Şêx Ebdullahê Melekan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Şêx Evdilahê Melekan hat beralîkirin)
Şêx Ebdullahê Melekan
Ji aliyê çepê de (jor): Şêx Hamîd, Bînbaşî Qasim Beg (Kasım Ataç), Şêx Ebdullahê Melekan
Ji aliyê çepê de (jêr): Şêx Şerîfê Kelaxsî, Şêx Seîd
Jidayikbûn1886-1887
Mirin29'ê pûşperê 1925
Amed
Sedema mirinêTevli Serhildana Şêx Seîd
EsilKurd
PîşeAlim, Rêzan û Fermandar
BandorbarMewlana Xalid, Şêx Seîd
MalbatMala Melê Kal, Dimilî
biguhêreBelge

Şêx Ebdullahê Melekan, Şêx Evdilayê Melekan, (z. 1886/1887 - m. 29'ê pûşperê 1925 li Amedê) siyasetmedar, olzan, fermandar û pêşawayek kurd e ku di serhildana Şêx Seîd de têkoşiyaye û bi tevî 47 kesan hatiye dardekirin. Di serhildanê de fermandarê xeta Mûş û Gimgimê ye.[1]

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bingeha şêxên Malekanê digihê Melê Kal (Mele Mistefayê Cizîrî) ku ji Botanê ne. Navê gund jî ji wir tê, Melekan, Malekan an Melon dibêjin. Dibêjin 10 zarokên Melê Kal hebûne. Melekan gundekî gelek girîng e, di warê olî de wekî navendek e. Olzanên wî terîqeta Neqşebendiyê dihewînin.

Şêx Ebdulla Efendî di destpêka 1900'î de li Mûşê li cem miderîs Îlyas Samî Beg dest bi perwerdeya medreseyê dike. Îlyas Samî, wê demê yek ji giregirên rêxistina Îtihat ve Terrakî ye. Mebûstiya Bidlîs û Mûşê kiriye. Ji ber tewanbariya tevkariya nîjadkujiya ermenî li girava Maltayê sirgûn dimîne. Li kolanên Amedê di nava xizanî û birçîbûnê de dimire. Mamosteyê Şêx Evdila yê yekem Mele Hesenê Kûk e. Dewleta tirk paşnava Söylemez li malbata Mele Hesen dike.

Du xanimên Şêx Ebdullah hebûne. Keça Îzedîn Begê Mûşî Nafiye Xanim û keça Şêx Seîd Xeyriye Xanim. Piştê serhildanê ji Melekan bi dehan kurd tên kujtin, koçberkirin. Bi hezaran kesên herêmê bi salan li çiyan xwe vedişêrin, fîrar dimînin an rêça xwe li biyaniyê winda dikin. Tekane keça şêx a li jiyanê dimîne Amîne Xatûn e.

Şêx Ebdullah di şerê osmanî û rûs parastina Kurdistanê dike. Di serhildanê de karên birêxistinkirinê de dixebite. Bi tevî Şêx Seîd li ser Pira Evdirehmanpaşa dîl tê girtin. Fermandarê tirkan ê Gimgimê wê demê Osman Nurî Paşa ye. Ji êla Xormekan hin axa û cerdevanên çerkezan jî tevlî operasyona dîlgirtina wan dibin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 13 sibat 2020 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 13 sibat 2020{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)