Arûnîawa
Şabad an Arûnîawa (bi farisî: اسلامآباد غرب, lat. Islamabad gharb) bajarek e ku bi parêzgeha Kirmanşanê ve girêdayî ye. Li Rojhilatê Kurdistanê ye. Ev bajar li başûrê parêzgeha Kirmanşanê li Şaristana Şabad bicih e û navenda Herêma Navendî ya Şaristanê Şabad e. Ev bajar bi gelheya 91.248 kesî (bi dûçûna serjimariya 1969ê) ve bajarê duyem yê mezin yê parêzgeha Kirmanşanê ye.
Naverok
Nijad û gel[biguherîne]
Nîştecihên vî bajarî kurdin û bi giştî kurdên kelhûr in. Her wisa ev êl û eşîrên kurdan jî dijîn: Goran, Zengene, Lek , Sencabî û şêravend lê xelkê bajarî bi giştî li her dera bajarî eşîrên kelhûr dijîn.
Dîn û ayîn[biguherîne]
Ekserê xelkê vî bajarî mislimanên şiî ne. Her wisa bawermendên yaresan jî hene ku bi giştî ji eşîrên goran in. Li gel van hinek mislimanên sunî, cihû û mesihî jî dijîn.
Ziman[biguherîne]
Zimanê bajarê Şabadê zimanê kurdî ye ku bi giştî jî zaravayê kelhûrî. Her wisa zaravayê lekî jî tê axiftin.
Çavkanî[biguherîne]
- Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a li ser Wîkîpediyaya farisî pêk tê.