Teberî (gel)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mazenderanî (gel) hat beralîkirin)
Ji bo maneyên din, li Mazenderanî binêre.
Teberî
Gelhe tevahî
3 mîlyon heya 4.2 mîlyon[1][2] (2017)
Ziman
Zikmakî: Mazenderî, Zimanê Farsî
Baweriya dînî
Îslam

Mazenderanî, mazenderî an teberî (bi mazenderanî: توری مردمون‎, bi farisî: مردم مازندرانی‎‎) qewmekî îranî ne.[3][4][5] Gelê mazenderanî piranî li parêzgeha Mazenderan bijîn jî, li parêzgehên cîran ên Gîlan, Gulistan û Tehranê xwedî gelheyeke kemjimarî ne[6]. Zimanê wan, mazenderî, weke zimanê kurdî endamê şaxa Zimanên îranî yên bakur-rojava ye û bi Zimanê gîlekî ve komeke binî ya Zimanên îranî yên bakur-rojava pektîn in. Mazenderanî misilmanên şiî ne.[7]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Teberî xelkek e ku tê bawer kirin ku rasterast neviyên Deylamîyan wê demê yên hêzdar in, ku ew jî li herêma Teberistanê hebûn, lê bi rûxandina Dewleta Biweyhiyan ku li Faris, Iraq û beşên Kurdistanê desthilatdarî dikir, nasnameya xwe winda kirin. Lêbelê, ev hevbendî wekî ku ji hêla ti enstîtûyek ve hatî pejirandin nayê dîtin.[8]

Di dirêjahiya dîrokê de, Teberî gelek caran bûye qada gelek gel, xanedan û împaratoriyên cihê. Di dawiya sedsala 11'an de Tirkan, li pey Mongolan îşxal kirin.

Di serdema Dewleta Sefewiyan de, xanedaneke Îranî ku li seranserê Farisan belav bû û ji aliyê malbateke ji Kurdistana Îranê ve dihat birêvebirin, têkiliyên wan ên baş bi Teberî re hebûn û ji ber vê yekê meqam, wezîr û postên din ên bilind ên dewletê jî ji Teberî re hatin dayîn, ku otonomiyeke mezin jî dida wan.

Bi xanedanên din ên bi hêz ên mîna Xanedana Efşaran, Xanedana Zendan û Xanedana Qacaran re jî têkiliyên baş dane. Di vê heyama mezin de Çerkez, Ermenî, Gurcî û Yewnanên pontî yên ji Qefqasyayê li herêmê hatin sirgûnkirin û di dawiyê de ji ber çand û desthilatdariya Teberî a herêmê ya pir rast, asîmîle bûn.

Wêneykekî Reza Şah Pehlewî ya Îranê.

Piştî hilweşandina xanedana Qacaran li Îranê, Reza Şah ku bi eslê xwe Teberî ye, di dawiyê de hat ser desthilatê û dewleta Îranê ya Xanedana Pehlewiyan ku ji sala 1925 heta 1979 desthilatdar bû, ava kir. Komareke Lîberal bû ku rêz li Mâfen Jinan û Azadiya derbirinê digirt û gelek Teberî bi vê ferasetê ji xewna netew-dewleta xweser a Teberî derdiketin. Di sala 1979an de Îran di kaosê de bû ji ber vê yekê Mhullayan ji saetê sûd werdigirin û piştî çend mehan şerê kolanan Şah û bi wan re xanedana Pehlewî hilweşandin. Ev jî bû sedema avakirina Komara Îslamî ya Îranê.[9]

Cih û Ziman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Belavbûna Teberîyan li Parazgehên Îranê.

Cih[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Teberî li Komara Îslamî ya Îranê ya îroyîn li bakur li ser Deryaya Qezwînê û li çiyayên Elborzê dijîn. Li parêzgeha Mazenderanê piraniya wan pêk tên û beşek ji Teberî jî li parêzgehên Gulistan, Simnan, Tehran û Elborzê dijîn. Ji ber koçkirina hinek îraniyan, kêm Teberî jî li welatên rojava dijîn.

Ziman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanê mazenderanî zimanekî îranî yê bakur-rojavayî ye ku ji aliyê gelê Teberî ve tê axaftin; lê belê piraniya Mazenderaniyan jî bi farisî dizanin. Zimanê gîlekî û mazandaranî (lê ne zimanên din ên îranî) bi zimanên Qefqasyayê re hin taybetiyên tîpolojîk hene.

Bi mezinbûna perwerde û medyayê re, ferqa di navbera Mazenderanî û zimanên din ên Îranî de dibe ku ji holê rabe. Mazenderanî ji nêzîk ve bi Gilakiyê ve girêdayî ye û her du ziman jî xwediyê peyvên wekhev in. Ew ji farisî bêtir pergala dahûrandina navdêran ya taybetmendiya zimanên kevnar ên îranî diparêzin.

Alîkara profesor Meryem Borjian ji zanîngeha Rutgers diyar dike ku Mazenderanî xwediyê jêr-zaravayên cihê ye û di navbera jêrzaravayên Mazenderanî de têgihîştinek zêde heye.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Middle East Patterns: Places, Peoples, and Politics By Colbert C. Held, John Cummings, Mildred McDonald Held,2005, page 119.
  2. Ethnicities around the Caspien see 2017, by Andrew Folks
  3. Area handbook for Iran By Harvey Henry Smith, American University (Washington, D.C.). Foreign Area Studies, American University (Washington, D.C.). Foreign Areas Studies, page 89
  4. Academic American Encyclopedia By Grolier Incorporated, page 294
  5. The World Book Encyclopedia By World Book, Inc, 2000, page 401
  6. Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 12 îlon 2013 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 27 tîrmeh 2013
  7. "Current Students | Teachers College, Columbia University". Teachers College - Columbia University (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 14 îlon 2022.
  8. name="Grugni">Grugni, V; Battaglia, V; Hooshiar Kashani, B; Parolo, S; Al-Zahery, N; û yên din. (2012). "Ancient Migratory Events in the Middle East: New Clues from the Y-Chromosome Variation of Modern Iranians". PLoS ONE. 7 (7): e41252. doi:10.1371/journal.pone.0041252. PMC 3399854. PMID 22815981. {{cite journal}}: Explicit use of et al. in: |first5= (alîkarî)
  9. name="Grugni">Grugni, V; Battaglia, V; Hooshiar Kashani, B; Parolo, S; Al-Zahery, N; û yên din. (2012). "Ancient Migratory Events in the Middle East: New Clues from the Y-Chromosome Variation of Modern Iranians". PLoS ONE. 7 (7): e41252. doi:10.1371/journal.pone.0041252. PMC 3399854. PMID 22815981. {{cite journal}}: Explicit use of et al. in: |first5= (alîkarî)