Şablon:GH/2020/18

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Misilmanbûyina kurdan
Misilmanbûyina kurdan

Belavbûna îslamê li Kurdistanê an jî Misilmanbûyina kurdan, piraniya kurdan berî îslamiyetê li ser dînê zerdeştîtiyê bûn. Dinê Zerdeştî ji aliyê Zerdeşt pêxember ve hatiye belakirin û heta dema şerê di navbera Sasaniyan û artêşa îslamê de ku çêbû pirraniya kurdan li ser vî dînê bûn.

Îslamiyet di sedsala 7an de derket, wê demê kurd di navbera Împeratoriya Sasanî û Împeratoriya Bîzansê de perçekirî bûn, ji ber vê yekê hertim axa kurdan ji Sasanî û ji Bîzansê re bûbû qada şer. Hevnasbûna kurdan bi îslamiyetê ve digîhîje dema Muhemmed pêxember, Herwiha du kurdên sehabe hene ku di dema Muhemmed pêxember de bûne misilman, evan kesan Cabanê Kurdî û kurê wî Meymûnê Kurdî ne.

Ji bilî van sehabeyan gelek tabîûnê kurd jî hebûne ji vana yê herî navdar Şêx Xelîlê Kurdî ye ku di sala 750î de wefat kiriye. Şêx Xelîlê Kurdî bi xwe zanyarê îslamê û mutesewifê kurd ê herî pêşîn e.Pêşiya fetihkirina Kurdistanê jî hinekî bazirganên kurd ji herêma Cizîrê çûne herêma Mekeyê bajarê Taîfê û li wê derê bûne misilman û zivirîne Cizîrê misilmantiyê belakirine.

Wexta ku Artêşa îslamê di serdema xelifetiya Omer de di navbera salên 637-642an de îslamiyetê li Kurdistanê belavkirin pirraniya kurdan îslamiyetê pejirandin û bûne misilman. Lê hinek kurd jî di dema Elî de bûne misilman, Bi vî awayî kurd li dû ereban ve bûn gelên misilman ên pêşîn.


(dûmahîk...)