Kelhûrî (Kirmaşanî)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kelhûrî hat beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Kelhûrî
Kurdî, Gûranî, Kelhûrî, Feylî, Lurî
Welatên lê tê axaftin  Îran
 Îraq
Herêm Kirmaşan
Îlam
Xaneqîn
Luristan
Hamedan
Bîcar
Qurwe
Axiverên zimanê zikmakî 3.000.000
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3 sdh

Kelhûrî an Kirmaşanî an jî kurdiya başûr bi kurmancî û soranî ve yek ji serzaravayên zimanê kurdî ye . Kelhûrî herêmên Kirmanşan, Loristan, Gûran û Îlamê û li hindek herêmên Başûrê Kurdistanê wek Xaneqîn, Mendelî, Cesan tê axavtin. Binavkirina vê zaravayê wek 'kurdiya başûr' nebesî ye. Birastî kurdiya başûr dibin hemî zarava û devokên kurdî yên ji tîpên devokên kelhûrî û lekî. Ev serzarava nêzîkê hev in. Ev dûrayiya navbera xwe ya îroyî ji bandora lûrî û farisî ya li ser lekî re deyndar in.

Nav[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Kurdên kelhûrîaxiv (Kirmaşanî) ji zaravaya xwe re gûranî an tênê kurdî dibêjin. Gelek zimannas vê zaravayê wek 'zarava kurdiya jêrîn' an jî kurmanciya jêrîn bi navkirine. Şerefxan Bedlîsî di Şerefnamê de, kurdên kelhûrîaxiv (Kirmaşanî) ji tipa Goranan qetandiye; li gorî wî kurd ji çar tipan pêk tên; Kurmanc, Kelhor (Kelhûr), Lek û Goran. Lêbelê li gorî Şerefxan wê deme jî êlen Kelhûr bi navê "gûran" dahatin nasîn - Kelhûr tenê navê torinên (begzadeyên) wan bûye.

Tîpolojî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Zaravaye kelhûrî (Kirmaşanî) wek zaravayen kurdî yên dinê li başûrê welat, bi tîpen erebî tê nivîsandin. Wan salan dawîn de alfabeyeke alternatîf a latînî ji bo kelhûrî li ser înternetê û di çend kovaran de tê bikaranîn.

Devokên Kelhûrî (Kirmaşanî)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Zaravayên Kurdî li parêzgehên Kermaşan û Îlamê

Kelhûrî (Kirmaşanî) ligel zaraveyên kurdî yên din[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Kelhûrî Soranî Lekî Kurmancî Zazakî
men, me min, emin mi, min ez, min ez, mi/min
tû, te to, eto tu tu, ti, te ti, to
men/me kem min/emin ekem/dekem min/mi mekem ez dikim ez kena
men/me çim min/emin eçim/deçim min/mi meçim ez diçim ez şina
fera zor, fire fira pirr, zaf zaf, gelek
wet, wit wût, wit wit, vit, got got, bêt* vat
êrênge, êse êste, henûke îske, îse nûha, nika nika, enka
hat- hat- het- hat- ame-
hêna, deng deng, bang hina, deng deng veng
kelin, gewra gewre, ket kelin(-g) gir, girs, mezin gird, girs, pîl
wa ba wa, va ba va
waran baran, waran, werişt waran, varan, veşt baran varan, variş
gen, xêraw gen, xirap gen, xiraw xirab,genî xirab

Hindek peyvên Kelhuri li gel danberheva peyvên Kurmancî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Kelhûrî Kurmancî
Jin Jin
Piya Mirov,peya
Bawig Bab,Bav
Dalig Dayik,Da,Dê
Bira Bira
Xweşig, xweşk Xwûşk
Bapîr Bapîr
Nenig, Dapîr Dapîr
Memûû Mam,Ap
Mîmig Met
Xalû Xal
Mîmig Xalet,Xaltî
Zawa Zava
Vîv(ڤیڤ) Bûk
Memûjin Jinmam,Amojin
Xalûjin Jinxal,Xalojin
Şümîmig Mêrê metê
Şümîmig Mêrê xaletê
Birajin Jinbira
Diş Diş
Haw vîv Hewî
Hawzawa Hevling
Amûza Kurmam,Pismam
Amûza Keçmam,Dotmam,Amoza
Xallûza Kurxal
Mîmeza Keçxalet
Mîmeza Kurxalet
Mîmeza Keçmet
Mîmeza Kurmet
Birarza Biraza
Xwarza Xwarza

Girêdanên dêrve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]