bûya, sadsale 18´min, sadsale 19´min, sadsale 20´min a. Çend ku dem bi ber sadsale 20´an ve tê, kurdên ku goç kirina hijmara wan jî pirr zêdetir dibê. Herî zêde di sadsale 20´an de kurdan ji welêatê xwe goç kirin. Tenê di vê diyaspora sadsale 20´an de, ku em kurdên ku goçî herêmên tirkan jî di nav bi hasibênin, herê kêm ser 15 milyonan re kurdan ji welatên xwe goç kirin û li cihanê bûna pênaber û li diyaspara bidest jîyanê kirina.

Welatên li wan diyasporaya kurdan bûya, welatên kafkasya û Rusya. welatên baltikî weke Estonya, Letonya û Lîtwanya. Li ewropa jî, li hemû welatên ewropa dipaspora kurdan bûya. Lê di nava wan de herî zêde li welatên weke Almanya, Fransa, Brîtanya, Belçîka, Holanda, Danîmarka, Swêd, Norwêc, Awistriya, û hwd bûya. Her wusa, li Welatên Weke Emerika û hwd jî dîyaspora kurda pirr mazin bûya. Li wan welatan îro, bi deh hezaran kurd dijîn[çavkanî hewce ye].

Sedemên diyasporaya kurdan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ku mirov bahse sedema dîyaspora kurdan bike, divê ku mirov weke sedema pêşî û ya sereka sedema şerê dewletên weke Îran, Tirkiye, Îraq û Sûrî ê bi kurdan re bêne ser ziman. Ji ber ku ji welatên Ewropî ên weke Almanya, Fransa, Brîtanya û Emerika û hwd, piştgirîyeka mazin ji wî şerê bikurdan ên welatên weke Tirkiya, Îran, Îraq û Sûrî re hebû, êdî ew şer jî bi deh salan domiya. Kurdan, zêde bo sedemên aborî, welatên xwe ne berdana. Ji ber ku civate kurdan civateka kevneşopî û bi nirxên xwe girêdayî bû, zêde ji bo wan sedeman goç ne kirin. Ji sadî 90´î sedemên diyasporaya kurdan, ew şweê ku ji destpêka sadsalê destpê kirîya û ta dawîya sadsalê domîya ya û piştre di sadsale 21´ê de jî hê jî ku didimê, ew a ku sedema sereke ya diyasporaya kurdan.

Tirkiya, tenê, di nava salên 1990´î û 1995´an de ser 4-5 sed gundê kurdan şawitand û vala kir. Her wusa, heta roja bi sadan oparasyonên dewleta tirk li ser serê kurdan li dijî kurdan li herêmên wan bûna. Komkujiyên weke komkujiya Dersimê jî ji aliyê tirkiya ve pirr hatina kirin. Rejima baasê ya Îraqê, di dema xwe de komkujiyên weke komkujiya Helepçe li ser serê kurdan kirin.

Bi sedema şer re, sedemeke dîn jî weke ku li rojevayê kurdistanê rejima baasê ya Esad kir, kurd li ser axên wan bê nasnema hatin hiştin. Bi sad hezaran kurd bê li ser axên xwe weke mirovên beyan hatin jîn kirin. Di ancama wê politkaya rejima baasê ya Sûrî de jî, bi deh hezaran kurdan cih û warê xwe berda. Cihên kurdan bi navê ereban dihatin qayd kirin. Ew politika li Tirkiya jî dihat kirin. Lê Tirkiye, herî zêde di bin navê "malê Xazînê" de ew politikaya rejima baasê ya Esad di nava xwe de meşand.

Bi vê re, sê sedemên giring bo diyaspora kurdan li vir mirov dikarê rêz bike, sedema pêşî şer, sedema dûyamin bênasnema kirin û sedema sêyemin jî bi sedema pêşî ve girêdayî oparasyonên leşkerî weke ku Tirkiye dike li ser serê kurdan herdayimî hatina meşandin in.

Rêxistinên kurdan li diyasporayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, Ji orîjînalê di 7 tîrmeh 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 7 tîrmeh 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)