Here naverokê

Şêx Ebdurehîm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şêx Ebdirehîm
Şêx Ebdirehîm
Jidayikbûn1897
Mirin29ê hezîrana 1938an (41 salî)
Amed
Cihê goristanêBismil
EsilKurd
BernavŞêx Ebdirehîmê Qolhesarê
  • Dudilî
Hevwelatî Kurdistan
PerwerdeMedreseyên Kurdî
PîşeTefsîrnas, Hedîsvan û Fiqihnas
XebatSerhildana Şêx Seîd
BandorbarMewlana Xalidê Kurdî
Dê û bav
biguhêreBelge

Şêx Ebdurehîm (jdb. 1897 - m. 1938) li gundê Qolhêsarê yê bi Xinûsa Erziromê ve girêdayî hatiye dinyayê. Lawê Şêx Mehmûd Fewzî û birayê Şêx Seîd ê biçûk e. Dema Şerê Cîhanê yê yekem dest pê kir bi malbatî koçî navçeya Amedê ya bi navê Pîranê kirin. Perwerdehiya xwe li Qolhêsarê dest pê kiriye û li medreseyên curbicur domandiye.

Serhildana Şêx Seîd

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di nav tevgera azadiyê de cih digire. Serhildana Kurdan ya 1925an li cihê ku ew lê îqamet dike Pîranê rûdide. Ji destpêka şer hetanî dawiya şer Şêx Ebdurehîm di navê de cih digire. Ji ber wêrekî û mêrxasiya wî leqeba wî wekî “Dudilî” tête zanîn. Piştî têkçûna serhildanê xwe davêje binxetê ku wê demê di bin mêtingeriya Fransiyan de bû. Hetanî sala 1937an ku komkujiyên li Dêrsimî rûdidin û dewlet bi ser Dêrsimiyan ve diçe Şêx Ebdurehîm xweranagire û berê xwe dide serhedê. Di vegerê de, ew û çend hevalên xwe rêya wan bi Bismilê dikeve. Hevalekî wan diçe nav xelkî ku xwarinê ji wan re bîne, lê xelkê herêmê giliyê wan dikin. Dewlet tê û her derê wan dorpêç dike. Dinêrin ku çare nîne xwe di nav simbilên geniman de vedişêrin, lê leşker agir berdidin zeviyê û li wir şehîd dikin.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. http://hurseda.net/Roportaj/15349-Menderes-Mallarimizi-Iade-Etmedi.html